Êriş roja Duşemê li eyaleta Belûcistanê herî kêm li 3 herêman hate kirin.
Berdevkê hikumeta Belûcistanê Shahid Rind ji AFP’ê re aragihand ku êriş ji aliyê BLA’yê ve bi rengekî koordîneyî hatiye kirin û di encamê de 39 kes hatine kuştin.
Rayedarê xwecihî Necîbûllah Kakar jî ji AFP’ê re diyar kir ku li herêma Mûsakhaîlê 30 heta 40 kesên çekdar li ser rêya Pencap a Belûcistanê otobus û qemyon sekinandin.
Necîbûllah Kakar got, “Wesayitên ji Pencapê dihatin an jî yên diçûn Pencapê hatin kontrolkirin û piştre kesên ji Pencapê hatin, ew tespît kirin û qetil kirin.”
BLA’yê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku li ser rêyên Belûcistanê dest bi operasyonekê kirine û tenê li hêzên ewlekariyê yên Pakistanê xistine.
Koma çekdar şeva Duşemê bi daxuyaniyekê hişyarî dabû xelkê Belûcistanê ku xwe ji rêyên bejahî vegirin û diyar kiribû ku ‘têkoşîna wan li dijî artêşa Pakistanê ya dagirker’ e.
Belûcistan ku sînorê Efganistan û Îranê ye tevî ku ji aliyê çavkaniyên xwezayî ve dewlemend e, eyaleta herî mezin û xizan a welêt e.
Tevgera serhildêr a li Belûcistanê dixwaze xweseriyeke hîn mezin werbigire û çavkaniyên maden û gazê yên li eyaletê kontrol bike.