Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di beşa duyemîn a hevpeyvîna ji bo ANF’ê de ku bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê pêk anî, armanca komployê û şerê li Rojhilata Navîn nirxand.
Beşa duyemîn a hevpeyvîna ANF’ê ya bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re bi vî rengî ye:
“Piştî ku sîstema Sowyetê belav bû gelek valahî çêbûn. Sîstema kapîtalîst modernîte xwest wê valahiyê dagire, li cîhanê desthilatdarî, hegemonya xwe îlan bike. Ji ber wê kete şerekî îdeolojîk û psîkolojîk, leşkerî û çandî. Her ku çû ew şer di asteke pir bilind de bi pêş xist. Ji vê re dibêjin şerê Hîbrît. Di roja me ya îro de şerekî bi vî rengî tê meşandin. Rêber Apo çiqas ku li Enqereyê destpê kir, li Bakurê Kurdistanê têkoşîn bi pêş xist, ew têkoşîn li beşên din hat pêşxistin, di çarçoveyê Kurdistanê de derket, li ser Rojhilata Navîn destpê kir, bandor kir. Rojhilata Navîn ji bo sîstema kapîtalîst modernîte bingeheke esas bû. Ji ber wê lazim e ew tesîra ku Rêber Apo li ser Rojhilata Navîn çêdikir pêşî bihata girtin. Ji ber ku sîstema kapîtalîst modernîte dixwest li cîhanê hegemonya xwe çêbike. Ew rê jî ji Rojhilata Navîn derbas dibe. Ji ber wê li Rojhilata Navîn ji bo sîstema kapîtalîst modernîte çi astengî, metirsî çêdibe lazim e pêşiya wê bigirtana. Xeteriya, asteniya ku Rêber Apo çêdikir dîtin, ji ber wê, wê çawa pêşî lê bigirin, ew ji xwe re kirin esas. Ji bo karibin Rojhilata Navîn li gorî sîstema kapîtalîst modernîte bi rêxistin bikin, berjewendiyên xwe li vê herêmê bi ser bixînin. Eger Rojhilata Navîn bi destê xwe nexin, nikarin hegemonya xwe li cîhanê bi pêş bixin, îlan bikin. Ji ber wê gelekî girîng bû. Ji ber ku astengî, metirsiya mezin Rêber Apo çêdikir, çare di kî derê de dîtin? Ku komployeke navneteweyî bikin, Rêber Apo bê tesîr bikin. Wê demê dikarin bi rehetî mudaxeleyî Rojhilata Navîn li gorî armancên xwe bi pêş bixin. Eger ku komploya navneteweyî bi pêş xistin, ji bo armancên xwe ku li Rojhilata Navîn li ser wê li cîhanê bi pêş bixin, ew komplo kirin.
HER KES DIFIKIRÎ KU RÊBER APO, PKK Û KURDÊN AZAD WÊ TINE BIBIN
Dewleta Tirkiyeyê jî xwest ji vê yekê feydeyê bibîne, ji bo karibe armanca xwe, tasfiyekirina PKK’ê, qirkirina Kurdan temam bike. Lê belê çiqas di vî alî de hem sîstema kapîtalîst modernîte kar kir, hem dewleta dagirker, qirker a Tirk kar kir dîsa jî encam wernegirtin. Ji bo encamê werbigirin lazim e hinek tifaqên din, têkiliyên din pêk bianiya. Li ser wî esasî bi Barzaniyan re, bi Iraqê re hinek tifaq kirin. Û dewleta Tirkiyeyê dibîne ku eger kevneperestî li Rojhilata Navîn ê desthilat, dagirker di bin pêşeniya xwe de negihîne hev, wê hêzê û hêza kapîtalîst modernîteyê negihîne hev nikare armanca xwe ya tasfiyekirina PKK’ê, qirkirina Kurdan pêk bîne. Dewleta Tirkiyeyê niha li ser wan esasan kar dike. Karekî pir metirsîdar dike. Lazim e gelê me, dostên me vê rastiyê baş fêhm bikin. Eger ku mirov vê baş fêhm neke mirov nikare têkoşîneke rast bimeşîne, mirov nikare armanca xwe, hêviya mirovahiyê pêk bînin.
Rêber Apo, kê komplo bi pêş xist, ji bo çi bi pêş xist, armanca wê çi ye, dixwazin çi bikin, lazim e li dijî komployê çawa bisekine, ku çawa bisekine wê karibe komployê pûç bike, tevgera gel û mirovahiyê li ser nirxê azadî, demokrasiyê bi pêş bixe, hêviya wan xurt bike, ew suwal ji xwe pirsî, di kesayetiya xwe de bersiva wê da. Her kesî digot Rêber Apo, PKK, Kurdê azad êdî xilas. Lê belê Rêber Apo ji ber ku komplo, hevalbendên wan baş şîrove kir û armancên wan baş fêhm kir, wê çawa komplo û armanca wê têk bibe, ew esas wergirt, ji ber wê xwe kir hêza çareseriyê. Lewma kesî bawer nedikir ku Rêber Apo wê hîn xurt li dijî komployê derkeve. Rêber Apo ji ber wê paradîgmayeke nû, ji bo gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê, ji bo hêzên demokrasî û azadiyê, sosyalîzmê, bi taybetî jî ji bo jin û ciwanan afirand. Hurmeta gelan, hurmeta jinê, hurmeta ciwanan, hurmeta yên ku ji bo sosyalîzm, azadî û demokrasiyê têdikoşin bilind kir. Ji bo wan hêviyeke mezin çêkir. Di şexsê xwe de komploya navneteweyî bi vî rengî têk bir. Xwest ku PKK, gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn, gelên bindest hemû, jin, mirovahî jî vê komployê têk bibin. Ku cîhan bikeve rewşeke nû. Paradîgmaya afirand li ser vî esasî bû. Ji ber wê her ku diçe ev paradîgma li cîhanê belav dibe. Her ku diçe Rêber Apo baş tê fêhmkirin. Gelê Kurd baştir tê fêhmkirin. Jinên Kurd baştir têne fêhmkirin.
SÎSTEMA KAPÎTALÎST JI BO XWE JI KRÎZÊ RIZGAR BIKE DIXWAZE ROJHILATA NAVÎN JI NÛ VE DÎZAYN BIKE
Tê zanîn di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de sîstema Sowyetê hate avakirin. Di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ew sîstem hîn fireh bû, xurt bû û bi pêş ket. Niha Şerê Cîhanê yê Sêyemîn diqewime. Rewşa kapîtalîst modernîte ne weke rewşa şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn e. Di nava krîz, kaoseke mezin de ye, dixwaze xwe ji wê rizgar bike, lê belê dike nake nikare. Ji ber vê yekê her ku diçe şer mezin dike. Şerê ku niha mezin dibe jî dibe ku li cîhanê hin nuqteyan heye, lê belê bi esasî li Rojhilata Navîn ew şer mezin dibe. Ew şer her ku diçe wê mezin bibe. Navenda wî şerî Rojhilata Navîn e, li Rojhilata Navîn jî Kurdistan e. Sîstema kapîtalîst modernîte, yên ku pêşengiyê ji wê sîstemê re dikin, ji bo di sîstemê de kaosê biafirînin Rojhilata Navîn ji xwe re kirine esas. Ji ber wê li Rojhilata Navîn her ku diçe şer mezin dikin. Dibe ku şer niha wer tê fêhmkirin ku tenê di destê Îsraîlê de tê meşandin. Ev tiştê ku li ber çavan e. Lê belê esas tiştê veşartî hene. Her ku diçe jî ev eşkere dibe. Sîstem Îsraîl bi pêş dixe, li Rojhilata Navîn dixwaze hem Îsraîlê biparêze hem jî desthiladariya Îsraîlê siyasî, leşkerî, dîplomatîk, aborî li Rojhilata Navîn xurt bike. Niha têkoşîneke welê dimeşînin. Dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Ji ber ku sîstema kapîtalîst modernîte di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de jî li ser dîzayna Rojhilata Navîn bi pêş ketiye. Sîstem niha di nava kaosê de ye. Di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de hin sazî ava kir, ew sazî hemû têk çûn. Ji nû ve lazim e sazî ava bibin, hevsengî ava bibe. Ji bo wê jî li ser Rojhilata Navîn şerekî pir germ dikin. Îsraîl vî şerî dimeşîne. Weke diyar dibe ku şer di navbera Îsraîl û Îranê de ye. Dibe ku aliyekî vê rast e. Lê belê şer ne tenê di navbera Îsraîlê û Îranê de ye. Şer bi esasî di navbera kapîtalîst modernîte û demokratîk modernîte de ye. Şer li ser wî esasî tê meşandin.
Dewleta Tirkiyeyê di vî şerî de wer dide diyarkirin ku ne razî ye. Li dijî Îsraîlê ye. Dewleta Tirkiyeyê ne li dijî Îsraîlê ye. Ji bo çi nakokiyan welê jiyan dikin, didin diyarkirin, ji ber ku dewleta Tirkiyeyê dibêje ‘Ez dewleteke NATO’yê me, divê NATO, sîstema kapîtalîst modernîte min esas werbigire, ez ji bo wê amade me. Ji xwe ew ez anî ser desthilatdariyê ku qirkirina Kurdan temam bikim, tasfiyeya PKK’ê çêbikim. Ku li Rojhilata Navîn bikaribe sîstemek xurt ava bikin. Ji bo wê me DAÎŞ bi pêş xist. Niha hûn îro Îsraîlê esas werdigirin, hûn Îsraîlê didin pêş. Hûn hinek Ereban û Îsraîlê derdixînin pêş. Ev li dijî berjewendiyên min e’. Îran jî vê li dijî berjewendiyên xwe dibîne. Ji ber ku li Rojhilata Navîn hem Îran hem dewleta Tirkiyeyê berê dewletên mezin çêkirine, dîsa xeyalên xwe li ser wî esasî ne. Lê belê niha sîstem bi rêya Îsraîlê, bi rêya hin Ereban wan lawaz dike. Eger ku Îran, Tirkiye bi Îsraîlê re di nava nakokiyan de ne ji ber wê ye. Ne ku li dijî Îsraîlê ye dewleta Tirkiyeyê. Divê mirov vê jî baş fêhm bike.
Li ser gelê Kurd, gelê Fîlîstîn, gelê Rojhilata Navîn komkujî têne kirin. Kes dengê xwe nake. Çima? Ji ber ku dixwazin Rojhilata Navîn ji bo sîstema kapîtalîst modernîte ji nû ve bi rêxistin bikin. Ji ber wê naxwazin gelê Rojhilata Navîn di vî şerî de bi pêş bikeve, bi ser bikeve. Lewma li dijî gelan vî şerî dikin ku gel lawaz bikevin, ku nikaribin di vî şerî de encamê werbigirin ku karibin sîstema xwe ava bikin.
Mirov bala xwe bidin ser, yek Îsraîl dibêje me ewqas terorîst kuştin, yek jî dewleta Tirkiyeyê her roj dibêje me ewqas terorîst kuştin. Di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de hevrikiyek li ser kuştin û komkujiyan heye. Siyaseta ku tê meşandin bi temamî li ser vî esasî ye. Mesele di ku de ye? Îsraîl wê li Rojhilata Navîn hegemonya xwe bi pêş bixîne, ya dewleta Tirkiyeyê wê bi pêş bixe. Pirsgirêk di vir de ye. Lazim e em vê rastiyê fêhm bikin, ku nekevin şaşitiyan. Em li dijî vî şerî ne, em li dijî van komkujiyan e. Li hemberî vê jî em têkoşîna gelan, têkoşîna azadî, demokrasiyê, edaletê bi pêş dixin, em ê hîn bêhtir xurt bikin.
HÊZÊN SERWER NAXWAZIN LI ROJHILATA NAVÎN ÇARESERIYEKE DEMOKRATÎK PÊK WERE
Sîstema kapîtalîst modernîte, yên ku pêşengiyê ji vê sîstemê re dikin naxwazin li Rojhilata Navîn çareserî bi pêş bikeve. Çareseriya demokratîkbûnê, demokrasî, azadiyê bi pêş bikeve. Dixwazin pêşiya vê bigirin. Ji ber ku berjewendiyên wan vê dixwaze. Rêber Apo, PKK dixwaze Rojhilata Navîn di vî şerê qirêj de derxîne. Ji bo gelan pelekî nû veke. Dixwaze demokratîkbûnê, azadî, demokrasî edaletê li Rojhilata Navîn bi pêş bixe. Yekîtiya gelan, yekîtiya ol, çandan bi pêş bixîne. Vê ji bo berjewendiyên xwe metirsîdar dibînin. Lewma timî dixwazin di navbera gelan, olan û çandan de şer, qirkirin kûr bibe ku karibin di vir de armanca xwe pêk bînin. Ji ber wê dixwazin pêşiya çareseriya ku Rêber Apo dixwaze li Rojhilata Navîn bi pêş bixe, ku ne tenê li Rojhilata Navîn pêk tê li tevahiya cîhanê pêk tê, pêşiya wê digirin. Pêşî DAÎŞ, yên weke DAÎŞ’ê li Rojhilata Navîn bi pêş xistin. Vana destpêkê êrîşî kê kir? Êrîşî PKK’ê kirin. Çima? Ji ber ku dixwestin bi van pêşiya çareseriya neteweya demokratîk bigirin. Ji ber wê vana êrîşî Kurdan, PKK’ê kirin. Ji bo karibin li Rojhilata Navîn pirsgirêka ku sîstema kapîtalîst modernîte berê çêkiriye kûr bike. Li ser wî esasî karibin Rojhilata Navîn bixe xizmeta xwe. Hîn bêhtir jî dewleta Tirkiyeyê li pişt DAÎŞ’ê, wan hêzan cih girt, hîn jî cih digire. Dixwaze bi vî rengî xwe bide qebûlkirin, li ser Rojhilata Navîn û hem jî li ser sîstema kapîtalîst modernîte. Yanî ku hûn dixwazin li Rojhilata Navîn tiştekî bikin divê hûn bi rêya min de bikin, bêyî min hûn nikarin. Dixwaze vê bide qebûlkirin. Niha PKK, Kurdên azad li dijî vê sekinîn. Nehişt ku DAÎŞ, yên weke DAÎŞ’ê tehrîbatên mezin li Rojhilata Navîn bi pêş bixîne, pêşiya wê girt. Eger ku îro Rêber Apo, PKK, Kurdên azad li her cihî dibe hedef sedem ew e. Yanî dibêjin, we nehişt ku nakokî li Rojhilata Navîn kûr bibe. Em dixwazin vê kûr bikin, hûn pêşî lê digirin. Lewma dijminatiyê dikin. Eger ewqasî dijminatiyê li PKK’ê dikin, dijminatiyê li Rêber Apo û neteweya demokratîk dikin, sedem ew e. Ji ber wê divê ew çareseriya ku Rêber Apo ji bo Rojhilata Navîn, mirovahiyê bi pêş xistiye, hîn bêhtir bê xurtkirin. Têkoşîn li ser wî esasî çiqasî bê xurtkirin ewqasî daxwazên gelan, mirovahiyê pêk tê. Ew kaosa di nava sîstema kapîtalîst modernîteyê tê jiyankirin jî hîn mezin dibe, di wê de şoreşa demokratîk modernîte dikare bi pêş bikeve, bi ser bikeve. Ji ber wê şerê ku esas dibe di wê çarçoveyê de ye. Ji ber wê yê ku dibêje ez li dijî sîstema kapîtalîst modernîteyê me, ev sîstem li dijî civakbûn, mirovahiyê ye, li dijî jiyanê ye divê têkoşîna ku Rêber Apo ji bo gelan, mirovahiyê dike ji bo xwe bike esas. Çareserî di paradîgmaya Rêber Apo de ye. Çareserî di sîstema demokratîk konfederal de ye. Çareserî di rêya neteweya demokratîk de ye. Ji ber wê niha li Rojhilata Navîn ên ku li ser Rojhilata Navîn şer dikin sîstema kapîtalîst modernîte ye. Yê ku pêşengiya wê dike di nava wan de yê ku di serî de Emerîka, Îsraîl e, yek jî yê ku li ser Rojhilata Navîn armanca xwe heye Îran, Tirkiye ye. Lê belê sîstema kapîtalîst modernîte pêşiya Îran, Tirkiye digire. Ji ber wê herdu jî ne rehet in. Dibînin ku pêşketinên çêdibin nakeve xizmeta wan. Ji ber wê ne rehet in. Lazim e di nava van nakokiyan de şoreşa demokratîk modernîte bê pêşxistin. Wezîfeya her kesî li Rojhilata Navîn ew e.”