Çarşem, 9 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Derbarê rêveberên Yenî Partî de lêpirsîn hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Îlonê ya kovara Ozgur Halkê derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mizrakli serdana goristanan kir: ‘Berpirsyariya bingehîn a siyasetê afirandina aştiyê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo deriyên sînor ên Iraqê û Herêma Kurdistanê wê komîte bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wasiyeta dayika ku li Garzanê li cenazeyên xwe digeriya: Hestî jî be wan bînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîdên azadiyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Şengalê bang li hikûmeta Iraqê kir: Em rêveberiya leşkerî qebûl nakin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Partiya Komunîst a Kurdisanê: Em piştgiriyê didin pêşniyara Abdullah Ocalan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJA Star: Serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ jinûve vejîna gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Şêwra TAJÊ hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Cimaye Şerfedîn tê pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî diyarî şehîdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Çalakiyên “Tecrîdê bi dawî bikin”: Pirsgirêka Kurd bi Abdullah Ocalan re çareser dibe
Rojane

Çalakiyên “Tecrîdê bi dawî bikin”: Pirsgirêka Kurd bi Abdullah Ocalan re çareser dibe

Xizmêên girtiyan ku di çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” de li hev civiyan, xwestin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin û gotin, “Heta ku tecrîda Îmraliyê berdewam bike, pirsgirêk nayên çareserkirin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Tebax 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Çalakiya xizmên girtiyan a “Tecrîdê bi dawî bike” ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de hatiye destpêkirin, di hefteya 16’an de berdewam kir. Xizmên girtiyan ên li Wan û Edeneyê hatin gel hev, peyama “Meseleya Kurd meseleya sereke ya Tirkiyeyê ye. Aktorê sereke yê meseleya Kurd jî birêz Abdullah Ocalan e” dan.

WAN

Xizmên girtiyan û TUHAY-DER’ê di çarçoveya çalakiya “Tecrîdê bi dawî bikin” de li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Deng bide zindanan” hate hilgirtin. Hevserokê DBP’ê yê Wanê Harun Okay, Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan, Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, aktîvîstên TJA’yê û gelek kes tevlî bûn. Ji rêveberên DBP’a Rêya Armûşê Hasan Şahîn daxuyanî xwend. 

 Şahîn, da zanîn ku mafên jiyan û tenduristiyê yên girtiyan di bin xetereyê de ne û wiha got: “Bi hezaran girtiyên nexweş, ên astengdar, zarok û kal di girtîgehan de ne û divê bên berdan. Îktîdarek heye ku li benda mirina wan e. Bi mehan bersiva daxwaza wan a revîr û muayeneyê nayên dayin. Wezaretên dadê û tenduristiyê sûc dikin. Ji mirina girtiyên nexweşiya wan giran, desthilatdar berpirsyar e. Girtinên neheq û domdirêj, hem malbatên girtiyan mexdûr dike hem jî derfetên tedawiyê bisînor dike. Her sal zêdetirî 100 girtî û hikûmxwar jiyana xwe ji dest didin. Her yek ji wan cînayeteke siyasî ye. Em bang li îktîdarê dikin ku nebe şirîkê van cînayetan û li gorî qanûn û hiqûqê tevbigere.” 

‘DIVÊ BI OCALAN RE HEVDÎTIN BÊN KIRIN’

Di berdewamê de Şahîn anî ziman ku tecrîda girankirî ya li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê derhiqûqî ye û wiha pê de çû: “Di şexsê birêz Abdullah Ocalan de rewşeke agahînegirtina mutleq tê domandin. Ji 25’ê Adara 2021’ê ku hevdîtina dawî bi birêz Abdullah Ocalan re hatibû kirin heta niha, ji bo hevdîtinê parêzeran 397 caran û malbatan jî 177 serlêdan kirin lê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Girtîgeha Îmraliyê ev serlêdan bêbersiv hiştin an jî bêyî hincetek were nîşandan bi îdiaya ‘cezayê disiplînê’ hatin redkirin.” 

Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê û bi berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû. 

EDENE

Çalakiya xizmên girtiyan a Edeneyê ku bi dirûşma “Tecrîdê bi dawî bike” tê lidarxistin, hefteya 16’emîn li pey xwe hişt. Girseya ku li pêşiya avahiya AKP’a Edeneyê hate gel hev, xwest tecrîda li Îmraliyê tavilê were rakirin. Rêveberên HDK, Dayikên Aştiyê, DBP, DEM Partî, AATUHAY-DER, AYKAY-DER’ê tev li çalakiyê bûn. Girse ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. 

Beşdaran pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr ve hate xwendin. Aydemîr, got ku girtîgeh, eynika welatan e û da zanîn ku zêdetirî 350 hezar kes girtî ne û bertek nîşanî girtin û binçavkirinên di demên dawî de ji ber govendên Kurdî tên girtin da. 

Aydemîr, got ku li Tirkiyeyê maf, hiqûq û edalet tune ye û ev tişt anî ziman: “Li girtîgehan her cureyên zext û muameleyên xerab tên kirin. Di salên dawî de girtiyên li tîpên F, S û Y’yê dimînin, tên tecrîdkirin. Girtiyan di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û saetekê dibin hewadariyê. Em dibêjin êdî bes e. Lanet li vê bêedaletiya we, bêhiqûqtiya we be. Heta ku hûn wiha bikin dê berxwedana me jî bidome.”

 Aydemîr, axaftina xwe wiha qedand: “Meseleya Kurd, meseleya herî sereke ya Tirkiyeyê ye. Yek ji aktorê herî mezin ê çareseriya vê meseleyê jî birêz Abdullah Ocalan e. Birêz Ocalan, li Girtîgeha Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Birêz Ocalan dibêje; werin em meseleya Kurd bi rêya guftûgo û muzakereyan çareser bikin. Ev pirsgirêk dikare bi muxatabên wê re were çareserkirin. Bi rêbazên aştiyane û demokratîk dikare were çareserkirin. Dev ji vê polîtîkaya xwe ya neçareseriyê berdin. Dawî li van binpêkirinên li girtîgehan û sepanên dij-demokratîk bînin.” 

Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê û çepikan bi dawî bû. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berdana Sutpak ê 31 sal in girtî ye cara 6’emîn hat astengkirin
Nûçeya Pişt re Rojnamevan Huseyîn Denîz di salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Aldar Xelîl: Hikûmeta Demkî pêvajoyê dirêj dike

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDˊê ya kantona Cizîrê Aldar Xelîl di civîna salana ya Meclîsa…

Ji aliyê Stêrk TV

Helbestvan û nivîskar Breytenbach jiyana xwe ji dest da

Helbestvan û nivîskar Breytenbach ê ku li Efrîqaya Başûr bi têkoşîna xwe ya li hemberî…

Ji aliyê Stêrk TV

MAK’ê li Sêrtê Ulku Ocaklari hedef girt

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku wan li Sêrtê bi bombeyên dest û molotafan Ulku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Xwendekarên Hesekê biryara li ser perwerdehiyê protesto kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Zêdetirî 130 rêxistin ji bo çareserkirina ‘medyaya dîjîtal’ bang YE’yê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Derbarê rêveberên Yenî Partî de lêpirsîn hat destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?