Duşem, 17 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Meryem Uzkaş taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê cînayeta kar: Tahîr Çîçek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hemwelatiyê Suryanî Kuçukaslan: Divê ji bo aştiyê rêyên diyalogê bê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Êlihê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > TAJÊ banga xurtkirina yekîtî û têkoşîna hevpar li jinan kir
Jin

TAJÊ banga xurtkirina yekîtî û têkoşîna hevpar li jinan kir

TAJÊ cangoriyên serhildana Jin Jiyan Azadî bi rêzdarî bibîr anî û banga xurtkirina yekîtiyê û têkoşîna hevpar li jinên cîhanê, bi taybetî li jinên ji her netewî li Rojhilatê Kurdistan-Îranê dijîn kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Îlon 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Di 16’ê Îlona 2022’yan de jina Kurd Jîna Emînî li Tehranê ji aliyê ‘polîsên exlaqê’ yê Îranê ve hat qetilkirin. Li dijî qetilkirina Jîna Emînî bi hezaran gel li derdora felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ de bûn xelek û herikîn qadan. Li gel ku serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ya belavî seranserî cîhanê bû hê didome, zextên rejîma Îranê yê ji bo tepisandina serhildanê bi riya êşkence, girtin û darvekirinê didome.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya duyemîn salvegera serhildanê daxuyaniyek niviskî da. TAJÊ’yê, pêşî tevahî cangoriyên serhildana jin jiyan azadî bi bîr anî û wiha got; “Em di şexsê Jîna Emînî û Şilêr Resûlî de tevahî şehîdên di serhildana  Jin, Jiyan, Azadî de jiyana xwe ji dest dan bi hezkirin û rêzdarî bibîr tînin. Em dewleta Îranê ya ku bi tu awayî hebûn, îrade û nasnameya jin nas nake, bi tundî şermezar dikin. Li hemberî pergala mêr-dewletê û zihniyeta wê ya desthildar jin li ber xwe didin. Di oxira bi dest xistina azadiyê de berdêlên giranbiha û bi rûmet didin.”

TAJÊ’yê, bal kişand ser xeteriya pergala mêr-dewletê ya li ser jin û civakê û wiha hat gotin; “Bi sed sala ye pergala netew-dewlet, bi aqlê serdest yê mêr û bîdoziya wê, ji bo parastina desthildariyê  li hemberî jin û civakê şerekî pir qirêj tê meşandin. Ji bo jin û civakê, pergala mêr-dewletê çeka herî xeter e. Pergala mêr-dewlet di esasê xwe de dijminê jinan, civak û jiyanê ye. Hebûna xwe li ser vê dijminahiyê didomîne. Di sedsala em tê de dijîn de ev dijminahî gihîştiye astekî herî metirsîdar û êdî ev li hemberî tevahî jiyana mirovahiyê gef e. Ji ber ku li her qada jiyanê jin, bi mirin û kuştinê re rû bi rû ye. Jinî Emînî û bi hezaran jinên din ji encama vê zihniyeta ku  ji aliyê rêjîma Îranê ve li ser jin ferz dike hat hedef girtin û kuştin. Di ser serhildanan re du sal derbas bûn dewleta Îranê li şûna guh bide daxwazên jinan û civakê berovajî bi hezaran mirov girtin, darve kirin û qetil kirin. Di nava du salan de gelek jin bi darvekirin. Darvekirina jin û mirovan sucekî herî giran xedar yê li dijî nirxên mirovahiyê ye. Di şexsê Pexşan, Şerîfe û bi dehan jinên wekî wan metirsiya darvekirinê didome. Li dijî viya tekoşînekî hevpar û radîkal divê em jin bidin meşandin û dawî li vê zilmê bînin.”

TAJÊ, bal kişand ser felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya paradîgma azadiya jin û civakê digre navenda xwe û wiha domand; “Me wekî jinên Êzidî piştî fermanê fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir. Me azadiya xwe di fikirê wî de dît. Jinên Rojhilatê Kurdistan û tevahî Îranê jî azadiya xwe, di vê felsefeyê de dîtin. Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî li dijî zilmê û komkujiya jinan serî rakirin û di nava du salan berdêlên pir giran dan. Paradîgmaya Rêber Apo pêşxistiye ji bo azadiya jin û civakê rêya xilasiya ji qirkirin û koletiyê ye. Ger fikir û felsefya Rêber Apo neba, serhildana jinan wê li cîhanê ewqasî deng veneda. Ji ber ku jin pêşenga civak û jiyanê ye, lewma dema Jîna Emînê li Îranê ji aliyê ‘polîsên Exlaq’ û di bin navê dîn de hat qetil kirin, cardin bi pêşengtiya jinan serhildan çêbû û li tevahiya cîhanê berbelav bû.”

TAJÊ, anî ziman ji bo azadiya civakê têkoşîna jinan xwedî rolekî dîrokî ye û wiha domand; “Em di demekî wisa de dijîn qetilkirina jinan bi awayekî pergalî bûye. Ji Kurdistanê heta Rojhilata Navîn û cîhanê jin bi heman zihniyetê tên qetil kirin û kuştin. Ji ber ku aqilê jinê dikuje yek e. Zihniyeta ku Jîna Emînî qetil kir, heman zihniyet bû ku ferman anî serê civaka meyî Êzidî. Di fermanê de jin û zarok herî zêde hatin kuştin, revandin û firotin. Ji ber ku armanc tinekirina jin û civakê ye, şikandina îrada civakê û jinê ye. Li hemberî pergala mêr-dewlet, li hemberî siyaseta şer, dagirkerî û qirkirina jin û civakê jin, têkoşîna hebûn û parastina nirxên mirovahiyê dimeşînin. Parastina hebûn û îradeya azad bi têkoşînekî radîkal û bi rihekî hevpar wê bi serbikeve. Li hemberî aqilê ku kuştina jinê rewa û wekî mafekî dibîne têkoşînekî hîn xort û bi rêxistinkirî hewcehî pê heye.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, di dawiyê de ev bang kirin, “Em bang li hemû jinên cîhanê dikin, li hemberî cîhana mêr ya tê de tenê şer û kuştin heye bi felsefeya jin jiyan azadî serî hildin, qetilkirina Jîna Emînî û bi hezaran jinên mîna wê bikin sedema rabûn, têkoşîn û berxwedanê. Em wekî jinên Êzidî xwe pêşeng û piştgirên herî bi biryar yê têkoşîna hevpar a jinan dibînin. Me xwe bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bi rêxistin kir û tola fermanê hilanî. Bi vê bîr û baweriyê em bang li hemû jinên cîhanê dikin, bi taybetî bang li jinên ji her netewî li Rojhilatê Kurdistan-Îranê dijîn dikin yekîtiya xwe xurt bikin, têkoşîna xwe hevpar bikin. Em wekî jinên Êzidî bi rihê xuşktiyê, bi felsefeya şoreşa jinê, Jin Jiyan Azadî dibêjin em ê heta dawî li dijî neheqî, qirkirin û zilmê bisekinin. Em bi van hestan carekî din di şexsê Jîna Emînî de tevahî şehîdên şoreşa jin jiyan azadî bi minet û hezkirin bibîrtînin û soza xwe ya mezinkirina têkoşînê dubare dikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bûyerên kuştinê yên li çalakiyên şermezarkirinê nehatin lêpirsîn
Nûçeya Pişt re ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Desthilatdariya Şamê amblema xwe ya nû ya ‘neteweyî’ da nasandin

Rayedarên hikumeta demkî ya li Şamê amblema neteweyî ya nû eşkere kirin. Hate ragihandin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Bayik: Em bar bigirin ser milê xwe, tenê ji Rêber Apo re nehêlin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku Tevgera Apoyî li ser bingeha…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 15’Ê SIBATA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Lubnanê 42’emîn salvegera Cejna Vejînê hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Fîlozofê Îrlandayî ji Rêber Apo re name nivîsand: Tu ji bo cîhanê hêviyekî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Şede Beşîr: Em li dijî qetilkirina jinan bibin dengê hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fermandara YJŞ’ê: Şehîd Seîd di jiyanê de fermandar û mamosteyek bû

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?