Sêşem, 16 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hêlîn Umît: Ji bo pêvajo bi lez bimeşe divê statuya siyasî û hiqûqî ya Rêber Apo bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Çep a Yekgirtî ya Ewropayê hevdîtinên li Enqereyê qedand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Çepgirên Yekbûyî yên Ewropayê li gel DEM Partiyê hevdîtinek kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta MPKE li Enqereyê ye: Mafê Hêviyê mecbûriyeteke hiqûqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bismilê tundiya polîsan hat kişandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan li Amedê hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koye qezaya trafîkê: Herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê jina 77 salî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Tirk nahêlin welatiyên Başûrê Kurdistanê vegerin gundên xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo azadiya Rêber Apo wê li Amedê mîtîng bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Bi karê xwe yê li ser Jineolojiyê hêjayî xelatê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Mexmûrî: Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan a ku ji Heilbronnê derket rê li Darmstadtê hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karwana Dayikan gihîşt Bremenê: Bi Jin Jiyan Azadî re banga aştiyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Xebatên Jinan a Cîhanê de xebatên Jineolojiyê hêjayî xelatê hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Wanê li dijî tundî û qetilkirina jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Dayikên Şemiyê ji bo Duzgun Tekîn li hev civiyan
Rojane

Dayikên Şemiyê ji bo Duzgun Tekîn li hev civiyan

Dayikên Şemiyê ji bo Duzgun Tekîn ê 29 sal beriya niha di bin çavan de hatiye windakirin, li hev civiyan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Dayik/Mirovên Şemiyêji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin û hatin qetilkirin bipirsin li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Di hefteya 1019’an de Dayikên Şemiyê carek din bi qurnefîlên sor û wêneyên xizmên xwe hilgirtin û li aqûbeta Duzgun Tekîn a 29 sal berê li Stenbolê di bin çavan de hat windakirin pirsîn. Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu û parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku her çend der barê Dayikên Şemiyê biryara beraat hat dayîn jî, cihê ku çalakî lê tê lidarxistin ji hêla polîsan ve hatiye dorpêçkirin, ev yek li dijî hiqûqê ye.

Gulseren Yolerî diyar kir ku Duzgun Tekîn (21) delegeya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Şaxa Sendîkaya Nimre 2 ya Tekstil-Îşê bû, Duzgun di 21’ê Cotmeha 1995’an de ji mala birayê xwe ya li Taxa Evren a Guneşli ya Stenbolê derdikeve û piştre tu agahî jê naye girtin. Gulseren Yolerî ev tişt got: “Duzgun Tekîn ji malbata xwe re dibêje hefteyekê ji aliyê polîsan ve hatiye şopandin, plaqeya li pey xwe dinîvsîne û li malê dilêle. Malbat bi xwe jî diyar dikin ku maşîneya ku kesên bi cil û bergên sivîl lê ne bi rojan li ber malê bûne. Piştî ku Duzgun Tekîn winda bûye êdî maşînê nedîtine.”

Gulseren Yolerî da zanîn ku malbat û parêzer serî li saziyên fermî dane û got: “Buroya Hiqûqê ya Gel û Komeleya Mafên Mirovan serlêdanên fermî kirine. Rêxistina Efûyê jî kampanyayek daye destpêkirin. Lê belê kesên ku birojan Duzgun Tekîn şopandin da zanîn ku nizanim Duzgun li ku ye. Elîf û Velî Tekîn wêneyê kurê xwe girtin û ji gundê Dersimê berê xwe berê xwe dan Qada Galatasarayê. Li vir cara yekem Elîf Tekîn ‘Kurê min Duzgun tu li ku yî? pisî û got ‘Ji bo ez te bibînim tevlî Dayikên Şemiyê bûm. Ez bê bersivim û bê alî me’.”

Gulseren Yolerî daxuyand ku ku piştî bûyerê bi qasî 18 mehan îtîrafkarê bi navê Kasım Açik diyar dike ku Duzgun Tekîn ji aliyê yekîneya JÎTEM’ê ve hatiye lêpirsînkirin û qetilkirin, cenazeyê wî li qada çopê ya Çadirkentê ya li nêzî Edîrneyê hatiye definkirin. Gulseren Yolerî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kasim Açik ê piştî ku teswîra cil û bergên Duzgun dike û cihê hatî definkirin xêz dike. Piştî vê di 27’ê Gulana 1997’an de malbat, dost û parêzvanên mafên mirovan ji bo lêgerînê pêk bînin diçin Çadirkentê. Rayedaran guh neda daxwaz û israrên malbat û parêzeran. Lêgerîneke baş nekirin û encamek bi dest nexistin. Tevî ku îtîrafên Kasim Açik ên bi destnivîs û îmzeya wî heyî dan dozgeriyê jî lêpirsîneke bi bandor nehate kirin.”

Gulseren Yolerî da zanîn ku heta niha jî rayederan der barê Duzgun Tekîn de daxuyaniyek nedan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çend sal derbas dibe bila derbas bibe jî dê her daxwaza pêkanîna edaletê bikin. Divê dewlet li gorî hiqûqa gerdûnî tevbigere.”

Birayê Hasan Ocak ê ku di binçavan de hatî windakirin Alî Ocak jî wiha axivî: “Em bi xaleta Elîf û Apê Velî re ne tenê li Galatasarayê, li kolan û korîdorên edliyeyê li Duzgun geriyan. Bi gotina Xaleta Elîfê; Me ji gur pirsî, me ji çûk pirsî, me ji çiya pirsî, me ji kevir pirsî. Lê tu deng ji rayedaran derneket. Herî dawî em li Çopa Kirklareliyê, li çiya û daristanan geriyan, lê rayedar hîn jî di pîvanên hiqûqî yên gerdûnî de berpirsyariya xwe bi cih naynin. Çi hat serê Duzgun Tekîn? Em ê ji cihê ku Elîf û Velî Tekîn lê mabûn têkoşînê bidomînin.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê MGK’ê rapora binpêkirina mafan a meha Îlonê eşkere kir
Nûçeya Pişt re YCWK’ê li Amedê çalakî li dar xist
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bi girseyî serdana şîna Şehîd Ronî Xezal kirin

Ji bo gerîlayê HPG’ê Ronî Xezal ku li Xakurkê şehîd bû, li mala malbata wî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Xezeyê komkujiya di rêzê de: 31 mirî, 200 birîndar

Rayedarên Parastina Sivîl a Xezeyê ragihandin ku roja Çarşemê artêşa Îsraîlê gule berda ser sivîlan…

Ji aliyê Stêrk TV

Bi girseyî serdana sersaxiyên li Amedê hatin kirin

Bi girseyî serdana sersaxiyên ku ji bo gerîlayên PKK’ê Turkan Adiyaman, Cengîz Adiyaman, Mûrat Adiguzel…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Hêlîn Umît: Ji bo pêvajo bi lez bimeşe divê statuya siyasî û hiqûqî ya Rêber Apo bê naskirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 16’Ê HEZÎRANA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Koma Çep a Yekgirtî ya Ewropayê hevdîtinên li Enqereyê qedand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê bi Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî re hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?