Heqîqet di kurahîya dîroka me da ye, em di nav heqîqetê de rastîyek veşartî dijîn. Rastiya herî rast jî ew e ku mirov bi bêdawiya jiyanê bawer bike û wê bi rûmet hilgire. Em bûne şahidê gelek camêr û jinên leheng ên ku tevî hemû qirêjiya dîrokê her pak mane. Wan ji me re bingeh dan ku em ne tenê xwe ji qirêjiyê paqij bikin, di heman demê de rastiyê jî biafirînin. Hin ji wan gotin ’em ewqas ji jiyanê hez dikin em ê ji bo wê bimirin’, hin ji wan gotin ‘berxwedan jiyan e’ û heta dawî berdêla berxwedanê dan. Hin keç û xortên leheng bedenên xwe kirin topek ji agir û xwelîyên xwe ji dîrokê re weke mîrateyek hiştin û gotin, ‘pêwîst e layiqî van bin, divê em bi paqijkirina agir bersivê bidin van hemû qirêjiyan’. Hin ji wan jî her şopdarê heqîqetê bûn û li pey xwe heqîqet hiştin…
Hin hevok hene ku dema tên nivîsandin dilê mirov dilerize. Jîyan kirina van hevokên ku dilê mirov dilerizîne çawa ye? Belê; ‘Li kolanên Kurdistan’ê du jîn hatin qetil kirin ‘. Helbet ev hevok ne hevokeke asayî ye. Ew ne vegotineke ji rêzê ya bûyereke asayî ye ku wek rastiyek pêk hatiye. Ev hevok belkî îfadeya herî dijwar e ku mirov bi cesaret li dîroka xwe binêre û paşê ji wijdanê xwe bipirse. Tenê bi vê hevokê mirov dikare dîroka me ya dused salî ya ku bi rastiya êş, êşkence û qetlîamê ve girêdayî ye were dîtin. Komkujî, şewitandin, kuştin û ya herî bi êş dûrketina ji hebûn û cewhera xwe… Belê, ev hemû îro jî diqewimin, weke ku ji Agirî heta Dêrsim, Şengal û Kobanê nîşan dide. Polîtîkayên qirkirin û îmhayê yên ku ev du sed sal in li ser Kurdan tên meşandin îro jî dewam dikin.
Helbet dijmin wê dijminatiyê bike. Lê em vegerin û ji xwe bipirsin; Em wek gelê Kurd hê li benda çi ne? Em ê hê benda çend komkujîyan bibin û bêdeng temaşe bikin? Ma hê çend Zelal, Nagîhan, Gulîstan û Hêro’yan bibin qurban? Ma ne şerme kû li kolanên Kurdistan ê jin tên qetil kirin?
Qêrîna azadiyê ya jinan divê ji cihên ku bêdengiya bajar û kolanên tarî li me tê ferz kirin derkeve û bihejîne. Jinên Kurdistanê ku vê nivîsê dixwînin, divê baş bizanibin ku ger îro gav neyên avêtin û sloganên serhildanê neyên berzkirin, wê zîhniyeta xiyanetkar û dewletê li meydanan bindest bibe û jin li van axan her mehkûmê mirinê bin. Mirina her jinekî mirina jîyanekî ye. Jîyana her jînekî mirina desthilatî û xîyanetê ye. Loma berê guleyên wan li jina ye. Ma bi rastî ji bilî berxwedan û têkoşînê li welatekî ku ji mirinê pêve tiştek ji mera nehiştine tu rêyek ji bo parastina hebûna xwe heye?
Bila jîyana me neguhere trajediyên tirsnak û domdar. Trajedî çi ye? Wateya hêstirên bêveger, girî, qêrîn, êş, tirs, mirin, wêranî û felakete. Rêber Apo got: “Her bûyerek ew qas bandorker e ku şoreşek hewce dike.” Pêvajo tevlêbûnek piralî, ruhê Şerê Gel ê Şoreşgerî li ser me ferz dike. Em çiqas giraniya pêvajoyê fêm bikin, ewqasî dikarin polîtîkayên dijmin têk bibin. Çiqas hêz bi watedar be, ewqas yekitiya rûhî ava dibe.
Li hemberî jin û gelên azadîxwaz şensê serkeftinê yê dewlet û şer nîne. Her çiqas di dîrokê de êşên giran li jin û gelan dabe jî, lê bi pêşengiya jinan û daxwazên gel ên azadiyê mehkûmî binketin û hilweşînê bûn. Li hemberî berxwedana jinê ti şensê faşîzmê nîne.