Tûba Sert a ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Manavgatê ya Antalyayê girtî ye, 2’ê Îlonê bi malbata xwe re hevdîtin kir û qala zextên li girtîgehê kir.
Li gorî agahiyan, Tûba Sert anî ziman ku gardiyanê sereke timî zexta psîkolojîk li girtiyan dike, heqaretê dike û gefê dixwe.
Girtiya jin anî ziman ku bi taybetî gardiyanên jin 28’ê Tebaxê piştî axaftina bi telefonê ya heftane ya girtî Zîlan Demîr zordarî û tundî lê kirine.
Tûba Sert ragihand ku li girtîgehê hin girtî li koxûşên yek kesî, hinek jî li koxûşên 3 kesan têne ragirtin û got, “Li hemberî zext, êşkence û her cûre binpêkirina mafên mirovan em ê têbikoşin. Em ê serî netewînin. Encama xwe çi dibe bila bibe em ê serî netewînin.”
Malbata Tûba Sert jî ragihand ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa S a Manavgat a Antalyayê kiryarên li dijî mirovahiyê têne kirin û diyar kir ku ew ji jiyana girtiyan bi fikar e.