Çarşem, 20 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Aştiyê: Di vê demê de divê em dayik bibin yek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Meclîsa Tirkiyeyê wesayita ‘Toros’ hate şewitandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di rojeva komîsyonê de kuştinên kiryar nediyar û windahî hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Beyoglûyê û 16 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê komîsyon rê nede şerxwazan û ji bo aştiyê hewl bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Milîtanê Apoyî hevrêyê me Argeş Serhed şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed Malazgîrt: Nûreddîn Sofî şoreşgerekî piralî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê: Em dixwazin ji komîsyonê re bibin alîkar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîhan Sîncar: Divê dewlet bi lez gavên şênber biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sê şehîd li Amed û Rihayê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Cezayê darvekirinê ya li Şerîfe Mihemedî hat birîn êrîşa li ser mafê jiyana jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emmeline Pankhurst: Têkoşera pêşeng a ji bo mafên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Mûhammedî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Adar: Divê jin hêza xwe ya parastinê li her derê avabike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Albûma nû ya Awazê Çiya ‘Dara Jiyanê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin
Rojane

Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Dawî li tecrîda li Îmraliyê bînin

Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ ya li ber girtîgeha Bakirkoyê hat lidar xistin de, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê û serbestberdana girtiyan kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Tebax 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

ANF/STENBOL

Xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de li pêşiya Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin.

Di çalakiyê de pankarta “Ji bo şikandina tecrîdê û aştiya civakî deng bide azadiyê” hate hilgirtin. Her wiha beşdaran pêşmalkên “Meşa azadiyê” li xwe kirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li çalakiya îro bûn.  Beşdaran gelek caran dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.

Tulay Hatîmogûllari, di çalakiyê de bal kişand ser zextên li girtîgehan û wiha got: “Tiştên îro li girtîgehan diqewimin, mîna kiriyarên serdema cuntaya 1980’ê ne. Heman sepan li girtîgehan di meriyetê de ne. Li cihekê tecrîda Îmraliyê lê didome em dibînin bê ka li pêşiya çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên demokratîk û aştiyane astengiyeke çiqas mezin e. Divê tecrîda li Îmraliyê tavilê bê rakirin. Di serî de girtiyên nexweş, divê muameleya xerab û dermirovî ya li dijî hemû girtiyan tavilê bi dawî bibe. Girtiyên nexweş di mercên herî giran de tên ragirtin. Serlêdanên ji bo ATK’ê her tim bi demê re tên vehêlandin.”

Hatîmogûllari, girtîgehên bi tîpên F, L û S’yê rexne kir û wiha pê de çû: “Li van girtîgehên behsa xeberê, êşkence di nava êşkenceyê de tê kirin û tecrîd di nava tecrîdê tê ferzkrin. Tu eleqeya vê pergalê bi mafên mirovan re nîne. Em li vir bang li rayedaran dikin; van pirsgirêkan bi dawî bikin û rewşa girtiyên nexweş careke din ber çavan re derbas bikin.”

Hatîmogûllari, bal kişand ser taloqkirina tehliyeya girtiyan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hewceye ev binpêkirinên giran ên li girtîgehan tavilê bên bidawîkirin. Ji bo vê jî malbat her roja yekşemê dengê xwe bilind dikin. Em jî dengê xwe li dengê wan zêde dikin û dibêjin ku li dijî van binpêkirinên giran ên mafên mirovan û ji bo parastina azadiyê em bi malbatên xwe re ne. Em ê piştevaniyê mezintir bikin. Em ê teqez bi ser kevin û wan caxên hesin û wan dîwarên sar bi hev re parçe bikin.”

Bakirhan, jî ev tişt anî ziman: “Heke hûn bixwazin bê ka li welatekî azadî û demokrasî heye yan na, wê demê li girtîgehan binêrin. Axaftina bi Kurdî û govenda Kurdî weke sûc tê dîtin. Îro li Tirkiyeyê milet ji ber ku govend gerandine di girtîgehê de ne. Ji ber ku fikrên xwe gotine hatine girtin. Ji ber ku li pey heq û hiqûqê ketine niha girtî ne. Yên xwedî li îradeya xwe derketin niha girtî ne. Girtîgehên Tirkiyeyê nîşan didin ku demokrasî tune ye.”

Bakirhan, pirsên “Gelo ma hûn qet bêzar nebûn, ma hûn newestiyan?” kir û wiha axivî: “We ev welat wêran kir, we aboriya wê tune kir. Li her çar aliyên cîhanê dibêjin li Tirkiyeyê azadî û demokrasî tune ye. Lê hûn heman tiştan dîsa dikin. Heta ku hûn mirovan biavêjin zindanan dê aboriya we her di vî halî de be û wê wêran be. Hûn dê xweşiyê bi xwe nebin. Lîreyê we bû xwelî. Kesek nabêje Tirkiye welatekî demokratîk e.”

Bakirhan, daxuyand ku pirsgirêka sereke ya welêt pirsgirêka Kurd e û mezintirîn aktorê çareseriyê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bakirhan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Abdullah Ocalan dibêje ‘werin em pirsgirêka Kurd bi rêya guftûgo û muzakereyan çareser bikin.’ Hûn çima çareser nakin? Guftûgo û muzakere vî welatî parçe nakin. Feraseta ku Kurdan, muxalîfan diavêje zindanan û êşkence dike dê Tirkiyeyê dabeş bike. Çareserkirina pirsgirêka Kurd a bi muxatabên wê re dê zirarê nede vî welatî. Lê ev sepanên we zirar didin. Çima? Kurd dibêjin ‘di hiqûqê de cotstandartî heye.’ Lewma jî em dibêjin dev ji vî aqilî berdin, dev ji vê hovîtî, êşkence, nîjadperestî û faşîzmê berdin û tavilê girtiyên nexweş, girtiyên siyasî yên we bi awayekî derhiqûqî girtin û girtiyên înfaza xwe temam kirin berdin.”

Bakirhan, axaftina xwe wiha qedand: “Vekirina deriyên girtîgehan dê bike ku zemîna nîqaşên li ser demokrasî û azadiyê çêbibe. Tê wateya nîqaşkirina meseleya Kurd. Tecrîdê rakin û mîna di sala 2015’an de, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dîsa maseya guftûgo û muzakereyê ava bikin. Bi muxataban re rûnin. Werin em mîna mirovan nîqaş bikin.”

Piştî axaftinan, çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TEV-DEM’ê ji bo Abdullah Ocalan banga mezinkirina têkoşînê kir
Nûçeya Pişt re Şêrko Bêkes li ser gora xwe hate bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Avesta: Komplo negihişt armanca xwe, lê dest ji komployê jî bernedane

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta got, "Ev 25 sal in tiştekî ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şirnexê dema ‘qedexeyê’ ya dagirkeran hate dirêjkirin

Walîtiya li Şirnexê gelek qadên li bejahiya bajêr weke herêma 'ewlekariya taybet a demkî' ragihand.…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyên ji doza PKK’ê: Roj ji Kurdistanê jinûve hilat

Banga dîrokî ya Rêber Apo li zindanan jî bi coş hate pêşwazîkirin. Girtiyên ji doza…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayika Aştiyê: Di vê demê de divê em dayik bibin yek

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li pêşiya Meclîsa Tirkiyeyê wesayita ‘Toros’ hate şewitandin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di rojeva komîsyonê de kuştinên kiryar nediyar û windahî hene

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Şaredarê Beyoglûyê û 16 kes hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?