Li gorî nûçeya Rojnewsê, şêniyên taxa Badawe ya Hewlêrê ji ber birîna avê, serê sibehê çalakiyek kirin û rê li trafîkê girtin.
Hate ragihandin ku xelkê taxê nêzî saetek rêya 100 metrî ya Hewlêrê li trafîkê girtine. Welatiyên taxê dibêjin, ji ber ku taxa wan hejare, berpirs guh nadin wan û daxwazên wan pêkanînin.
Xelkê taxê di çalakiya xwe ya nerazîbûnê de diyarkirin ku 4 rojin malên wan bê av mane, havîne û kes nikare ji ber bê aviyê amûra hewayê (berîde) jî veke.
Hêjayî gotinê ye heman tax beriya niha gelek caran ji ber heman pirsgirêkê çalakiyên nerazîbûnê lidarxistiye. Lê hikumeta demborî heya niha guh nedaye xelkê taxê û pirsgirêk nehatiye çareserkirin.