Li dijî daxuyaniyên ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) yên têkildarê tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelek çalakvan, parêzvanên mafên mirovan û rêxistin nerazîbûn nîşan dan.
Parêzerên Buroya Hiqûqî ya El-Qirin, diyar kirin ku Komîsyona Mafên Mirovan a Ewropayê di mijara Abdullah Ocalan de bi adilane tavnagere û mafên wî yên mirovî tên binpêkirin. Siyasetmedarê Misirê yê serbixwe Ramî Zohdî û Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Zeyneb Mûrad derbarê mijarê de ji ajansa me ANF’ê re axivîn.
Ramî Zohdî, destnîşan kir ku Ewropa li hemberî doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwedî pîvanên dualî ne û got, “Ji ber mijareke ku berjewendiyên navneteweyî eleqedar dike heye. Welatên Yekîtiya Ewropa dezgehên navdewletî û Ewropayê bikar tînin. Ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî. Ev jî nîşan dide ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT), her çend xwe weke saziyeke serbixwe pênase bike jî, bi helwesta Ewropayê ya du standardan ve girêdayî ye. Ev yek jî binpêkirina mafê mirovane û ne adîl e. Gelek welatên Ewropa naxwazin pirsgirêka gelê Kurd çareser bibe. Ji bo vê jî li hemberî vê rewşê bêdengiya xwe diparêzin.”
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Zeyneb Mûrad, jî anî ziman ku dîrokê ji gelê Kurd re reftarên welatên Ewropayê û helwesta wan a li dijî pirsgirêka Kurd îspat kiriye. Mûrad, diyar kir ku di vê pêvajoyê de li dijî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn du standard tê pêkanîn û ev tişt got, “Bi taybetî jî di muzakereyên li gel Tirkiyeyê de ev yek derdikeve holê. Penaberan ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin û li ser wan siyasetê dikin. Bi mîlyonan penaber hene. Tirkiye li dijî Yekîtiya Ewropayê vê karta penaberan bikar tîne. Şantajê dike û wan neçar dike ku çavên xwe ji hemû binpêkirinên ku Tirkiyeyê pêk tîne re, bigire.”