Suleyman Sabrî Mavî yê 75 salî ku cezayê 8 sal û 9 meh ê ku lê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin, li mala xwe ya li navçeya Gever a Colemêrgê hate binçavkirin. Mavî di dema binçavkirinê de krîza dil derbas kir û ew rakirin nexweşxaneyê. Piştî ku ji nexweşxaneyê derket di 12’ê Tebaxê de ew bir Girtîgeha Tîpa F a Wanê.
Mavî ku astengdarê dîtin û bihîstinê ye, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê rapora ji sedî 96 astengdar e wergirtiye. Ji ber ku organên Mavî bi giranî îflas kirine, li erdê dirêjkirî ye.
Parêzera Mavî Medya Çalli ji bo taloqkirina înfazê û sewqkirina li Saziya Tipa Edlî serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê da.