Sêşem, 9 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Partiyên li komîsyonê wê raporên xwe pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 sal û 3 meh ceza li Pinar Aydinlar hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtiyên siyasî cezayê hucreyê û sirgûn Kiryarên kêfî divê bi dawî bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dozger bi biryara beraatê qanih nebûn: Şuştina cenazeyan û tevlîbûna li merasîmê sûc nîne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sarisaç: Fikrê Birêz Ocalan li cîhanê kelecanek afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê KANÛNA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Dersimê bi pileya 4.2 erdhej çêbû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çemçemalê lehî rabû: Kesekî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez mewlûd hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreş Alan: Feraşîn Bêrîtan rastiya Jin a Apogerî di kesayetiya xwe de afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê Silêmaniyeyê 4 hevşaredarên jin ên ji Bakurê Kurdistanê pêşwazî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê binçavkirinên keyfî zêde bûne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgiz Mihemedî: Şerê li Îranê bi dawî nebûye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Meclîsa Îştar di roja 2’yan de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rojnamevan Seyît Evran di hevpeyvîneke xwe ya dawî de qala xiyaneta PDK’ê kiribû
Kurdistan

Rojnamevan Seyît Evran di hevpeyvîneke xwe ya dawî de qala xiyaneta PDK’ê kiribû

Rojnamevan-nivîskar Seyît Evran demeke kurt beriya şehadeta xwe ya di 22'ê Îlona 2023'yan de li ser têkiliyên Tirkiyeyê yên bi PDK’ê re bersiv dabû pirsên ANF'ê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Îlon 2024 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Rojnamevan-nivîskar Seyît Evran di hevpeyvîneke xwe ya beriya şehadeta xwe de ji Kurdên li her derê xwestibû ku hevkarî, xiyanet û bazirganiya li ser Kurdan ku ji aliyê PDK’ê ve tê meşandin bê teşhîr kirin û nerazîbûn bê raberkirin.

Li ser pirsên ANF’ê şîroveyên rojnamevan-nivîskar Seyît Evran wiha ne:

Hakan Fîdan serdana Hewlêrê kir û ji ber sekna Malbata Barzanî ya li dijî PKK’ê bi awayekî vekirî spasiyên xwe pêşkêş kir. Di heman wextê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî êrîş pêk hatin. Hûn vê serdanê û êrîşên ku bi awayekî hemwext pêk hatine çawa dinirxînin?

A rastî ev ji seredaneke zêdetir dîplomasiyeke şerî bû. Dîplomasiyeke şerî ya li hemberî Kurdên azad û kurdên azadîxwaz bû ku bi armanca bazarên qirêj pêk hat. Lê binêrin; beriya ku were ava ku divç li gorî peymanên navneteweyî berde Iraq û Sûriyeyê jî, bernade vê yekê jî dike mijara bazarê.  Av û veguhastina petrolê li hemberî PKK’ê weke mijara bazarê bi kar anî. Dibêje ku dema we PKK xist lîsteya terorê, ez ê jî wê demê avê berdim. A rastî ji bo vê yekê çû Iraqê.  Hema bibêjin bi hemû beşên Iraqê re hevdîtin pêk anî.  Bi Hadî Anirî û Qeys Xezalîn re jî hevdîtin pêk anî. Ew bi taybetî hatin hilbijartin. Ev kom weke komên nêzîkê Îranê tên zanîn. Ev li ser Kurdên azad bazarekê dikin. Hê ne diyar e ku ya ji Iraqê hêvî dikir, standiye yan na. Daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Iraqê, ya yekî PDK’yî ye. Ji ber PDK’yî ye, dikare peyamên ku Tirkiye dixwaze, bide Tirkiyeyê.

LI HEMBERÎ KURDAN BI SEDAM RE HEVKARÎ KIRIN

Xaleke ku gelek ji me nabînin heye. Li vir dîroka seredanê gelekî girîng e. Tarik Azîz di 31’ê Tîrmeha 1996’an de derdikeve û daxuyaniyekê dide ku Tarik Azîz yek ji girîngtirîn zilamê Sedam Huseyîn e. Di vê daxuyaniyê de tê eşkerekirin Mesûd Barzanî di nameyeke xwe ya ji bo Sedam de ya bi mebesta sekinandina pêşketina YNK’ê tê nivîsandin, ji Sedam Huseyîn re dibêje ku ‘’Kurdistanê dagir bike.’’ Tarik Azîz dibêje ku wan piştî vê nameyê derst bi amadekariyan kirine û di 31’ê Tîrmehê de bi 150 hezar leşker, tanq, panzer û wesayitên zirxî dest bi operasyonê kirine û di 1’ê Îlonê de Hewlêr ji YNK’ê standine û teslîmî PDK’ê kirine.  Helbet beriya vê yekê jî heye. Jixwe Sedam bi PDK’ê re li hev dike û girêdayî vê yekê polîtîkayekê pêş dixe.  Rêyên ku diçûn Başûrê Kurdistanê,  piştî sala 1992’yan girtibûn lê belê piştî lihevkirina li gel Barzaniyan rêya Mûsul û Hewlêrê vedike.  Lê binêrin; li dijî gelê Kurd bi Sedam re li hev dike. Li gel kesê ku Komkujiya Helebçeyê û  çar Enfal pêk anî, li hev dike.  Vê yekê di salên 1992, 1995 û 1997’an de dike.  Di salên cuda de dikeve pêşiya dewleta Tirk û tevlî operasyonan dibe.  ‘Oprerasyona Çelîk’ ta di sala 1995’an de yek ji van e.  ‘Operasyona Zap’ a di sala 1997’an jî wisa ye. her wiha yên di sala 1996 û 1992’yan jî wisa ne.

HEYA DÎROK JÎ PLANKIRÎ NE

Ji ber wê yekê, ev yek di dîroka wan de heye. Hakan Fîdan di 23’yê Tebaxê de diçe seredanê, a rastî dibe ku 23’yê Tebaxê jî be. Seredan beriya wê demê hatiye plankirin.  22,23 û 24’ê Tebaxê salvegera şerê Mercî Dabik ê 1514’an ê Yavûz Selîm e.  Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst di sala 2016’an de di heman dîrokê de li dijî Dabik, Cerablus, Bab û Ezazê  dest êrîşên xwe yên dagirkeriyê dike. Jixwe Dabik li wê herêmê ye. Seredana Hakan Fîdan jî di heman dîrokê de pêk tê. Lê binêrin di van her du dîrokan de pêk tên;

* Di dîroka ku Barzanî bi rêya nameyê ji Sedam re dibêje ku ‘Kurdistanê dagir bike’ de,
* Di dîroka şerê Mercî Dabik ê Yavûz Selîm de.

HEYA HIN PDK’YÎ JÎ BERTEKDAR IN

Jixwe wêneyên wan ên hevdîtinê tên zanîn. Ev wêne bûn sedema berteknîşandana hemû gelê Kurd û hin PDK’yîyan jî. Gelek PDK’yîyan pirsiye û gotine ku ‘Gelo we qet Kurdek wiha bidil û jidil hembêz kiriye?’ Na.  Daxuyaniyên piştî hevdîtinan hatine dayîn hene. Mesûd Barzanî dibêje; ’’Li dijî terorê em heya niha li gel dewleta Tirk di nava hevkariyekê de bûn û ji niha pê de jî em ê di nava hevkariyê de bin.’’  Ev yek bi awayekî eşkere her tîştî radixe ber çavan. Roja ku li Hewlêrê bû, dewleta Tirk li Biradostê qirkirinek pêk anî. Êrîşî li Rojava kir.  Dîsa êrîşî li xeta Pênewînê kir.

Weke tê zanîn; Wezîrê Karên Derve yê wê demê Mevlut Çavûşoglu beşdarî merasîma sondê ya Nêçîrvan Barzanî bûbû.  Dewleta Tirk wê rojê bi armanca kûrtirkirina dagirkeriya xwe ya li Biradostê, tevahiya wê rojê Girê Şekîfê bombebaran kir. A niha jî ev dîrok hemû plankirî ne.

Weke ku min di destpêka axaftina xwe de got, li hemberî Kurdên azad û azadîxwaz in. Plana tevlîkirina Iraqê  û li dijî Kurdên ku li hemberî dewleta Tirk şer dikin e.

Gelo bi we wateyeke cuda û cuda pêkanîna hevdîtinên li gel Mesrûr Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Mesûd Barzanî û Kûbat Talabanî heye?

Ev malbatek in û dijminên Kurdan in. Şêx Ebdu Selam a niha di gora xwe êşê dikşîne. Şêx Ebdu Selam ji bo ku Osmaniyan ji herêma Barzanê derxîne, bi wan re şer dike.  Tê girtin û darvekirin. Lê belê PDK îro bi dilê xwe û bi coş dikeve pêşiya hêzên dewleta Tirk û wan dibe herêma Barzan.  Helber nakokiyên wan ên li gel hev hene lê belê li dijî Kurdan yek in. Xaleke din; Erdogan têkilyên wan ên koletiyê wisa baş dizane ku wan bi koletiyê diavêje li ber hev.  Dema ku li gel yekî hevdîtinekê pêk tîne û yê din vê yekê qebûl nake. Hewl dide ku di nava vê rewşê de hevsengiyekê ava bike û wan diavêje ber hev.

HIKÛMETA KU BEHSA WÊ TÊ KIRIN PDK’Ê YE

Hevdîtina bi Kubat Talabanî re jî rewşeke cuda ye, daxwazên wan, diyar in. Hêj Balafirgeha Silêmaniyê girtiye. Ya din dixwazin nîşan bidin ku ‘bi hikûmetê re hevdîtin’ kirine. Di rastiyê de tiştek wiha nîne. Hikûmeta ku behsa wê tê kirin hemû jî PDK’ê ye. Sedema hevdîtina wî ya bi Kubat Talabanî re jî, ew e ku Kubat Talabanî weke alîkarê Mesrûr tê dîtine. Her wiha daxwazên xwe yên cuda ragihandin. Di rastiyê de gelek YNK’ê nagirin dîqetê.

Li aliyek dewleta Tirk, li Kurdistanê ciwanên Kurd qetil dike, li aliyê din wêneyên Nêçîrvan Barzanî û yên din bi Hakan Fîdan re di çapemeniyê de weke manşet hatin nîşandan. We bertekên gelê Kurd ên li hemberî van wêneyan çawa dîtin?

Gelek PDK’yî nerazîbûn nîşanî vê dan. Hin ji wan tesbîtên pir baş kirin. Êdî ti têkiliya PDK’ê bi netewe û yekîtiya neteweyî re nemaye. Min ji gelek aliyan, ev nerazîbûn dîtin. Ji bo vê jî êdî gelek mirov, li ser navê Kurdîtiyê ji PDK’ê tiştek biçûk jî hêvî nake. Bêguman hin ji wan neçar dimînin ku bêdeng bimînin, ji ber ku li herêmên di bin kontrola wan de dîlgirtî ne.

DI NAVBERA XWE DE PARVEKIRIN ÇÊKIRINE

Hîna jî ji Dihokê ditirsin. Binêrin, niha di navbera xwe de parvekirinek çêkirine. Hewlêrê ji bo Mesrûr Barzanî hiştine. Jixwe Nêçîrvan ji wir avêtin. Niha Nêçîrvan xwe dispêre Dihokê. Dihok yek ji cihên ku herî zêde PDK’ê lê qelse. Ji ber van sedeman bi taybetî MÎT yek ji qadên ku xwe lê birêxistin kiriye. Dihok, warê eşîrên ku di tevahiya dîrokê de li dijî dewleta Tirk li ber xwe dane û desthilatdariya wan qebûl nekirine ye. Tevî ku Zebarî mamê wan in jî, beşeke mezin li dijî wan radibin û navenda wan jî Dihoke. Beşeke mezin a Biradostê, Dihok e. Dostkî, Surçî û Gurrî li Dihokê ne. Ji ber vê yekê hewl didin li wir xwe birêxistin bikin û Nêçîrvan xwe dispêre wir. Di navbera xwe de parvekirinek çêkirine. Kurdistan ne tenê Hewlêr û Dihok e. Niha jî bi Silêmaniyê re tevnagerin.

JI BER KU SILÊMANIYÊ ÎXANET NEKIR

Ji ber ku Silêmaniyê destek neda îxaneta wan, tevî wan neçûn qadên gerîla, weke hedef nîşanî Tirkiyeyê dikin. Gelek Kurd vê parçabûna di navbera wan de dibîne. Kurdan li hemberî wêneyên ku wan kişandiye, gotin ‘ma ewqas jî dibe.’ Kurdên ku PDK’ê baş nas dike jî ev tişt gotin, ‘Ji PDK’ê her tişt tê hêvîkirin…’ Divê em vê yekê jibîr nekin; Hakan Fîdan Wezîrê Karên Derve yê dewleteke dagirker e. Gef û heqaretên di dema referandûmê de, li ser agahiyên ku Hakan Fîdan daye Erdogan pêk hatin. Heman zilamên ku digotin, ‘em ê deriyan bigirin û we ji birçan re bikujin.’ Niha jî van zilaman heta nava mala xwe dibin. Piraniya Kurdan ji bo van dibêjin, ‘Ev ne tenê Kurd û Kurdistanê, bi PDK’ê jî nafikirin. Tenê berjewendiya malbata xwe difikirin.’ Min vê yekê hemû dît. Helbet yên ku hewl didin îxanet û hevkariyê manîpule bikin jî hene.

Erdogan jî diyar kir ku ew ê di demeke kurt de serdana Iraqê bike. Li gorî we zêdebûna serdanan, dikare bibe destpêka êrîşeke nû ya dagirkeriyê ya li Kurdistanê ku Silêmaniyê jî di nav de ye?

Dema ku êrîşeke ji bejahî pêk neyê, nayê wateya ku dagirkerî nîne. Hemû xeta sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj rastî êrîşên balafirên bêmirov û bombekirina dewleta Tirk a dagirker tê. Hema hema her roj wesayîta welatiyek dibe hedef. Li Başûrê Kurdistanê jî heman êrîş berdewam dikin. Jixwe niha li gelek herêman qereqol, baregehên leşkerî, navendên MÎT’ê ava kirine. Ew her tişt avahiya siyasî û aborî ya Hewlêrê birêve dibin. Mesrûr, Nêçîrvan û Mesût Barzanî jî bi qasî weliyên mêtinger ne xwedî bandor û însiyatîf in. Mantiqeke dagirkeran heye ew jî ‘bikar bîne û bavêje’. Niha jî wan bikar tînin. Ev rastî di dîrokê de jî heye. Yên di berxwedana Şêx Seyît de, pêşî bûn sedema dîlgirtina kurên mamê xwe, ewil ew hatin sirgûnkirin. Hamîlî Salîh Beg, bi destê kurê mamê xwe hat girtin, lê piştre yê ewlil ew hat sirgûnkirin. Malbata beg jî piştre hatin sirgûnkirin. Ji ber vê yekê dagirker, heta ji bo îxanetê rol bilîze wê hevkariya xwe bike, bikar bîne û weke paçekê piştre bavêje. Bi kurtasî di dema pêş de Erdogan wê bê serdanê ango neyê ez nizanim. Helwesta Iraqî jî hinek belav e. Bi mijara av û enerjiyê ve girê didan. Erdogan gava ku bê, wê lihevkirin çêbe ango çênebe? Ew jî nediyar e. Ji aliyê din ve jî divê mirov li polîtîkayên hêzên navneteweyî yên li herêmê binêre. Dibe ku pêve girêdayî hin geşedan pêk wer in.

REWŞEKE KU HÊZA PARTIYAN DERBAS DIKE HEYE

Wêneyek pir zelal heye li holê. Vê wêneyê, tevahiya Kurdan dît. Her kesî dît ku feydeyeke vê wêneyê ji bo berjewendiya Kurdan, parastina destketiyên wan, azadiya wan, parastina zimanê wan, nasname û dîroka wan nîne. Ji ber vê yekê divê Kurd vê hevkariyê, vê xiyanetê û vê bazariyê li her derê teşhir bikin. Divê Kurd nîşan bidin ku êdî kes nikare li ser wan bazariyê bike. Rewşeke ku partiyan derbas dike heye, yanî diyar e ku hemû Kurd bi navê yek malbatê tên bazarkirin. Niha divê helwesta Kurdan a li hemberî vê zelal be. Lazim e dengê xwe bilind bikin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJK: Divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi lez bikeve nava hewldanan!
Nûçeya Pişt re Hunermendên Kurd: Mihrîcan ji çandên Kurdî re pirek e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

TEV-DEM’ê komkujiya li Şedadê şermezar kir

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dewleta Tirk ji ber komkujiya li Şedadê şermezar kir û bang…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Li hemberî jin ên azad ti hêz nikare bi ser bikeve’

Gerîlayên YJA Starê: Li hemberî jin ên azad, ti hêz nikare bi ser bikeve. Ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Mêşên hingiv ji bo xwe ji parazîtan biparêzin, xwe ji hev vedigirin

Zanyaran tespît kirin ku mêşên hingiv di dema gefa parazîtan de xwe ji hev vedigirtin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Qaymeqamê Çemçemalê derbarê lehiyê de daxuyanî da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Siwêdayê 3 gorên komî hatin dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

QSD’ê li Dêrazorê êrîşa çeteyan têk bir: Çeteyek hat kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Awustralyayê qedexeya medyaya dijîtal a di bin 16 salî de ket meriyetê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?