Pêncşem, 13 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya bi Erdogan re bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Burdurê yên jehrkirî bûne nabin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê bi Erdogan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyet wê bi Erdogan re bicive: ‘Divê em di demek nêz de bi Birêz Ocalan re jî bicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Wê desteyên nû ava bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofa Îtalî name ji Rêber Apo re şand: Azadiya we parçeyekî aştiyê bi xwe ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Dest ji hevkariya komkujiya Kurd berdin!
Jin

KJK: Dest ji hevkariya komkujiya Kurd berdin!

KJK’ê got ku serbestiya qada hewayî ya ku li Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojava pêşkêşî dewleta Tirk tê kirin, hevkariya komkujiya Kurdan e û bang li hêzên navneteweyî kir ku dest ji hevkariya komkujiyê berdin û her kes li dijî qirkirinê xwedî helwest be.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistan (KJK) têkildarî êrîşa dewleta Tirk ku di saetên siharê de li navçeya Seyîdsadiq a Silêmaniyê wesayîteke rojnamevanan pêk anî û 2 rojnamevanên jin hatin qetilkirin, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Îro di saetên siharê de ji kedkarên Çapemeniya Azad a Kurd Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn di encama êrîşa SÎHA’yên Tirk de hatin qetilkirin. Di serî de em vê êrîşa nemerd bi nefret şermezar dikin, sersaxiyê ji malbat, kedkarên çapemeniya azad û gelê xwe re dixwazin. Em soz didin ku Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ku di têkoşîna xwe ya jin de weke lehengên jin ên cîhana azad bidin jiyîn. Şîfaya lezgîn ji Rêbînê re dixwazin ku di êrîşê de birîndar bû.

Ji ber ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê pêk tîne, sepandinên pêwîst nayên kirin, ev êrîş sîstematîk bûne. Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) ragihandibû ku di navbera salên 1991 û 2024’an de di êrîşên Tirkiyeyê de 344 kes jiyana xwe ji dest dane, 358 kes birîndar bûne û di encama van êrîşan de zêdetî 170 gund hatine valakirin. Di heman demê de li Rojava û Şengalê hêzên rêveberiya xweser û sivîl tên qetilkirin, li Bakurê Kurdistanê li dijî zimanê Kurdî şer tê meşandin. Konsepteke qirkirina Kurd a topyekûn li ser tevahiya Kurdan tê meşandin.

Bi peymana Enqere-Bexdayê ya di 15.08.2024’an de lihevkirineke nû ya qirkirina Kurdan ket meriyetê. Ya ku vê peymanê ji peymanên hevpar ên hêzên qirker cuda dike ev e ku cara ewil partiyeke ku qaşo partiya Kurd e, rasterast di lihevkirina qirkirinê de cih digire. PDK’ê ji bo ku hêzên qirker di vê peymanê de lihev bike bi rola wezîrê têkiliyên derve yê Tirk rabûye û piştî peymanê tasfiyekirina hêzên xweparastinê yên Şengalê YBŞ-YJŞ’ê û girtina Çapemeniya Azad xist rojevê. Bi vî rengî PDK’ê zemîna êrîş û komkujiyên nû afirand. Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn di encama zemîna vê peymanê de hatin qetilkirin.

Divê gelê me û raya giştî ya hêja bizanibe ku ev peymana qirkirina nû ne tenê li dijî Tevgera Azadiyê ye. Plana qirkirinê bi armanca federasyona Başûrê Kurdistanê gav bi gav ji holê rake, êrîşî Rojava û Şengalê bike û li her derê cîhanê li ser Kurdan were meşandin, di meriyetê de ye. Peymana Cezayîrê ya nû û rewşek nû ya Enfalê heye. Ji ber ku Tevgera Azadiyê li pêşiya pêkanîna vê qirkirinê asteng dibînin, rasterast êrîşî Tevgera Azadiyê dikin. Armanca operasyona dagirkeriyê ya bi hevkariya Komara Tirk-PDK’ê li dijî gerîla hatiye pêşxistin, projeya Mîsakî Millî ya qirkirinê ku Mûsil-Kerkûkê jî digire nav xwe ye. Di vê wateyê de dewleta Iraqê rûmet û pêşeroja gelên Iraqê firotiye dewleta Tirk.

Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî xiyanet û qirkirinê helwesteke şoreşgerî nîşan bidin. Banga me ji civaka navneteweyî re ev e; serbestiya qada hewayî ya ku li Başûrê Kurdistanê, Şengal û Rojava pêşkêşî dewleta Tirk tê kirin, hevkariya komkujiya Kurdan e. Em bang li wan dikin ku dev ji vê hevkariya komkujiyê berdin û bang li her kesî dikin ku zextê li civaka navneteweyî bikin. Divê ti kes li ser gelê Kurd siyaseta erzan nemeşîne û hêza gelê Kurd paşguh neke. Gelê Kurd wê ji her demê zêdetir bi hêztir vê peymana qirkirinê têk bibe, dîktatoriyan hilweşine û wê bên darizandin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Qubad Talabanî û Waliyê Silêmaniyê êrîşa li dijî rojnamevanan şermezar kirin
Nûçeya Pişt re Bayindir: Serkeftin wê ya gelê Kurd be
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Çalakiyên “Deng bide azadiyê” dewam dike

Çalakiyên “Deng bide azadiyê” ku ji aliyê xizmên girityan ve tê lidarxistin, bi daxwaza ‘Ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Divê tavile bi Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di axaftina xwe ya Hevdîtina Aştî û Civaka…

Ji aliyê Stêrk TV

Bakirhan: Yek ji gavên herî girîng ên aştiyê rûbirûbûna li rabirdûyê ye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di bîranîna karsazên Kurd de axivî ku beriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?