Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve de ji welatiyên Elmanyayê hate xwestin ku Îranê biterikînin.
Her wiha Berlînê ji welatiyên xwe xwest ku geştên xwe yên ber bi Îranê ve betal bikin.
Îranê roja 1’ê Cotmehê 180 moşek avêtin Îsraîlê. Li gorî rayedarên Îsraîlî, di êrîşê de 2 kes birîndar bûn û hin ziyan çêbûn.
Dewleta Îsraîlê jî piştî êrîşê gefa bersivdanê xwar.