Sêşem, 9 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Partiyên li komîsyonê wê raporên xwe pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 sal û 3 meh ceza li Pinar Aydinlar hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtiyên siyasî cezayê hucreyê û sirgûn Kiryarên kêfî divê bi dawî bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dozger bi biryara beraatê qanih nebûn: Şuştina cenazeyan û tevlîbûna li merasîmê sûc nîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sarisaç: Fikrê Birêz Ocalan li cîhanê kelecanek afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez mewlûd hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreş Alan: Feraşîn Bêrîtan rastiya Jin a Apogerî di kesayetiya xwe de afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê Silêmaniyeyê 4 hevşaredarên jin ên ji Bakurê Kurdistanê pêşwazî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê binçavkirinên keyfî zêde bûne

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG-NRÇ’ê şehîdên sala 2024’an bi hurmet bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyman Viyan: HPJ bi saya keda hevrê Feraşîn gihîştiye vê astê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî: Şerê li Îranê bi dawî nebûye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Dersimê li dijî fuhûş û torên hişbirê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Nebûna yekîtiyê li ser Kurdistanê gef e’
Rojava

‘Nebûna yekîtiyê li ser Kurdistanê gef e’

Kurdiyar Dirêî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê gefê li doza Kurdan dixwe û anî ziman ku hevkariya bi PDK'ê re wê bibe sedema felaketên mezin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Tebax 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Endamê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava Kurdiyar Dirêî ji ANF’ê re axivî û nerazîbûneke tund nîşanî hevkariya PDK’ê ya bi êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê da. Kurdiyar Dirêî ragihand ku eger yekîtiya Kurdan pêk neyê wê metirsiya li ser doza Kurdan mezin bibe.

Kurdiyar Dirêî anî ziman ku dewleta Tirk ji sala 1923’an û vir ve dixwaze doza Kurdan ji holê rake û got, “Jê heye ku bi tasfiyekirina doza Kurdan wê hebûna Tirkiyeyê misoger bibe. Pê zane ku PKK ne tenê ji bo parçeyekî yan jî herêmekê têdikoşe, ew îdeolojiyeke demdirêj e. Ji ber vê jî li hemberî PKK’ê xwedî hesabên mezin e. Dewleta Tirk ku tevî hemû hewldanan nikare PKK’ê tasfiye bike, di sala 1999’an de beşdarî komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan bû. Bi vî rengî texmîn dikir ku wê karibe PKK’ê tine bike. Lê belê şaşitî kir. Tenê PKK li pêşiya armanca dewleta Tirk a Neo Osmanî bû asteng. Ji bo vê armanca xwe pêk bîne divê sînorên Mîsakî Mîlî ji holê rake. Lewma bi rengekî bê navber êrişan dike. Armanca xwe dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye, piştre jî rêgeha Başûr û Rojavayê Kurdistanê bigire û êrişî Rojava bike.”

Kurdiyar Dirêî bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û got, “Hesta baweriya bi dijmin re wê PDK’ê bixitimîne, wê nikaribe bigihêje armanca xwe. Siyaseta erzan a ku PDK dimeşîne wê bibe sedema felaketên mezin. Siyaseta ku li Başûrê Kurdistanê tê meşandin ji berjewendiyên malbatekê wêde nîne. Di encama raperîna gel a sala 1991’ê de modela ku li Başûrê Kurdistanê hate afirandin dikarîbû ji parçeyên din ên Kurdistanê re bibûya mînak. Lê belê ji ber nêzîkatiyên teng ên malbatî û parçeyî yên li herêmê, ev firsend ji dest çû.

Di sala 2003’an de piştî hilweşandina Saddam Huseyîn û di sala 2006’an de li dû avakirina hikumeta Kurdistanê ya Federal jî sîstema desthilatdariyê nekarî bê hilweşandin. Îro jî dema mirov lê dinihêrin, tê dîtin ku Hewlêr û Silêmaniye ji hev qut in û nikarin bibin yek. Partiyên ku naxwazin desthilatdariyê ji dest bidin li gorî berjewendiyên şexsî tevdigerin û ji Kurdistanê wêdetir li pey hevrikiya partiyên xwe dikevin. Piştî ku nakokî bi hikumeta Bexdayê re zêde bûn, PDK’ê xwe hîn bêhtir nêzî dewleta Tirk kir. Aboriya PDK’ê niha ketiye destê dewleta Tirk a dagirker. Erdogan beriya referandûma 2017’an gefa qedandina aboriyê xwar. PDK ku piştî referandûmê têk çû, ewlehiya xwe radestî dewleta Tirk kir. Ji ber ku nekarî ji bin bandora gotinên di sala 2017’an de hatin kirin rizgar bibe. PDK ku berê li gorî berjewendiyên xwe jî be kêm jî be helwest nîşan dida, niha projeya dagirkerî û desteserkirinê ya dewleta Tirk bi temamî pejirandiye.”

‘IRAQ’Ê JI BO TASFIYEKIRINA DOZA KURDAN BI DEWLETA TIRK RE LI HEV KIR’

Kurdiyar Dirêî anî ziman ku hikumeta Bexdayê bi bêdengiya xwe dewleta Tirk erê kiriye û got, “Hikumeta Bexdayê referandûma 2017’an a li Başûrê Kurdistanê erê dikir. Ji ber ku dixwest hikumet winda bike. Bi dewleta Tirk re li ser tasfiyekirina doza Kurdan li hev kir.” Kurdiyar Dirêî diyar kir ku hikumeta Iraqê dixwaze destketiyên li Başûrê Kurdistanê tine bike û got, “Eger Tevgera Azadiyê ya Kurd li Başûrê Kurdistanê nebûya, dewleta Tirk û hikumeta Bexdayê wê ji zûdeyî dest li hikumeta Kurdistana Federal werdabûya.”

Kurdiyar Dirêî ragihand ku dewleta Tirk ji nêzîkatiya parçebûyî ya partiyên siyasî yên Kurd sûdê werdigire û got, “Dewleta Tirk bi sûdwergirtina ji vê sekna parçebûyî polîtîkayeke ji bo valakirina xaka Kurdistanê dimeşîne. Dewleta Tirk ku hebûna xwe li ser qirkirina gelan ava kiriye, îro ji ber sekna parçebûyî ya partiyên Kurd polîtîkaya koçberkirinê li ser gelê Başûrê Kurdistanê dimeşîne. Di pêvajoyekê de ku nîqaşên li ser jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn tê meşandin, yekane tirsa dewleta Tirk ew e ku ya di destê xwe de ji dest bide û hebûna Kurdan a di nava vê dîzaynê de ye. Bi êrişan guhertinên demografîk dike. Li hemberî van guhertinên demografîk jî Bexda, Hewlêr û Silêmaniye bêdeng in. Divê were zanîn ku polîtîkaya tê meşandin ji bo valakirina Kurdistanê ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Kurd divê li her derê xwedî li govenda xwe derkevin’
Nûçeya Pişt re Li Edeneyê çar caran erd hejiya
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Mêrsînê 7 kesên ku li dijî desteserkirina şaredariyê derketin, hatin girtin

7 kesên ku di protestokirina li dijî desteserkirina Şaredariya Akdenîzê de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Gelê me wê xwedî li fermandara fedaî Edessa derkeve

HPG'ê diyar kir ku fermandara YJA Starê Edessa Cejna 14'ê Cotmeha 2023'an li Dersimê şehîd…

Ji aliyê Stêrk TV

Emîne Şenyaşar çawa ji nexweşxaneyê derket, çû Meclîsê

Emîne Şenyaşar piştî ji nexweşxaneyê tabûrcû bû, ji bo ku têkoşîna xwe bidomîne çû Meclîsê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

‘Bi yekîtiya gelan em ê welatekî azad ava bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir, 265 kes birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Tekane daxwaza Efrîniyan: Vegera ewle û birûmet

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD: Bi provokasyonê Sûriye ava nabe

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?