Pêncşem, 21 Tebax 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Aştiyê: Di vê demê de divê em dayik bibin yek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li pêşiya Meclîsa Tirkiyeyê wesayita ‘Toros’ hate şewitandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di rojeva komîsyonê de kuştinên kiryar nediyar û windahî hene

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Beyoglûyê û 16 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Divê komîsyon rê nede şerxwazan û ji bo aştiyê hewl bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG: Milîtanê Apoyî hevrêyê me Argeş Serhed şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amed Malazgîrt: Nûreddîn Sofî şoreşgerekî piralî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê: Em dixwazin ji komîsyonê re bibin alîkar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîhan Sîncar: Divê dewlet bi lez gavên şênber biavêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sê şehîd li Amed û Rihayê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê serdegirtina malan: 3 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    REPAK: Cezayê darvekirinê ya li Şerîfe Mihemedî hat birîn êrîşa li ser mafê jiyana jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emmeline Pankhurst: Têkoşera pêşeng a ji bo mafên jinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em ê bibin deng û nefesa Şerîfe Mûhammedî!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mirina bi guman a jinan ji kuştina jinan zêdetir bûye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Adar: Divê jin hêza xwe ya parastinê li her derê avabike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdîl Ûgûrlû: Jin hêmana esasî ya pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Albûma nû ya Awazê Çiya ‘Dara Jiyanê’ derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em di Festîvala Ciwanan a Şehîd Lecwan Mûnzûr de li hev dicivin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Niha dema Cegerxwîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Klîba Derwêş û Edûlê: Di evîna Kurdî de drama azadî û lehengiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji helbesta Rêber Apo ya ji bo zarokan klîba anîmasyonê hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên Şengalê bi klîba ‘Şehîdên welatê me’ hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Ji ‘Bihara Ereb’ ber bi Rêveberiya Xweser -1
Rojava

Ji ‘Bihara Ereb’ ber bi Rêveberiya Xweser -1

Li Sûriyeyê protestoyên gel bi bandora 'Bihara Ereb' sala 2011'an destpê kir. Sala 2012'an li Kobanê agirê şoreşê hate dadan û 2018'an Rêveberiya Xweser hate ragihandin. Par jî bi Hevpeymana Civakî hate tacîdarkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Îlon 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Bi bandora Bihara Ereb li Sûriyeyê tevgerên gel di gelek mijaran de bûn sedema guherînan. Bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li herêmê guherîna siyasî û civakî zêde bû.

Bandora Bihara Ereb bi mehên destpêkê yên sala 2011’an re bi lez li Sûriyeyê belav bû. Tevgerên gel ku li Tûnisê piştî ku firoşkar Mûhammed Bouazizi bedena xwe da ber agir destpê kir, li Sûriyeyê jî bû sedema çalakiyên mezin ên şermezarkirinê. Li Hesekê Hasan Ali Akleh meha Çileyê ji bo şermezarkirina rejîma dîktatoriyê bedena xwe da ber agir. Piştre jî li Şamê tundiya polîsan a li dikandarekî bû sedem ku hezar û 500 kes dakevin qadan û dirûşmên ‘Gelê Sûriyeyê nikare biçûk bê xistin’ hatin qîrîn.

Dengê ‘Bila rejîm bê hilweşandin’ ku berê li Misrê û Yemenê bilind bû, vê carê li bajarê Deraa yê Sûriyeyê deng vedida. Komek ji ciwanan 15’ê Adara 2011’an gotina ‘Gel rejîmê naxwaze’ li ser dîwêr nivîsî û hêzên rejîmê ew zevt kirin û êşeknce lê kirin. Vê bûyerê hêrsa gel a li Deraayê zêde kir û hêrs li Hama, Hûms, Lazkiye, Qamişlo û Dêrazorê jî di nav de li gelek bajaran belav bû. Çalakiyên bi navê ‘Hêrsa Înê’ bi rêk û pêk hatin lidarxistin. Destpêkê li Deraayê pêk hatibe jî di demeke kurt de li tevahiya welêt piştgirî wergirt.

TEQÎNA HÊRSEKE MEZIN

Di encama girtina li xwepêşandaneke meha Nîsanê Hamze el Hatip ê 13 salî bi êşkenceyeke giran hate qetilkirin, di 25’ê Gulanê de dema ku cenazeyê wî radestî malbata wî hate kirin li ser bedena wî şopa şewatê û sê fîşekan hebû. Piştî ku wêneyên Hamza li medya dîjîtal hatin parvekirin, bû sedema teqîna hêrseke mezin. Ber bi meha Hezîranê re komên têkoşer baskê leşkerî ava kirin. Di 2’ê Hezîranê de 300 Sûriyeyî li Antalyayê li hev kom bûn û ‘Konferansa Guherînê ya li Sûriyeyê’ lidar xistin. Di encama vê konferansê de bi serkêşiya Biratiya Misilman de komîteyek hate avakirin û Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) hate damezrandin. Di 11’ê Cotmehê de baskê siyasî yê ASA Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) ava bû.

JI EL QAÎDEYÊ BANGA CÎHADÊ

Lîderê El Qaîdeyê Eymen el-Zevahiri sala 2012’an dîmenek weşand û bang li Misilmanan kir ku tevlî cîhada li Sûriyeyê bibin. Di 12’ê Nîsana 2012’an de hate eşkerekirin ku hevdîtinên aştiyê yên ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve dihatin meşandin bi ser neketine û NY’ê rewşa li Sûriyeyê weke ‘şerê navxweyî’ pênase kir. Vê yekê nîşan dida ku asta şer a li Sûriyeyê wê bilind bibe.

LI ROJAVA ÇI QEWIMÎ?

Li Rojava jî di Cotmeha 2011’an de Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ava bû ku rêxistineke sîwanî ya saziyî ye. Piştî ku hemû sazî û pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê tevlî nav bû, TEV-DEM’ê mohra xwe danî binê gelek karên cuda, xwe bi rêxistin û mezin kir. Di mijarên perwerde û parastinê de xwe bi pêş ve bir û sala 2011’an Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ava kir. Bi sala 2013’an de pêvajoya avakirina meclîs û komunan destpê kir. Gavên dihatin avêtin di sala 2012’an de êdî rêya şoreşê nîşan didan. Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê çirûsta destpêkê ya vê şoreşê hate pêxistin. Piştre li Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrikê, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Til Temir û Hesekê belav bû.

KANTON Û RÊVEBERIYÊN DEMKÎ

Meclîsa Qanûndanînê ya Demkî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 21’ê Çileya 2014’an li bajarê Amûdê li hev kom bû û Rêveberiya Demkî ya Kantona Cizîrê ragihand. Di 27’ê Çileyê de li Kobanê, di 29’ê Çileyê de jî li Efrînê Rêveberiya Xweser hate ragihandin. Pİştre jî sala 2016’an Koordînasyona Kantonan hate avakirin.

FEDERASYONA BAKURÊ SÛRIYEYÊ

Her ku sîstema xweparastinê xurt bû, qadên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagirkirin jî li pey hev dihatin rizgarkirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ku sala 2015’an ava bû, sala 2015’an Girê Spî, sala 2016’an Minbic, sala 2017’an Tebqa û Reqa rizgar kir. Ji bo ahengiyê di navbera van herêman de pêk bîne sala 2017’an Federasyona Bakurê Sûriyeyê hate ragihandin. Di vê çarçveyê de sê herêm (Cizîr, Firat û Efrîn) û 6 kanton (Li Herêma Cizîrê Qamişlo û Hesekê; li Herêma Firatê Girê Spî, Kobanê û li Herêma Efrînê jî Efrîn, Şehba) hatin pênasekirin. Li Minbic, Reqa û Tebqayê jî Meclîsa Gel a Sivîl hate diyarkirin. Herî dawî sala 2019’an Dêrazoorê ji DAÎŞ’ê hate paqijkirin û Meclîsa Sivîl a Dêrazorê hate avakirin.

RAGIHANDINA RÊVEBERIYA XWESER

Bi vê yekê re nîqaş li ser şêweyê rêveberiyê zêde bû. Lewma di 6’ê Îlona 2018’an de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate ragihandin. Beriya vê astê, Hevpeymaneke Civakî di sala 2014’an de hatibû avakirin ku Efrîn, Cizîr û Kobanê vedihewand. Di sala 2017’an de derbasî sîstema Konfederalîzma Demokratîk bû, du qonax temam bûn, lê belê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê qonaxa sêyemîn nekarî pêk were. Lewma bi birêxistinkirina sîstema nîvcomayî re li herêmê sîstemeke dualî hate avakirin. Lewma hem sîstema Rêveberiya Xweser hate meşandin hem jî li gel wê sîstema meclîsê hate birêvebirin.

ERÊKIRINA HEVPEYMANA CIVAKÎ

Di vê çarçoveyê de sala 2021’ê bi beşdariya gelên herêmê civîn hatin lidarxistin û mijara nivîsandina Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kete rojevê. Di encama karekî ji du salan de pêşnûmeya hevpeymanê hate amadekirin û pêşkêşî Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin. Meclîsa Giştî jî 12’ê Kanûna 2023’an Hevpeymana Civakî pejirand.

SERERASTKIRINA RÊVEBERIYÊ

Li gorî hevpeymana nû ku ji çar beş û 134 xalan pêk tê, di sîstema Rêveberiya Xweser de guhertin hate kirin, navê herêmê weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate guhertin. Sîstema herêmên Cizîr, Firat û Efrînê hate rakirin û derbasî sîstema kantonan bû. Bi vî rengî sîstema ji 7 kantonên Efrîn-Şehba, Cizîr, Kobanê, Minbic, Reqa, Dêrazor û Tebqa hate birêxistinkirin.

MISOGERKIRINA MAFÊN GELAN

Hevpeymana Civakî ku xwe dispêre Konfederalîzma Demokratîk, azadiya jinê ji xwe re dike esas, civakeke demokratîk û ekolojîk ava dike, wekheviya navbera zayendan ji xwe re dike bingeh; cihêkariyê di navbera netewe, ol û mezheban de nake, pîvanên welê ji xwe re dike esas ku li pêşberî zimanê dayikê yê hemû neteweyan bi xweşbînî tevdigere û taybetmendiya demografîk a herêmê weke mîrateyekê dibîne û diparêze. Di hevpeymanê de ku navê Kurd, Ereb, Asûrî-Suryanî, Tirkmen, Ermen, Çerkes, Çeçen; Misilman, Xiristiyan û Êzidî derbas dibe, mafên civakan û gelan ewle dike.

SIBE: Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd qala armancên Rêveberiya Xweser ên sala 7’an kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Serhat Guzel li Wêranşarê hat veşartin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 5’Ê ÎLONA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Artêşa Îsraîlê wesayîtên zirxî yên Sûriyeyê hedef girt

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li dijî hin tankên ku ber bi herêma Swêydayê ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi sed hezaran kes tevlî mitînga li Maltepeyê bûn

Bi sed hezaran kes tevlî mitînga li Maltepeyê bûn. Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê bi…

Ji aliyê Stêrk TV

1043 kesayetan mohra xwe danîn binê belavoka banga ji bo aştiyê

1043 kesayetan li dijî polîtîkayên şer û neçareseriya di pirsgirêka Kurd de belavokek amade kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Siwêdayê êrîş li 2 gundan hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Sûriyeyê hejmara windayan ji sala 1970’î û vir ve dibe ku 300 hezarî derbas bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyên şehîdan li Hesekê û Tebqayê hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çekdarên di destê hêzên Durzî de ne: Me talîmata Wezareta Sûriyeyê pêk anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?