Yekşem, 11 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hacî Gecîken ê ku piştî 8 salan hat berdan, hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rêya yekane ya serketina pêvajoyê rêxistinbûn û yekîtî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di salekê de 2 hezar û 33 kes hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kesên di komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Têkoşîna me wê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana taziyeya Reşat Eroglu yê PKK’î

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîteya Azadiya Abdullah Ocalan daxuyaniya 9’ê Cotmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komploya 9’ê Cotmehê li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Halît Oral li ser gora xwe hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Li dijî provokasyonên li Hesekê divê em helwest nîşan bidin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wê nexşerêya Jineolojiyê were diyarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Arjantînê ji bo bîranîna şehîd Lêgerîn Çiya civîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Nêrgis Mihemedî nebaş bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Îlonê jî zext li rojnamevanên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Klîba ji bo bîranîna Jîna Emînî
Çand û Hûner

Klîba ji bo bîranîna Jîna Emînî

Di salvegera duyemîn a şehadeta Jîna Emînî de klîba strana 'Jîna Emînî' ya hunermend Beser Şahîn hate weşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Hunemenda Kurd Beser Şahîn ji bo bîranîna Jîna Emînî berhemek bi navê ‘Jîna Emînî’ afirand û beriya bi demeke kurt klîbek jê re amade kir. Bi vê yekê re ne tenê berhemeke hunerî çêkir, her wiha têkoşîn û hesteke kûr jî vegot. Strana ku Memo Gul bestekarî jê re kir, gotinên wê ji aliyê Beser Şahîn ve hate nivîsandin.

Di vê projeyê de ku bi karekî hevpar hate amadekirin, bi kedeke mezin a gelek hunermendan hate afirandin.

Strana ‘Jîna Emînî’ ji bo Beser Şahîn ne tenê straneke, di heman demê de rûyê têkoşîna azadî, zehmetî û êşên jinên Kurd e. Beser Şahîn anî ziman ku weke jin û hunermendeke Kurd wê êşa civak û erdnîgariya xwe bi kûrahî hîs kiriye û got, “Di salvegera duyemîn a şehadeta wê de Jîna Emînî bi hurmet bi bîr tînim. Di şexsê Jîna Emînî de şehîdên çapemeniya azad û hemû şehîdên di oxira azadiyê de berdêl dane bi hurmet bi bîr tînim. Jîna Emînî keçeke ciwan a Rojhilatî bû. Ji aliyê rejîma Molla ve hate qetilkirin. Em zanin ku sedema qetilkirina wê ne tenê por û bedewiya wê bû; nasnameya wê bû. Pêvajoyek beriya wê û piştî wê hebû. Gelê me yê li wê derê di oxira nasname, çand, gotineke xwebûnê û her straneke hunermendan de berdêl dane. Porê Jîna Emînî kirin bahane û ew qetil kirin. Lê belê ev peyamek bû. Xelkê me yê li wê erdnîgariyê ye, gelê Kurd di bin gefekê de ye. Bi darvekirin û komkujiyan di bin gefê de ye.”

Beser Şahîn anî ziman ku piştî kuştina Jîna Emînîn dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ veguherî sembola têkoşînê ya jinên cîhanê û got, “Eger ne ji têkoşîna xurt a jinên Kurd bûya, kuştina Jîna Emînî dikarîbû bihata jibîrkirin.”

Beser Şahîn destnîşan kir ku berxwedana Tevgera Jinên kurd a ji bo xwedîderketinê kir ku Jîna Emînî neyê jibîrkirin û li ser hestên xwe yên di amadekirina stranê de got, “Weke miroveke ku ew hîs kir, min xwest binivîsînim û min ev ye kir. Hêvîdarim ku ev yek wê di dilê mirovan de bibe xwedî cihekî. Jîna Emînî di encama polîtîkayekê de hate qetilkirin. Bêguman li pişt van şehadetan Tevgereke Jinê ya Kurd a bi rêxistin, zane û xurt hebû. Xwedîderketina Tevgera Jinên Kurd kir ku Jîna Emînî weke jğineke Kurd bike sembola têkoşîna ‘Jin, Jiyan, Azadî’. Eger ne ji têkoşîna xurt a jinên Kurd bûya, ne ji rêxistinbûyîna wê bûya wê kuştina Jîna Emînî jî mîna kuştinên beriya niha bûya. Civak êdî xwedî hişmendiyekê ye, jin xwedî hişmendî û rêxistiniyê ye. Kuştin êdî bi bêdengî nayê jibîrkirin. Lewma êdî semboleke. Di doza me, têkoşîna me de yek ji sembolan e, ji ber ku bi sedan sembolên me hene. Jîna Emînî îro ne êdî bi tenê keça dayik û bavê xwe ye; ew bû keça gelê Kurd, ewlada gelê Kurd, nirxê gelê Kurd. Ji vê jî wêdetir bû semboleke têkoşîna jinên cîhanê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KOLN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şervana esîl a Botanê: Destîna Botan
Nûçeya Pişt re Hejmara 3’yemîn a kovara HUNER’ê hate weşandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Trump keştiyeke din a balafirên şer dişîne Rojhilata Navîn

Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ragihand ku keştiyeke din a ji balafirên şer dişîne Rojhilata…

Ji aliyê Stêrk TV

TEV-DEM’ê Cejna Remezanê pîroz kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kir û got: "Hêviya me ew…

Ji aliyê Stêrk TV

Li bajarên Egeyê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ olan da

Li bajarên Egeyê jinan li dijî tundiya dewlet-mêr, qeyûman, qetilkirina jinan, xizanî û polîtîkayên bêcezakirinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?