Duşem, 17 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayramoglu: Pêvajoya rastîn dê bi pêkanîna qanûnê û rojevbûna daxwazên Kurdan dest pê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parlak: Piştî çarçoveya qanûnê wê pêşiya gavên nû yên qanûnî vebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Bi vêxistina agirê azadiyê şopa xwe hişt
Rojava

Bi vêxistina agirê azadiyê şopa xwe hişt

Şehîd Rojîn Efrîn ruheke şoreşgerî ya ku agirê têkoşînê di dilê xwe de dihewand, bi wêrekiya xwe ber bi azadiyê ve dibeziya û di her gava ku diavêt de hêza jinan mezin dikir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Îlon 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Rojîn Efrîn (Mizgîn Mamo) di sala 1992’an de li navçeya Bilbilê ya Efrînê jidayik bû, di malbateke welatparêz de mezin bû. Rojîn şahidiya avakirina Tabûra Şehîd Rûken a di sala 2013’an de hate avakirin, kir û biryar da ku tevlî têkoşîna azadiyê bibe. Di dema ku çirûskên Artêşa Jinên Rojava li Efrînê geş dibû de, avakirina vê tabûrê Rojîn motîve kir û hişt ku tevlî têkoşînê bibe. Rojîn şerê li dijî hêzên tarî bi ruhê xwe yê şoreşgerî ronî kir. Ne tenê ji bo axa Efrînê, li Minbicê jî li dijî zilma çeteyên DAÎŞ’ê şer kir. Bi beşdarbûna Pêngava Minbicê re agirê azadiyê li ser xakê gurtir kir. Dema ku navê wê di Operasyona Minbicê de deng veda, hezkirina welat a di dilê wê de li her derê hat hîskirin. Rojîn piştî çeteyên DAÎŞ’ê ji Minbicê hatin paqijkirin, di 2016’an de vegeriya Efrîna ku lê jidayik bûbû û pêşengiya Pêngava Şehbayê kir.

DILÊ WÊ BI HEZKIRINÊ TIJÎ BÛ

Şehîd Rojîn beriya ku beşdarî nava têkoşîna azadiyê bibe, bi dildarî di kreşeke zarokên sêwî de dixebitî. Dema di sala 2016’an de gihîşte Efrînê, rawestgeha wê ya yekem ev kreş bû. Evîna dilê wê bi dilovaniyeke mezin digihîşt zarokan. Eleqeya wê ya bi wan rûyên bêguneh re, tenê dest jiyana wan nedida di heman demê de dest dilê civakê jî dida. Bi awirîn hezkirî û fêrkirinê teşe dabû jiyana zarokan. Ew cewhera di hundirê zarokan de dîtibû û weke rêbereke ku hêvî dide wan hebûna xwe dewam kiribû. Wêrekî û biryardariya xwe ya di têkoşîna azadiyê de, bi dilovanî û hezkirina xwe ya di têkiliya bi zarokan re kir yek û di cewhera xwe de weke mirovekê ew nirxên hilgirtibû derxist holê.

BI ALIYÊN HUNERÎ JÎ BAL DIKIŞAND SER XWE

Jêhatîbûna di warê leşkerî û bîrdozî ku di demek kurt de bi dest xist, bû fermandara yekîneyê. Hevrêyên wê yên ku li dora wê kom dibûn, li kêleka wê xwe di ewlehiyê de hîs dikirin. Gava ku ber bi armancek pîroz ve diçûn, careke din wateya piştgirî û hevgirtinê çi ye dihat bîra wan. Ne tenê di warê leşkerî de, di aliyê hunerî de jî bal dikişand ser xwe. Beytên ku wê nivîsandibûn hişt ku ew raman û hestên xwe yên kûr bîne ziman. Di heman demê de ruheke wê yê hunerî hebû ku bi her gotinekê re di dilê mirovan de şop dihişt.

HÊZEKE MEZIN DA JINAN

Mîna abîdeyeke bedewiyê bû ku bi nirxên etîk û estetîk ve hatibû rêsandin. Rêwîtiya wê ya di kûrahiya ruhê wê de bû sedema veguhertineke mezin a hişmendiyêî û ji xizmeta paradîgmaya azadiya jinê re ti carî dûr nesekinî. Bi hemû nazikiya xwe hêz, azadî û berxwedana di hundirê jinê de digihande jiyanê. Ev jiyana wê ya bi hêz, têkoşîna jinê ya ji bo hebûnê ronî kir, hêz û wêrekî da wan. Bi helwesta xwe ya bi coş û biryardarî; deng li dengê jinan zêde kir û hêza wan xurtir kir.

PIRTÛKA ‘ÇAWA BIJÎ?’ LI GEL XWE DIGERAND

Şehîd Rojîn bi cangoriya ruhê têkoşîna azadiya jinê re di eniya şer de jî pirtûka Rêber Apo ya “Çawa bijîn” li gel xwe digerand. Ev pirtûk çavkaniya rêber û îlhamê bû. Dema ku firsend didît dest bi xwendina pirtûkê dikir û di nava rûpelan de derdiket rêwîtiyê û di kûrahiya pirtûkê de winda dibû. Ramanên felsefî û bi bandor ên Rêber Apo asoyên nû jê re vekir û îlham didayê. Bi xwendina pirtûkê re bîr, bawerî û ruhê wê yê têkoşînê pêş ket û xwe hîn kûrtir kir. Şehîd Rojîn nêzîkatiyên serweriya mêr dizanibû û li dijî wan têkoşînek bi biryardarî dida. Li ser perspektîfa artêşbûna jinê ya Rêber Apo hûr dibû û armanc kir ku di têkoşîna jinê ya civakî de qonaxeke nû zêde bike. Di têkoşîna azadiya jinê de pergala serdest a mêr di lêpirsînê de derbas kir û veguherandinê esas girt. Dahûrandinên Rêber Apo yên li ser azadiya jinê pêşkêş kiriye, bi hûrgulî lêkolîn dikir û pêk dianî.

JI TECRÛBEYÊN XWE HÎN DIBÛ

Ji tiştên heyî razî nedibû û her tim li ser pêşketinê sekinî. Ji bo pêşxistina taktîkên leşkerî di nava hewldaneke bi coş û biryardarî de bû. Her tim xwe nû dikir û bi pêş pêş dixist. Di nava hewldana pêşxistina stratejiyên bi bandor de bû û her tim fikrên nû kifş dikir.

Taktîkên leşkerî bi berfirehî û kûr analîz dikir, kêmaniyên xwe tespît dikir û wan ji kêmasiyan ji holê radikir. Di pêvajoya pêşxistina taktîkên leşkerî de bi berfirehî xebitî û girîngî dida hûrguliyan. Li şûna ku tenê taktîkên heyî bipejirîne, bi rexnekirinê hewl dida wan bi bandortir bike. Hewl da ku xwe di warê leşkerî de bi dîsîplîn, bi rêkûpêk û armancgir pêşde bixe. Ew ji tecrûbeyên xwe fêr dibû, ji kêmasiyên xwe ders derdixist û her tim di nava hewldana rastkirina xwe de bû.

WÊREKÎ, BIRYARDARÎ Û FEDAKARÎ

Şehîd Rojîn li her derê bi kesayeta xwe ya dilpak û durust bû çavkaniya moral û hêzê. Di sala 2016’an de piştî serketina mezin a Pêngava Minbicê, çeteyan bi dijwarî êrîşî Şehbayê kirin. Di eniya herî pêş a Pêngava Şehbayê de cih girt. Rojîn bi wêrekî, vîn û fedakariya xwe ya di nava şer de dihat naskirin, her tim pêşengiya têkoşînê kir û îlhamê dida hevalên xwe. Rojîn di 21’ê Mijdara 2016’an de li gundê Şealê yê Şehbayê şehîd bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê PAJK: Hevrê Nujiyan mîrateyeke mezin a berxwedanê hişt
Nûçeya Pişt re ROJEVA 7’Ê ÎLONA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di Cejna Qurbanê de serdana goristanan

Bi wesîleya Cejna Qurbanê di serî de Colemêrg û Stenbol li gelek bajaran serdana gorên…

Ji aliyê Stêrk TV

Veysî Aktaş hate berdan

Veysî Aktaş ê ku 10 salan li Girtîgeha Îmraliyê girtî bû, hate berdan.

Ji aliyê Stêrk TV

Siyasetmedarên Kurd ji bo meşa Strasbourgê bang kirin

Beriya meşa ku wê di 14’ê Sibatê de li bajarê Strasbourgê ji bo protestokirina komploya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Lubnanê 42’emîn salvegera Cejna Vejînê hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Dayîka Şehîd Şîlan: Bi fîşeka yekem re jiyaneke nû hate avakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Xerîb Hiso: Rola pêşengtiyê yê Mam Zekî pir hêja û dîrokî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê Şehîd Dilsoz Cûdî li Kobanê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?