Şemî, 3 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyê nexweş Yildirim rakirin nexweşxanyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê girtiyên nexweş bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Serokê Meclîsê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Cevdet Yilmaz re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 3 bajaran edalet xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Îbrahîm Gundem hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Piştî 12 salan serdana gora zarokê xwe kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekîtiya neteweyî têkoşîn, xwedî derketina li mîrateya Mam Celal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo qurbaniyên Komkujiya Vartînîsê bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayê HPG’ê Delîl Nergis hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Koalîsyonê Başûrê Kurdistanê: Divê mîsogerî yekîtiya neteweyî ya Kurdan be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Cejna Şêxil Qasim hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin dest bi nobeda ‘bîrê’ dikin: Divê jinên hatine qetilkirin, neyên jibîrkirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîroka hevpar a jinên hatine qetilkirin: Li rastî tundiyê hatin, gilî kirin û nehatin parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî kuştina jinan ‘Nobeda Hiş, Edalet û Jinê’ ya 10 hefteyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin: ‘Ji komployê heta bi muzakereyê: Sembolên berxwedanê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Erel: Em li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin
Kurdistan

Erel: Em li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin

Hevseroka TUHAY-DER'ê ya Amedê Yeter Erel diyar kir ku polîtîkayên tecrîdê civak û girtîgeh xistine bin bandora xwe û got: "Em li dijî tecrîd û zilmê dengê xwe bilind bikin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hevseroka Amedê ya TUHAY-DER’ê Yeter Erel ragihand ku tecrîda li Îmraliyê tenê bi kesekî re sînordar nemaye, gelê Kurd xistiye bin bandora xwe.

Hevseroka Amedê ya TUHAY-DER’ê Erel ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku dewlet bi tecrîdê re dixwaze îradeya siyasî ya gelê Kurd bişikîne û lêgerînên demokrasî û aştiya civakî têk bibe. Erel destnîşan kir ku ev îzolasyon di heman demê de ji bo muxalefeta demokratîk a li Tirkiyeyê û hêviyên aştiya civakî derbeyeke giran e.

Erel anî ziman ku tecrîd di nava civakê de travmayên kûr diafirîne û got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan di nava beşeke mezin a gelê Kurd de dibe sedema hêrsê. Ev rewş ne tenê gelê Kurd, her wiha ji aliyê neyînî ve bandorê li beşên civakî yên di lêgerîna edaletê de ne, dike. Bi taybetî, di nava nifşên ciwan de li dijî van polîtîkayên zordar ên dewletê lêgerîna edalet û berxwedanê hîn xurttir dibe.”

VEGUHERÎ NAVENDA ÊŞKENCEYÊ

Erel diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê, li girtîgehên Tirkiyeyê hemûyan dibe sedema binpêkirina mafên mirovan û ev tişt got: “Şert û mercên girtîgehê her roja ku derbas dibe, hîn xirabtir dibe. Bi taybetî li ser girtiyên siyasî yên Kurd, zext zêde dibin. Mafên wan ên peywendiyê tê astengkirin û cezayên disîplînê yên kêfî zêde tên pêkanîn. Rewşa girtiyên nexweş jî pir giran e. Mafê wan ê xizmeta tenduristiyê tê astengkirin. Gelek girtiyên nexweş ên di xeteriya jiyanî de ne terkî mirinê têne kirin. Ji sala 2023’yan ve zêdeyî hezar û 600 girtiyên nexweş li girtîgehan e û ji van 600 di kategoriya nexweşên giran de ne. Ev şert û merc nîşan didin ku girtîgeh veguherîne navendên êşkenceyê.”

BI BIRYARDARÎ TÊKOŞÎN TÊ DOMANDIN

Erel anî ziman ku îsal weke malbatên girtiyan û komele gelek çalakî û merasîm lidar xistin û wiha pêde çû: “Di çarçoveya van çalakiyan de her hefte em li ber girtîgehan çalakiyên rûniştinê lidar dixin. Di serî de Kurdistan, li her çar aliyên Tirkiyeyê bi rengekî hemwext ev çalakî tên lidarxistin. Ev çalakiyên me yên ‘Deng bide azadiyê’ ji bo rabûna tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî, ji bo bidawîbûna şert û mercên dermirovî yên li girtîgehan dengekî xurt û banga piştevaniyê ye. Rewşa girtiyên nexweş jî weke meseleyeke lezgîn li pêşberî me disekine. Em ê jî çalakiyên xwe bidomînin. Ji bo agahdarkirina raya giştî û di platformên neteweyî û navneteweyî de vê pirsgirêkê bixin rojevê, em têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin. Di vê pêvajoyê de alîkarî û piştevaniya gelê me, wê bibe ewlekariya herî girîng a vê têkoşîna edaletê.”

ZILMEKE KU BANDORÊ LI ME HEMÛYAN DIKE

Erel xwest ku xwedî li têkoşîna edalet, aştî û mafên mirovan bê derketin û ev tişt got: “Polîtîkayên tecrîdê amûreke zilmê ye ku ne tenê kesekî yan jî civakekê, bandorê li me hemûyan dike. Divê em li dijî vê zilmê bisekinin û rûmeta mirovahiyê biparêzin. Em ji bo aştî, edalet û azadiyê bibin yek û dengê xwe bilind bikin. Em ji bîr nekin ku; bêdengmayîn, tê wateya hevkariya zilmê. Ji bo ku her kes bibe parçeyekî vê têkoşînê û edalet pêk were, çi ji destê kê tê divê bike. Eger em bi hev re tevger bigerin, em ê rêya ku diçe azadî û aştiyê bikarin vebikin. Ez bang li gelê me û raya giştî ya navneteweyî hemûyan dikim; em li dijî tecrîd û zilmê bi hev re têbikoşin û ji bo edalet û aştiyê dengê xwe bilind bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Di êrişa li dijî gundekî Dêrazorê de 2 gundî birîndar bûn
Nûçeya Pişt re YE’yê nerazîbûn nîşanî gotinên Îsraîliyê ku sûcê şer teşwîq dike, da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mihrîcana Mûnzûrê bi dawî bû

Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi bernameyek tijî, ji konsera zarokan bigre heta meşa…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan qetilkirina Şêrîn Oso şermezar kirin

Jinan qetilkirina Şêrîn Oso ya li Efrîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, şermezar kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li bendava Tişrîn û pira Qereqozaxê 210 çete hatin kuştin

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di nava 3 rojên dawî de li bendava Tişrînê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Piştî 12 salan serdana gora zarokê xwe kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekîtiya neteweyî têkoşîn, xwedî derketina li mîrateya Mam Celal e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo qurbaniyên Komkujiya Vartînîsê bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DFG’ê rapora binpêkirinê ya meha Îlonê eşkere kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?