Parlamentera Êlihê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Zeynep Odûncû li hemberî jêbirina nivîsên ‘’Pêşî Peya’’ bi nîvîsandina nivîsên bi Kurdî bersiv da.
Zeynep Odûncû li ser dîwarê walitiyê bi boyaxa sprey nivîsa; ‘’Pêşî Kurdî, Pêşî Ziman’’ nivîsand.
Zeynep Odûncû li hemberî jêbirina nivîsên bi Kurdî bi van gotinan nerazîbûnên xwe nîşan da: ‘’Ziman û çanda me bi êrîşan re rû bi rû ye. Zimanê me Kurdî ye, em Kurd in û em ê hemû gavan xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Hûn nikarin çand û zimanê me tune bikin.’’