Endamê Tîma Avakirina Aştiya Civakî (CPT) Kameran Osman daxuyand ku ji ber şer û bombebarana dijwar a balefirên bêmirov û topbaranên dewleta Tirk, îro di saetên sibehê de li devera Berwarî Bala şewat derket. Kameran Osman diyar kir ku şewat gihişt nava gundên Mêrga Qesrê, Girê Sor, Elkîşkê, Cembelkê û Bêlîzanê.
Kameran Osman anî ziman ku gundê Elkîşkê agir hatiye heta nava xaniyên gund, bax û goristana gund. Kameran Osman diyar kir ku ji ber şewatê rêya sereke ya ketin û derketina gund hatiye girtin û got: “Hinek şênyên gund karîne ji gund derkevin xwe rizgar bikin. Lê niha 19 malbat di nava gund de asê mane û daxwaza alîkariyê dikin.”
Kameran Osman eşkere kir ku li gor tê texmînkirin, ji ber şewata îro, nêzî 2 hezar û 400 donim erazî şewitiye.