Yekşem, 16 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê cînayeta kar: Tahîr Çîçek jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hemwelatiyê Suryanî Kuçukaslan: Divê ji bo aştiyê rêyên diyalogê bê bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Duşunmez: ‘Qanûna Çarçoveyî’ hiqûqa yekem a çareseriya demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên gundê Koço bi merasimêkê hatin bibiranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna Lîjneya Bilind a peymana ewlehiyê ya Iraq-Îranê li Hewlêrê pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê bang kir ku her kes bi ruhê 15’ê Tebaxê tevlî têkoşîna jiyana azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komûna Hevgirtina bi Malbatên Şehîdan re Jînda Şerker bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê Meclîsa Şoreşa Jinan hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em li kêleka jinên Efganistanê ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Di deste û komîsyonan de divê temsîliyeta jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Destên Tarî: Armanc û rêbazên sîxurkirinê yên Parastin û MÎT’ê – II
Kurdistan

Destên Tarî: Armanc û rêbazên sîxurkirinê yên Parastin û MÎT’ê – II

Xeleka 2’yemîn a bernameya Destên Tarî a Ronahî TV hate weşandin. Di xeleka nû de li xwe mikûhatina 5 sîxurên nû yên MÎT û Parastinê rêbaz, hûrgulî û qirêjiya têkîliyên wan hate weşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Îlon 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Xeleka 2’yemîn a bernameya Destên Tarî ya Ronahî TV hate weşandin. Di xeleka nû de careke din têkiliyên qirêj yên ENKS, MÎT û Parastinê tên eşkerekirin. Xeleka ku xwe dispêre li xwe mikûrhatina 5 sîxurên hatine girtin, belgeyên têkiliya MÎT, Parastin û van sîxuran destnîşan dike. Her wiha gelek hûrgulî û rêbazên planên qirêj ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê radixe ber çavan.

Di xeleka nû de, li xwe mikûrhatina 3 sîxurên ku careke din ji aliyê Parastinê ve bi rêbazên cûda hatine xapandin, li Başûrê Kurdistanê hatine xistin, perwerdeya sîxurtiyê dîtine û ji bo karê sîxurtiyê ew vegerandine Rojavayê Kurdistanê cih digrin. Her wiha têkilî û mikûr hatina 2 sîxurên ku ji aliyê van sîxuran ve hatine rêxistinkirin û ji MÎT’ê re sîxurtiyê dikin jî cih digrin. 

Di xeleka duyemîn a Destên Tarî de, 2 tiştên sereke derdikevin pêşberî temaşevanan. Ya yekemîn, armanca Parastin, MÎT û ENKS’ê ku dixwazin bi van sîxuran re li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikine. Li gorî li gorî li xwe mikûrhatinê û belgeyan armanca vê şebekeyê ew e ku li herêmê aloziyê çêbike, saziyan reş bike, sîxurtiya kesayet û karkerên pêşeng yên saziyên Rêveberiya Xweser bike û bi vî rengî gelek kesayet û cihên di nava civakê de xwedî bandor in bikin armanca balafirên dagirkeriya Tirkiyeyê. Her wiha şopandin û hedefgirtina xebatên dîplomatîk yên Rêveberiya Xweser bi koalîsyona navneteweyî, Rûsya û Hikûmeta Şamê re armanceke sereke ya van sîxuran e.

Ya duyemîn jî, rêbazên qirêj ên sîxurkirinê ku têne meşandin e. Weke her carê reşkirin, pere, bikaranîna lewaziyên kesan, gefên cûr bi cûr, sozên pêşerojeke xweş rêbazên sereke yên vê şebekeya sîxuran e. Lê bi taybetî di vê şebekeyê de bikaranîna jinan, têkiliyên zayendî, destdirêjî bi hemû ziraviyan ve hatiye şixûlandin. Têkîliya hevpar a van sîxuran ew e ku hemû bi vê reyê hatine xistin û dixwazin heman tiştî bînin serê gelek kesên din jî. Bi taybetî herdu sîxurên jin ku di xelekê de cih digirin, hem li navenda Sêmêlê ya Parastinê ya Başûrê Kurdistanê, hem jî li herêmên dagirkirî di bin serweriya MÎT’ê de rastî destdirêjiya zayendî hatine û ev yek li hemberî wan hatiye bikaranîn. Ew bi vî awayî şandine sîxurtiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Sîxura sereke ku di nava vê şebekeyê de cih digire Şûkriye Behçet a ji bajarê Hesekê ye. Li Başûrê Kurdistanê ji aliyê sîxurekî bi navê Ayhan yê bi MÎT û Parastinê re kar dike ve piştî rastî destdirêjiyê tê di bin navê zewacê de hatiye xistin. Kesê bi navê Ayhan dîmenê wê yê destdirêjiyê girtiye û di demên cûda de li hemberî wê bikaraniye. Li navenda Sêmêlê ya Parastinê jî perwerdeya sîxurbûnê dîtiye. Li gorî li xwe mikarûhatina wê, li vê navendê ji aliyê Parastin û MÎT’ê ve gelek agahî jê hatine girtin. Her wiha di navenda Sêmêlê de li pêşiya kamerayan ji aliyê endamekî din ê Parastinê ve rastî destdirêjiyê hatiye. Piştî ku ew weke sîxur şandine Rojava jî, gef lê hatiye xwarin ku kengê bixwazin dikarin dîmenên wê biweşînin.

Piştî perwerdeya sîxurtiyê Şûkriye dişînin Rojava û karên sîxurtiyê jê dixwazin. Di vê pêvajoyê de hem Parastin, hem MÎT agahiyên sîxurtiyê jê distînin. Wê erkdar dikin ku li Rojava şebekeyeke sîxurtiyê ava bike û ev jî ev erka xwe pêk tîne. Bi gelek rêbazên cûda gelek kesan dike sîxur û hin kesan jî amede dike ku wan derbasî Tirkiyeyê bike û bike sîxur.

Li gorî li xwe mikûrhatina wê, yek ji ew kesên ku pê re têkilî datîne û dike sîxur jî Hisên Hilo ê ji Hesekê ye û ji pêkhateya Ereb e. Ew destnîşan dike ku MÎT’ê li ser soza şandina pereyan, ji wî xwestiye ku xwe bigîne wê û tevlî şebekeya wê bibe. Wî kesî jî li gorî xwestekên MÎT’ê agahî şandine. Her wiha Şûkriye di karên xwe yên qirêj de ew kes bi kar aniye.

Yek ji sîxurê sereke ku di vê xelekê de cih digire jî Mahsun Hemê yê ji Kobanê ye. Demên dirêj di nava hêzên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de maye. Parastin û MÎT’ê bi rêya sîxureke bi navê Newal ew kişandiye Başûrê Kurdistanê. Li Başûrê Kurdistanê kirine sîxur û perwerde kirine. Dema li Başûrê Kurdistanê bû, derbarê liv û tevgerên leşkerî yên Rojava, cihên leşkerî û navendên perwerdeyê de agahî dane. Bi rêya telefonê û medya dijîtal, di bin navê suhbetan de ji kesên hê jî di nava hêzên leşkerî de ne agahî stendine. Piştî ku li Başûrê Kurdistanê tiştekî bide namîne, ji bo Rojava hatiye şandin da ku kare xwe berfireh bike.

Her wiha sîxurê bi navê Hisên Qehreman yê ji Kobanê jî, li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Parastin û MÎT’ê ve bûye sîxur û ji bo sîxurtiyê wî şandine Kobanê. Çawa vegeriyaye dest bi karê xwe yê qirêj kireye. Jixwe li gorî li xwe mikûrhatina wî û belgeyên li ser wî hatine girtin, gelek agahiyên leşkerî kom kirine û ji Parastin û MÎT’ê re şandine.

Sîxura bi navê Delal Ehmed Wadî jî, ji taxa Zuhûr a Qamişloyê ye û ji pêkhateya Ereb e. Di bin navê zewacê de, bi sîxurê MÎT’ê yê bi navê Şivan re dest bi karê sîxurtiyê dike. Bi taybetî birin û anîna sîxuran a Tirkiyeyê û herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê re mijûl bûne. Her wiha wêne û agahiyên bendên kontrolê yên asayişê ji MÎT’ê re dişîne. Piştre wê dibin Ezazê û li wê derê kesê bi navê Ebû Read ku rayedarekî MÎT’ê ye û di bernameyê de wêneyên wî yên bi cilên MÎT’ê jî tên deşîfre kirin, perwerdeya sîxurtiyê dide wê. Ew jî weke Şûkriye ji aliyê ev rayedarê MÎT’ê ve rastî destdirêjiyê tê. Her wiha ev sîxura bi navê Delal, xwişka xwe û jineke din jî dike sîxur ku vî karî pê re bikin.

Bêyî ku ev her 5 sîxur zirarên mezintir bigihînin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin girtin û radestî dadgehên gel hatine kirin. Weke her carê ev şebekeya Parastin û MÎT’ê jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin têk birin û armancên PDK’ê, ENKS û dagirkeriya Tirkiyeyê hatin pûçkirin.

Roja sêşemê saet di 22:00’an de wê xeleka 3’emîn a Destên Tarî bi agahî, belge û li xwe mikûrhatinênhin sîxurên nû were weşandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji milîsên KBDH’ê li Stenbolê çalakiyên ‘tolhildanê’
Nûçeya Pişt re Bi siyanurê jehr li Giyadînê tê belavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dagirkeran bombe li Sirîn û Tişrînê barandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) bombe li…

Ji aliyê Stêrk TV

Xelkê Sinceqa Sadûn: Em ê li kêleka şervanan herêma xwe biparêzin

Şêniyên bajarok Sinceqa Sadûn ê bajarê Amûdê yê ser bi kantona Cizîrê ragihand ku ew…

Ji aliyê Stêrk TV

KJK: Em di qonaxeke krîtîk de ne, divê Rêbertî azad bibe

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera yekemîn a banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo daxuyanî da…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Îranê Şahram Sadeghi îdam kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YBŞ’ê Seîd Hesen û Îsa Xwedêda bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li çiyayên Kurdistanê helbesta 15’ê Tebaxê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karayilan: Divê aliyên kêm ên qanûna çarçoveyê bên derbaskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?