Yekşem, 21 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Heyeta DEM Partiyê wê sibe bi TÎP’ê re hevdîtinê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya 19’ê Kanûnê: DEM Partiyê bang kir ku dawî li polîtîkaya bêcezatiyê were

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya Mereşê: DEM Partî banga ‘hevrûbûnê’ kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Arjîn Dîlek Oncel: Me mîrateya Nazim û Cîhan dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora ji 53 rûpelî ya CHP’ê: Balê nakişîne ser esasê pêvajoyê û aktorê bingehîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi Nazim re me bêdengî jî radikir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK: Cejna Êzî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Berfîn Nûrhaq: Piştî ku min PKK nas kir min got, ez dev ji vê têkoşînê bernadim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandariya YBŞ’ê cejna Êzî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em Şoreş, Siyajîn, Elîşêr, Egîd, Ronî, Aram û Cernas Şemîr bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cejna Êzî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê civîna gel: Em ê ji bo aştiyek mayînde hevrû bibin û hev helal bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li hemberî rûmeta jinan û gelê me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê êrîşên faşîzmê yên li ser jinan qebûl nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê nebaş dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meclîsê divê ‘yekîtiya li dijî tundiya li ser bingehê zayenda civakî’ were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan li dijî binpêkirinên li Îranê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Înîsiyatîfa Yekîtiya Jinên Kurd a li Ewropayê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filma bîr û zarokan a di dema qedexeyan de: Sîtav

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tirkiyeyê Awazê Çiya li ser Spotify hate qedexekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rapora Neteweyên Yekbûyî: Bi cezayê dîsîplînê hevdîtin nayê sînordarkirin
Rojane

Rapora Neteweyên Yekbûyî: Bi cezayê dîsîplînê hevdîtin nayê sînordarkirin

Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê, destnîşan kir ku di encama cezayên dîsîplînê de mafê hevdîtina malbat û parêzeran nayê sînordarkirin û 65 pêşniyar ji Tirkiyeyê re hatin kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) piştî rûniştinên 17-18’ê Tîrmehê yên Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ku Tirkiyeyê jî alîgirê Peymana li Dijî Êşkence, Muamele û Cezayên Din ên Zalimane, Dijmirovî û Biçûkxistinê (Peymana li Dijî Êşkenceyê) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), li ser rapora encamên çavdêriyên Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist. 

Civîn bi beşdariya gelek parêzvanên mafên mirovan li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê hat lidarxistin. Serokê TÎHV’ê Metîn Bakkalci hûrguliyên raporê vegot. Komîteya li Dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî di rapora encamên çavdêriyê de 65 pêşniyar pêşkêşî Tirkiyeyê kirin. 

Komîteyê daxuyand ku û êşkence û muameleya xerab bi taybetî di binçavan de bi awayekî berfireh berdewam dikin, piştî hin bûyerên weke hewldana 2016’an, erdhejên 6’ê Sibatê û bi giştî di çarçoveya “operasyonên li dijî terorê” êşeknce û muameleya xirab zûde bûne û ev yek rê li ber metirsiyê vedike.

Di raporê de wiha hat gotin; “Ji bo kesên ji misogeriya bingehîn ên qanûnî û azadiyê bêpar hatin hiştin rastî êşkence û muameleya xerab nayên ev yek jiyanî ye. Divê ev misogerî di qanûn û pratîkê de bên parastin. Xala 94’an a Qanûna Ceza ya Tirk (TCK) ku sûcê êşkenceyê sererast dike ne li gorî Peymana li Dijî Êşkenceyê ye. Ev lihevnekirin rê li ber bêcezabûnê vedike. Em pêşniyarên ku di çavdêriyên encamnameyê yên sala 2016’an de pêşkêşî Tirkiyeyê hatibûn kirin nû dikin û divê qanûn bi Peymana li Dijî Êşkenceyê re li hev bikin.” 

TÎHEK JI RÊVEBIRINÊ NE SERBIXWE YE

Komîteyê di rapora xwe de, derbarê Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) de jî nirxandinan kir ku TÎHEK ji rêvebirinê ne serbixwe ye û ji vê zêdetir bêdengiya wê ya li hemberî êşkence û muameleyên xirab rê li ber metirsiyê vedike. Di raporê de hat bibîrxistin ku divê Tirkiye li gorî Rêgezên Parîsê tevbigere û hat destnîşankirin ku ji bo misogerkirina serxwebûna TÎHEK’ê divê hemû tedbîr bên girtin.

ÎDIAYÊN ÊŞKENCEYÊ Û MIRINÊN DI BINÇAVAN DE

Di raporê de hat destnîşankirin ku divê lêpirsînên der barê êşkence û muameleya xerab de bi lez, serbixwe û bi bandor û li gorî Protokola Stenbolê ya nûjen bê lêkolînkirin û darizandin. Di raporê de hat destnîşankirin ku astengiyên hiqûqî û îdarî yên ku vê yekê xera bike wê rê li ber bêcezakirinê veke. Komîteyê destnîşan kir ku lihevnekirina TCK 94’an a bi Peymana li Dijî Êşkenceyê re “valahiyên qanûnê” derxistiye holê û tespîta ku di lêpirsînan de pergal destûra îdarî bi demboriyê re rû bi rû dihêle. Komîteyê pêşniyara ku bi TCK’ê re “Qanûna li Dijî terorê (TMK)” a ku ji hêzên ewlehiyê re dibe metala bêcezakirinê li gorî Peymana li Dijî Êşkenceyê dîsa li ber çavan were derbaskirin.

Komîteyê anî ziman ku mirina di girtîgehê de metirsîdar e û bi bîr xist ku divê li gorî Protokola Minnesota hemû mirinên di girtîgehê de ji aliyê saziyeke serbixwe ve bi lez û bez bên lêkolînkirin.

DIVÊ KELEPÇEKIRINA JI PIŞT VE BÊ QEDEXEKIRIN

Komîteyê daxuyand ku bi sererastkirina Qanûna Erk û Salahiyetê ya Polîsan (PVSK) di destwerdana civîn û xwepêşandanên aştiyane de, bi taybetî bi bikaranîna hêza zêde dibe sedema êşkence û muameleya xerab. Komîteyê diyar kir ku qanûnên li ser bikaranîna hêzê zêde ne li gorî standardên navneteweyî ye û xwest ku ev yek li gorî pîvanên navneteweyî di ber çavan de bên derbaskirin. Komîteyê anî ziman ku di çarçoveya civîn û xwepêşandanan de pêkanînên wekî kelepçekirina ji pişt ve nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku divê bikaranîna “teknîkên ragirtinê yên ku dibe sedema êş û azarên nehewce yên wek kelepçekirina ji pişt ve” bê qedexekirin.

GIRTÎGEHÊN TÎPÊN S-Y METIRSÎDAR E

Komîteyê diyar kir ku wan tespît kiriye ku rejîm di girtîgehên Tîpa S û Y û girtîgehên din ên ewlekariya bilind de girtiyan bi tena serê xwe di hucreyên takekesî digirin û Komîteyê daxuyand ku ji lêgerînên bi tazî yên rûtîn heta muayenekirina kelepçeyê û bernedana cezayê girtiyên ku nexweşiya wan xeternak rê li ber fikaran vedike.

DIVÊ RÊGEZÊN NELSON MANDELA BÊN PÊKANÎN

Komîteyê diyar kir ku Desteya Rêveberî û Çavdêriyê ne serbixwe ne û anî ziman ku van desteyan rê li ber astengkirina berdana parêzvanên mafên mirovan, rojnamevan û girtiyên ku bi hincetên siyasî tên mehkûmkirin vedike.

Komîteyê pêşniyar kir ku Navendên Çavdêrî û Tesnîfkirinê û Nirxandina Mehkûman ji nû ve di ber çavan de bê derbaskirin. Komîteyê diyar kir ku hucreyên takekesî divê rewşeke awarte û demkurt be û xwest li gorî Rêgezên Nelson Mandela tevbigerin. Komîteyê her wiha diyar kir ku divê muayenekirina girtiyan a bi kelepçe were sînordarkirin û xwest ku ji nepeniya têkiliya doktor-nexweş rêz bê girtin.

DIVÊ CEZAYÊ MUEBETA GIRAN WERE RAKIRIN

Xaleke din a ku di rapora komîteyê de bal kişand ser cezayê girankirina heta hetayî yê ku di qanûnên Tirkiyeyê de cih digire. Komîteyê diyar kir ku divê cezayên giran ên heta hetayê bên rakirin û pêşniyar kir ku Qanûna Cezayê ya Tirk a bi hejmara 5275’an a der barê înfaza tedbîrên ceza û ewlehiyê de di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Komîteyê anî ziman ku divê girtiyên ku cezayê heta hetayê li wan hatiye birîn, piştî demeke maqûl serbest bên berdan an jî cezayê wan bê kêmkirin.

DIVÊ LI ÎMRALIYÊ HEVDÎTINA PARÊZER Û MALBATAN PÊK BÊN

Komîteyê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên pê re yên li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin û bi bîr xist ku di encama cezayên dîsîplînê de mafê hevdîtina bi parêzer re nayê sînordarkirin. Komîteyê di nava pêşniyarên xwe yên sereke de hêsankirina serdan û danûstandina Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş bi malbat û parêzerên xwe re cih girt û bang li Tirkiyeyê kir ku xwe ji van sînordarkirinan dûr bixe.

TÊ PAYÎN KU HETA 26’Ê TÎRMEHA 2025’AN AGAHÎ BIDIN KOMÎTEYÊ

Serokê TÎHV’ê Metîn Bakkalci di dawiya axaftinan de nirxandinek kurt kir. Bakkalci anî ziman ku Komîteyê der barê cezayên girankirî yên heta hetayê û hêsankirina hevdîtinên Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi malbat û parêzerên xwe re, betalkirina qanûnên ku di dema Rewşa Awarte de ket meriyetê û rakirina misogeriya bingeha hiqûqê re ji bo pêşîlêgirtin û darizandina tundiya li ser zayendiya civakî pêşniyar kirin. Bakkalci anî ziman ku Tirkiye  li ser van mijaran wê di 26’ê Tîrmeha 2025’an de wan agahdar bike.

TIRKIYEKE BÊ ÊŞKENCE

Bakkalci destnîşan kir ku divê Tirkiye di çarçoveya Peymana li Dijî Êşkenceyê de erkên xwe bi cih bîne û bi taybetî jî pêşniyarên Komîteyê şopandin û çavdêrîkirina pêvajoya bicihanîna erkên di çarçoveya Peymana li Dijî Êşkenceyê de gelekî girîng e. Bakkalci diyar kir ku her kes ji bo Tirkiye û cîhana bê êşkence berpirsyar e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cezayê darvekirina Şerîfe Mihemedî hate betalkirin
Nûçeya Pişt re Gel ji bo biçin Amedê li dijî astengiyên polîsan li ber xwe didin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tîmên Operasyonê yên QSD’ê şaneyek DAÎŞ’ê ya xeternak têk birin

QSD’ê ragihand ku şaneyeke DAÎŞ’ê ya ku cebilxane, teqemenî û madeyên lojîstîk ji bo êrîşî…

Ji aliyê Stêrk TV

Dagirkeran li Efrînê 3 kes revandin

Çeteyên ˋPolîsên Leşkerîˊ yên dewleta Tirk a dagirker 3 welatî ji Efrîna dagirkirî revandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Nasnameya şehîdên Elkê hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Elkê şehîd bûne, eşkere kir û got: “Bîranîna hevrêyên me…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Heyeta DEM Partiyê wê sibe bi TÎP’ê re hevdîtinê bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komkujiya 19’ê Kanûnê: DEM Partiyê bang kir ku dawî li polîtîkaya bêcezatiyê were

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komkujiya Mereşê: DEM Partî banga ‘hevrûbûnê’ kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Arjîn Dîlek Oncel: Me mîrateya Nazim û Cîhan dewr girt

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?