Şervanê QSD’ê Raîd Hesekê (Ebdulmecîd El Elwan) 31’ê Tîrmehê dema li ser erka xwe bû li bajarê Til Temirê şehîd bû.
Bi dehan şêniyên bajar û gundewarê Hesekê cenazeyê şehîd Raîd Hesekê bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê veşart.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Rewan Şêxo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan heta avakirina Sûriyeke federal a demokratîk da.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Şoreş Hesekê anî ziman ku şehîd El Elwan bi lehengî û cesaret beşdarî pêngavên parastina herêmê ji êrîşan bûbû û roleke mezin di têkbirina hewldanên derxistina fitneyan li Dêrazorê de list.
Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Gulçîn Ehmê wesîqeya şehadetê ya şehîd Raîd xwend û radestî malbata wî kir.
Cenazeyê şehîd Raîd bi tilîliyên dayikan û dirûşman hat veşartin.