Rêxistina Kongra Star a Kantona Cizîrê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” meşek girseyî li dar xist. Di meşê alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kongra Star û pankartên “Bi roniya rojê re em ê hev bibînin” û “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hatin hildan. Endam û rêveberên rêxistina Kongra Star a Kantona Cizîrê û Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Cizîrê, endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser û jinên hemû bajar û bajarokên Kantona Cizîrê di meşê de cihê xwe girtin.
Meşa ji Çerxerêya Osman Sebrî ya bajarê Qamişlo dest pê kir, heya Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişo berdewam kir. Girseya meşê li Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo gihîşte hev û li vir meş vegerî mitîngê.
Di mitîngê de endama Koordînasyona Kongra Star a bajarê Qamişlo Şîraz Hemo axivî. Şîraz Hemo bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di axaftina xwe de, şehîdên ku di pûçkirina komloyê de cîh girtine, bi bîr xistin. Şîraz Hemo, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li saziyên navneteweyî yên mirovî kir û got: “Divê hûn erkên xwe bi cîh bînin.”
Endama Yekitiya Jinên Ciwan Sara Hesen jî destnîşan kir ku jinên ciwan, heya ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a fizîkî pêk bînin wê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.
Mitîng bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bimire Erdogan”, “Kujer Erdogan” û “Terorîst Erdogan” bi dawî bû.