Wezaretê hejmara kuştiyan li gorî her bajarî bi berfirehî eşkere kir. Li Nabatiyeyê (Başûrê Lubnanê) 20 kes mirin, 88 kes birîndar bûn.
Li Baalbek-Hermel’ê 12 kes mirin, 73 kes birîndar bûn.
Li Başûrê Lubnanê 18 kes mirin, 183 kes birîndar bûn.
Li herêmên din ên welêt (Navçeyên Şuf, Cbeil û Kesruanê) 22 kes mirin, 48 kes birîndar bûn.
Wezaretê ragihand ku li navçeya Baalbekê di êrîşa li ser gundê Yuninê de 9 kes mirin, 11 kes jî birîndar bûn.
Ji roja Duşemê û vir ve di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 600 kes mirin, bi hezaran kes birîndar bûn. Her wiha zêdeyî 90 hezar kes jî ji cih û warê xwe bûn.
Serokê Fermandariya Giştî ya Artêşa Îsraîlê roja Çarşemê li tetbîqateke li ser sînorê bakur ji leşkeran re got, ji bo ‘ketina’ nava Lubnanê xwe amade bikin.