În, 21 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Julîde Kural: Ger qanûnên demokratîk zêde bibin wê piştgiriya pêvajoyê jî zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Gimgimê ya li dijî JES’ê di roja 110’an de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatimogûllari serdana girtiyên li Girtîgeha Sîlîvriyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana 2 girtiyên ku 30 sal in girti ne, hatin taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kanîreşê civîna gel: Rêbertî çav û guhê me ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Çermê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên li Amedê wê li dijî polîtîkayên ku ciwanan hedef digre, têbikoşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayan bi çalakiyên bi heybet 15’ê Tebaxê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘15’ê Tebaxê vejîna neteweyekê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK’ê êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo me nirxên pir mezin afirand’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    4 sal ceza li hunermenda Îranî Hîva Seyfîzade hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê meşa li dijî tacîz û destdirêjiyê meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin dixwazin atolye bê dayîna mêrên ku çavkaniya tundiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E piştgirî da gelê Garifuna yên li Hondurasê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Aso Wehab: Şerê elektronîk destpêka ragihandina şer e
Kurdistan

Aso Wehab: Şerê elektronîk destpêka ragihandina şer e

Pisporê qada teknolojiyê Aso Wehab anî ziman ku teknolojî bandorê li ser nasnameya neteweyî û ramanê dike û got: “Bikaranîn û gerîna li ser medyaya dijîtal bûye sedem ku nasnameya neteweyî lawaz bibe, armanca van saziyên wiha tunekirina ramanan e.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Pêşveçûnên bilez ên teknolojî û hişê çêkirî (artificial intelligence) li temamê cîhanê belav bûne, bandor li ser jiyana mirovahiyê çêkirine, carinan wek metirsiyeke mezin jî tên dîtin ku ji bo şer û sîxuriyê tên bikaranîn. Niha pêşveçûnên bilez ên hişê çêkirî bandor li ser nasnameya neteweyî çêkiriye û ew lawaz kiriye. Têkildarî mijarê Endamê Desteya Mafên Dîjîtal a Iraqê Aso Wehab ji ANF’yê re axivî.

 

Aso Wehab diyar kir ku teknolojî di nav bîst salên borî de bi awayekî bilez pêş ketiye, bi du aliyên cuda mezin dibe, ya yekem leşkerî û ya duyem sivîl e û wiha got: ” Em dikarin di her du beşan de sûdê jê wergirin da ku em bandorê li ser derûniya kesên li hemberî xwe bikin. Ji aliyê leşkerî ve xebat li ser mijarên sîxuriyê hatiye kirin. Tiştên herî berbiçav ên ku di raboriyê de eşkere bûne, ew belge ne ku Edward Snowden der barê teknolojiyê de wek amrazeke sîxuriyê eşkere kirine. Em dibînin ku teknolojiyên nifşa şeşem çi di asta çekên giran de û çi di asta çekên sivik de bi giştî tên bikaranîn. Ji aliyê sivîl ve teknolojî ji bo berhevkirina agahiyan tê bikaranîn. Hewldanên di navbera lîstikvanên mezin ên cîhanê de hewldana bidestxistina zêdetirîn agahiyan e, ev pêşbaziya ku niha di navbera Çîn û Amerîkayê de heye girêdayî vê mijarê ye.”

‘MEDYAYA DIJÎTAL BANDOR LI SER NASNAMEYA NETEWEYÎ ÇÊKIRIYE’

Pisporê teknolojiyê Aso Wehab anî ziman ku medyaya dijîtal bandore li ser nasnameya neteweyî çêkiriye û wiha pê de çû: “Eger em li şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê û ya ku niha di navbera Îsraîl û Îranê de heye binêrin, em dibînin ku piraniya şer û giraniya şer li ser medyayê ye, ew nasnameya ku di deh salên borî de li ba takekesên Ereb hebû, ne heman nasnameya îro ye. Îro teknolojiyê bandoreke mezin li ser nasnameya neteweyî û ramanê çêkiriye. Ew teknolojiya ku îro bi rêya medyaya dijîtal ji welatiyên re tê pêşkêşkirin û gerîna li înternetê bûne sedem ku bi giştî nasnameya neteweyî li hember nasnameya gerdûnî lawaz bibe.”  Aso Wehab di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku kesekî diyarkirî li pişt vê teknolojiyê tune ye, dezgeheke mezin wê bi rê ve dibe û wiha berdewam kir: “Eger em Amerîkayê wek mînak bigirin, gelek dezgehên curbecur hene ku li ser vê mijarê dixebitin, ev saziyên ku li pişt vê mijarê ne xwe di Kongreya Amerîkî de dibînin.

Yanî em li hember gelek dezgehan in ku berjewendiyeke wan a hevpar heye û ji bo guhertina raya giştî dixebitin, dixwazin serweriya Amerîkayê li seranserê cîhanê ferz bikin. Bi heman awayî ev sazî li Brîtanya û Çînê jî hene, li gelek welatên din ev sazî hene ku kar û siyasetên xwe dikin û ji bo firehbûna xwe ya di warê teknolojiyê de dixebitin.

Gelek fîlm û belgefîlm hene ku behsa vê yekê dikin ka çawa teknolojî ji bo jêbirina nasnameya neteweyî û şûştina mêjî kar dike. Ji ber ku karê van saziyan ew e ku baweriyên nû bidin gel, li şûna ku karê sereke yê welatiyekî Kurd rizgarkirina Kurdistanê be, berê wî diguherînin da ku wek welatiyekî gerdûnî tev bigere. Ev jî karê sereke yê wan e ji bo ku li ser mêjiyê me kar bikin.”

‘ŞERÊ ELEKTRONÎK DESTPÊKEK E JI BO RAGIHANDINA ŞER’

Aso Wehab bilêv kir ku pêwîstiya bi avakirina siyaseteke niştimanî heye û got: “Divê gelek alî beşdarî vê siyaseta niştimanî bibin, hikûmet divê avakarê vê siyasetê be û praktîze bike. Di nav hikûmetê de jî saziyên wekî Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind divê beşek bin ji vê siyasetê û li ser wê bixebitin. Rola rêxistinên civaka sivîl di vî warî de pir girîng e, ji ber ku li seranserê cîhanê jî bi vî rengî ye. Divê em roleke baş bidin rêxistinên civaka sivîl, bi taybetî yên ku di warê teknolojî û mafên dîjîtal de dixebitin. Dema ku em bikarin vî karî bikin û gelekî hişyar bigihîje, em dikarin li hember pêlên şûştina mêjî rawestin û di heman demê de şiyanên xwe pêşve bibin. Berê bombebaran ragihandina destpêka şer bû, lê îro şerê elektronîk destpêkek e ji bo ragihandina şer.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN KELAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KCK: Hilbijartinên Başûr ji bo rizgarkirina Kurdistanê ya ji dagirkerî û qirkirinê, girîng e
Nûçeya Pişt re Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Sibehî em ê li Amedê bibînin ku çareserî pêkan e
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Vasfî Hoştaş û Îlhan Keklîk ku berdana wan dihat astengkirin, hatin berdan

Vasfî Hoştaş ku berdana wî bi biryarên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê du caran hatibû astengkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Bîranîna 14’ê Tîrmehê: Bi saya berxwedana zindanan em li vir in

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê û Tevgera Ciwanên Şoreşger şehîdên 14 Tîrmehê bi bîr…

Ji aliyê Stêrk TV

DBP: Ji bo çareseriya demokratîk û aştiya civakî pêwîstî bi têkoşîna bibiryar heye

Meclisa Partiyê ya DBP’ê de encamnameya civîna xwe eşkere kir. DBP’ê daxuyand ku ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Çermê civîna gel

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hunermendên li Amedê wê li dijî polîtîkayên ku ciwanan hedef digre, têbikoşin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayan bi çalakiyên bi heybet 15’ê Tebaxê pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘15’ê Tebaxê vejîna neteweyekê ye’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?