Pêncşem, 7 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Aştiyê serdana Partiya DEVA’yê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyona 15’ê Gulanê li Cizîrê hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê nerazîbûnên xwe nîşanî Miftîtiya Diyadînê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çapemeniya azad Şukru Çatalbaş hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seroka WMA’yê ji bo dermankirina Nêrgiz Mihemedî bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tenduristiya rojnameger Şêrwanî ku 15 roj in di grevê de ye ber bi xirabûnê va diçe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Divê her kes bi berpirsyariyê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ew ê di têkoşîna me de her hebin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayikên Aştiyê nerazîbûn nîşanî darvekirinan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Îştarê piştgirî da daxwaza statuyê ya YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    RONAK’ê piştgirî da banga Dayikên Aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Azîza Akdenîz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê şert û mercên girtiyên jin gelekî xirab in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistina Serbixwebûna Jinê: Em piştgiriya tam didin YPJˊê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çavdêriya ji Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê

    Ji aliyê Stêrk TV

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Zextên li ser malbatên girtiyên siyasî zêde dibin
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Cotkarên Kurd li dijî dagirkirina erdên xwe civînek li dar xistin
Kurdistan

Cotkarên Kurd li dijî dagirkirina erdên xwe civînek li dar xistin

Cotkar û xwediyên kêlgehên mirîşkan ên li ser sînorê Kerkûkê, li dijî binpêkirina mafên xwe civîneke nerazîbûnê li dar xistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Li Navenda Çandî ya Kerkûkê, ji xwediyên kêlgehên mirîşkan û cotkarên Kurd nêzîkî sed kesî li dijî dagirkirina erdên xwe û wan binpêkirinên ku li dijî cotkarên Kurd û Tirkmen ên li ser sînorê Kerkûkê ji aliyê Erebên Hawirde û artêşa Iraqê ve tên kirin, civîneke nerazîbûnê li dar xistin.

 

Cotkar û xwediyên kêlgehên mirîşkan di civînê de ragihandin: “Bi roja ronî û eşkere salên dirêj e li ser wan zilm tê kirin û erdên wan tên dagirkirin, ji ber vê yekê niha li dijî wê zilma ku ji aliyê Erebên hawirde û artêşa Iraqê ve tê kirin, dema yekbûna Kurd û Tirkmenan e.”

Di civîna çapemeniyê de, kesayetiyê navdar ê bajarê Kerkûkê û herêma Xurmatûyê Dr. Hesen Germiyanî li ser navê cotkaran û xwediyên kêlgehên mirîşkan ji çapemeniyê re axivî û got: “Em daxwazê ji nûnerên bajarê xwe dikin li Bexdayê ku li hemberî wê binpêkirina ku li dijî Kurd û Tirkmenên bajêr tê kirin, bêdeng nemînin. Di mijarên dagirkirina erdan de diyar e ku Kurd û Tirkmen zerarê dibînin. Em hemû bi hev re dikarin bi rêya xebatên demokratîk, grevên birçîbûnê, xwepêşandan û giliyan rê li ber van binpêkirinan bigirin ku li dijî cotkarên Kurd û Tirkmenên bajêr tên kirin. Ji ber vê yekê pêwîst e em hemû bi yek dengî li dijî zilm û binpêkirina mafên xwe rawestin.”

Dr. Hesen Germiyanî îşaret bi dagirkirina erdên Kurdan li herêma Daqûqê li başûrê Kerkûkê tê kirin û wiha domand: “Niha li Daqûqê ya ser bi Kerkûkê, Erebên Hawirde bi zor û zordarî erdên cotkarên Kurd dagir dikin û di nav erdên Kurdan de bîrên avê lê didin. Em ê wek nûnerên cotkaran û xwediyên kêlgehên mirîşkan, serdana aliyên peywendîdar bikin ji bo çareserkirina wê zilma ku li ser Kurd û Tirkmenên bajêr ji aliyê Erebên Hawirde û artêşa Iraqê ve tê kirin.”

Di dawiya axaftina xwe de Dr. Hesen, wiha got:  “Em hêvîdar in ku aliyên peywendîdar û nûnerên bajarê me li Bexdayê dengê me bibihîzin û pirsgirêkan bi awayekî bingehîn çareser bikin, ne wekî her carê bi awayekî demkî. Ji bo me Kurdan pîroziya axê heye. Eger ax tune be, wê demê gel û jiyan jî namîne. Em hemû bi yekdengî parêzvaniya mafê cotkaran û xwediyên kêlgehên mirîşkan dikin.”

EREBÊN HAWIRDE JI KÊ RE TÊ GOTIN?

Li Başûrê Kurdistanê, Erebên ku rejîmên Iraqê ji bajarên din ên Iraqê ji bo guherandina demografiya Kerkûkê anîne Kerkûkê, ji wan re Erebên Hawirde tê gotin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KERKÛK

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Jin li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê daketin qadan
Nûçeya Pişt re Li Kelarê pirtûka “Efsaneya Mirovheziya Rojava” hat nasandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Dêrikê bi hezaran kes ji bo şehîdên Şêxmeqsûdê daketin qadan

Li Dêrikê bi hezaran kes ji bo bîranîna şehîdên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd meşiyan.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Sûriyeyê ji bo dîtina Rêber Apo îmze têne komkirin

Di çarçoveya kampanya dîtina Rêber Apo de ku li qada navneteweyî tê meşandin, li Bakur…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Mexmûrê greva birçîbûnê ya sê rojan a ji bo Rêber Apo

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî li Mexmûrê greva birçîbûnê ji bo sê rojan destpê kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Tenduristiya rojnameger Şêrwanî ku 15 roj in di grevê de ye ber bi xirabûnê va diçe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bibîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Tulay Hatîmogûllari: Divê qanûna qeyûm bê rakirin û kesên hilbijartî vegerin ser erka xwe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Eren: Amedspor wê li Lîga Super de performanseke serketî nîşan bide

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?