Sêşem, 10 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ozturk: Çareserî tenê bi gavên samimî, wêrek û şênber re pêkan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 10’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înan ê piştî 32 salan hate berdan, li Êlihê bi girseyî hate pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ETHA’yê banga piştevanî û nûçegihantiya bi dilxwaziyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Elyakut: Pevajoya li Rojavayê têkoşîna hebûn û statuya Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Pêşveçûna pêvajoyê bi gavên pratîk ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ciwanên tevlî seferberiyê bûn li Qeladizê bi girseyî hatin pêşwazîkirin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    MIA-FED: Êrişên li dijî Kurdan sûcekî li hemberî Îslamê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şemzînanê konferansa yekîtiya demokratîk: Berxwedana Kurdan zîhniyeta netewe dewletan têk bir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mîdyadê Kurd, Suryan û Ereb ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê jinek serhildêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojava meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Zilamê ku bi destûr ji girtîgehê hat berdan sê kes qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin a ku hêzên pasdaran êşkence lê kiribû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 7 sal û nîv cezayê girtîgehê da Nergîz Muhammedî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Saarbruckenê ‘Women Defend Rojava’ hat damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Mizgîn Jiyan ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 15 jin hatin kuştin, 11 jin bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî stranek hate çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Li Qamişloyê komxebat: Gefeke cidî li ser nasnameya Kurd heye
Rojava

Li Qamişloyê komxebat: Gefeke cidî li ser nasnameya Kurd heye

Li Qamişloyê di komxebatê de hate ragihandin ku gefeke mezin li ser nasnameya Kurd heye û hate gotin, "Belavbûna paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan derfetê nîşandana helwesteke xurt pêşkêş dike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Komxebata bi navê ‘Pênasekirina nasnameya Kurdî û gelên Sûriyeyê di pergala neteweya demokratîk de’ bi pêşengiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê destpê kir.

Bi dehan rewşenbîr, endamên partiyên siyasî, Kongra Star, Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, parêzer, mamoste, dîroknas beşdarî komxebatê dibin.

Di komxebatê de mijarên, “Pêşveçûna sosyolojîk, çandî û siyasî ya nasnameya kurdî, berê û piştî şoreşa Rojava” û “Nasnameya Kurd a siyasî û birêxistinbûyî ya ku piştî şoreşê ava bûye û perspektîfa çareseriya doza kurdî li Sûriyeyê” wê bên nîqaşkirin.

Di destpêka komxebatê de hevserokê Mala Ezidiyan a Cizîrê Faruq Tozo xêrhatina beşdarvanan kir û îşaret bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha axivî: “Li her cihê cîhanê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çalakî tên lidarxistin û rojeveke mezin e. Girîngiya fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan her ku diçe zêdetir belavî cîhanê dibe. Di vê pêvajoyê de fikir û ramanên Serok Apo hişt em zehmetiyên pêşiya me derbas bikin û bibin bersiva kesên dixwest Kurdan qir bikin. Em bi hêvî ne ev komxebat ji her kesî re bibe bersiv.”

Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nûrşên Hisên û mamosteyê beşa Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava Sîpan Îsmaîl komxebat bi rê ve bir.

Mamosteyê Zanîngeha Rojava Sîpan Îsmaîl li ser mijara yekemîn axivî. Îsmaîl destpêkê bal kişand ser dîroka Kurdan û girîngiya şûnwarên li herêmê û got: “Gelek dewlet û dagirker dîroka Kurdan wek sala 1925`an bi şoreşa Şêx Seîd didin destpêkirin. Ev şaş e. Nasnameya Kurdan bi hezar salan e. Di derxistina şûnawaran re ev derdikeve holê. Li herêmên me tenê 40 gir hatine vekolînkirin. Vekolînên hatin kirin bi zanebûneke gelekî mezin raporên wan hatin veşartin. Ev bi armanca veşartina nasnameya gelê Kurd e.”

Îsmaîl diyarkir ku dijminên gelê Kurd dema êriş dikin şûnwaran hedefdigrin û got: “Dijmin dema êrişî nasnameya Kurd dike bi zanebûn cihê şûnwarî hedef digre. Di dagirkirina Efrînê de Eyn Dara hate xirabkirin. Li Serêkaniyê Girê Til Xelef wekî nasnameya sosyolojiya yekemîn li herêmê tê naskirin hat xirabkirin. Ji bo dîroka Kurdan winda bikin, tine bikin hemû hewildanan dikin.”

Sîpan Îsmaîl destnîşan kirk u nasnameya Kurd û dîroka wê di xeteriyeke gelekî mezin de ye û wiha dewam kir: “Bi taybet girîngî û pênasekirina wê di xeteriyê de ye. Dema şûnwaran xwedî hat derxistin dê nasnaemya Kurd jî xwedî bê derketin.”

Mamoste Sîpan Îsmaîl da zanîn ku li hemberî hemû êrişên nîjadî, cînsî, dîrokî, çandî û civakî Tevgera Azadiya Kurdistanê derketiye û wiha domand: “Xewnên dagirkeran ku zêdeyî 100 salan devam kiriye û dixwazin Misaqî millî pêk bînin Tevgera Azadiyê pêş xwe dîtin. Çareseriya her tiştî Birêz Abdullah Ocalan di bin navê projeya Netewa Demokratîk wekî modelekî nû pêşkêş dike. Projeya netewdewlet derket hole ku bingeha wê nerast e, ji desthiladariyê ye. Polîtîkaya li herêma pêk tê xeta siyemîn e.”

Mamoste Sîpan Îsmaîl bi van gotinan re axaftinên xwe bi dawî kir: “Pêwîstiyeke girîng bi xwedîderketina nasnameya çandî û siyasî heye. Pirsgirêka me ya serekê û rexneya min ew e ku em pişta xwe didin çavkaniyên din, neyên Kurdî. Di lêkolîn û vêkolînan de em vê dikin. Xebatên saziyên me gelekî kêm dimeşê ne li gorî qonaxên vê demê ne. Ger em xwedî li nasnameya vê herêmê derbikevin em dikarin xwe biparêzin.

Komxebat bi nîqaşên beşdaran didome.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dayika 4 şehîdan jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re Îlham Ehmed: Hikûmeta Şamê divê Rêveberiya xweser nas bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên Suryanî piştevaniyê ji xwe re dikin esas

Yekîtiya Jinên Suryanî ku sala 2013'an ava bû, bi piştevaniya jinên Ereb, Kurd û Suryanî…

Ji aliyê Stêrk TV

6 sal û 3 meh cezayê hepsê dan şaredarê berê Mehmet Yaşik

Bi hinceta xebatên siyasî 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li şaredarê berê yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk gundên Minbicê bombebaran kir

Dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û obusan du gundên Minbicê bombebaran kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Dibistananên Kobanê ji 72 hezar xwendekarî re deriyên xwe girtine

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

‘Doktrînên şerê modern, têgihiştina berxwedan bêwate ye ava dikin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Tirbespiyê tabûra Şehîd Laleş hat avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Mazlûm Ebdî: Saziyên Rêveberiya Xweser dê hebûna xwe bidomînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?