Li Lubnanê piştî nîvro rêzeteqîneke nû çêbû. Hate diyarkirin ku di teqînê de bi taybetî bêtelên aîdê endamên Hîzbûllahê yên li banliyoyên başûrê Beyrûtê, deşta Bekaa, navçeya Saida (Sîdon) û herêma Baalbek a rojhilatê welêt teqiyan.
Li gorî rapora dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di pêla nû ya teqînê de ku bandor li amûrên bêtel dike, 9 kes mirin û zêdeyî 300 kes birîndar bûn.
Parastina sivîl a Lubnanê jî ragihand ku li gelek heremên şewat derketine. Tê diyarkirin ku piştî teqîna amûrên ragihandinê agir bi 15 wesayît û bi dehan wesayitên du teker ketin.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Gutteres diyar kir ku armanca mantiqa teqanina van amûran ew e ku beriya operasyoneke mezin a leşkerî êrîşeke bergir pêk bînin û got: “Ji ber vê yekê ligel ku bûyer bi serê xwe girîng e, nîşaneyeke ye ku li Lubnanê xeteriyeke cidî heye. Ji bo pêşîlêgirtina vê rageşiyê divê her tişt were kirin.”