Pêncşem, 22 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Xelkê Kobanê li ber sînorê Bakurê Kurdistanê kom bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedana deh hezaran li sînorê Kobanê berdewam dike!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Tom Barrack civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên Apoyî banga ‘serhildanê’ kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bajarê Çêliyabînskê ya Rûsyayê piştgiriya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên hiqûqê li gelek bajaran çalakiya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şêniyên Mexmûrê ji bo Rojava her şev li ser piyan in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kelarê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Binarê Qendîlê berxwedana Rojava silav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komeke ciwanên ji Ranya û Hecîawa ber bi Rojava ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanên Raperînê ji bo berxwedanê çûn Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Şervanên YPJ’ê piştgirî dan dîmenên jinan ên hûnandina keziyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan bi keziyên xwe piştgirî dan berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê jin ji bo Rojava li ser piyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê partiyên siyasî pêşengiyê ji yekîtiya neteweyî re bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji Şengalê bang kirin: Serdana Colanî ya li Elmanyayê şermezar bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê banga ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê filmê ‘Dema Dirîreşkan’ hate pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya Klîba “Agir”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Liverpoolê Akademiya Çand û Hunerê ya Kurd vebû

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇANDˊê ji bo bîranîna Şîlan Kobanê klîpek çêkir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • LEZGÎN
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li gundên Kobanê şer dijwar e
Li Sirrînê şervan bersiveke tund didin êrişan: Gelek çete hatin kuştin, gelek jî hatin girtin
Çeteyan careke din êriş birin ser Girtîgeha Eqtanê
Hêzên QSD’ê li Sirinê bersiv dan çeteyên ku agibestê binpê kirin
Bombe li 3 gundên Kobanê tên barandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rêveberiya Xweser a Şengalê Zelal Efrîn bi bîr anî
Kurdistan

Rêveberiya Xweser a Şengalê Zelal Efrîn bi bîr anî

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê got, "Em bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji bo pêkanîna xeyalên şehîd Zelal û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê, soz didin ku xeyalên wan ên avakirina Şengala xweser û azad pêk bînin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser êrişa dewleta Tirk a 9’ê Cotmehê ya li Şehbayê daxuyaniyek da ku di encamê de 3 endamên TEV-DEM’ê şehîd bûn.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser bi vî rengî ye:

“Her ku diçe dewleta Tirk a  dagirker kîna xwe ya dîrokê bi êrîşên bê bext li ser gelê Kurd û civakên azadîxwaz dide raberkirin. Dewleta Tirk ku dijminê herî sereke yê jin, xebata demokratîk, aştî û civakên qedîm ên herêmê ye, xwe li ber rêxistinbûn û avakirina pergala Neteweya Demokraîk nagire û li kuderê ji bo azadiya civakê gav werin avêtin, li wir êrîşên xwe yên dermirovî pêk tîne. 

Faşîzma Tirkiyeyê bi pêşengtiya AKP-MHPʹê bûye xetereya li ser gelê Kurd, civakên Azadîxwaz û tevahî gelên Rojhilata Navîn û cîhanê. 

Ev êrîşên nemerdane di ji dema geşbûna Şoreşa Rojavaya heya niha tên domandin. Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser vê herêmê pêk tîne û bi sedan têkoşer, jin, ciwan û pêşengên gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê şehîd xistine. Di çarçoveya van sûcên ku tu sînorên exlaqî nas nakin de, 9’ê Cotmeha 2024ʹan de êrîşî koçberên ku ji ber dagerkeriya AKP-MHPʹ ji Efrînê koçber bûne, kir. Mixabin Di encama wê êrişê de 3 çalakvanên ku ji bo avakirina civakeke demokratîk, wekhev û li ser bingehê xwişk-biratiya gelan xebat dikirin, şehîd bûn. 

Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê bi bihîstina vê nûçeyê xemîgîn bûn û li ser vî esasî em sersaxiyê ji malbatên her sê şehîdan re, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya TEV-DEMʹê re dixwazin. 

Di nava van şehîdan de Zelal Efrîn jî hebû ku jineke tekoşer bû û bi hemû hêza xwe ji bo rêxistinkirina gelên herêmê kar û xebat dimeşandin. Şehîd Zelal di dema êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê de, mîna bi hezaran mîlîtanên Apoyî, bi ruhê welatparêziya gelê me yê Rojava berê xwe da Şengalê. Şehîd Zelal Şengal jî wek parçeyek ji Rojava girte dest û li ser vî esasî xwe li ber rêxistinkirina civaka me û taybet rêxistinkirina jinên Êzidî de berpirsyar dît û demek dirêj di nava civaka me de ev kar û xebat da meşadin. 

Heval Zelal bi ked, rûkenî û dilsoziya xwe ya ji bo civaka me, karibû cihê xwe di nava dilê her kesekî Êzidî de bigire. Berê xwe daba kîjan malbatê, mîna ku malbata wê be wisa lê meyze dikir. Ji ber vê jî di demekî kurt de karibû cihê xwe di nava dilê civaka me ya Êzidî de çêbike.  

Şehîd Zelal ezmûna xwe ya kar û rêxistinkirina ku li Rojava bidest xistibû li Şengalê jî xiste pratîkê û di avakirina meclis û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê de xwedî kedek mezin bû. 

Em bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji bo pêkanîna xeyalên şehîd Zelal û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê, soz didin ku xeyalên wan ên avakirina Şengala xweser û azad pêk bînin.

Ji bilî serketinê tu gotinek me ya din nemaye. Ji Rojava heya çiyayên Azad, Mexmûr û Şengalê, ku ev der di hedefa dijminê dagirker de ne, em jî êdî ji bo azadiya gelê xwe li kuderê dibe bila bibe tu sînoran nas nakin û wê hedefa me ya sereke pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan be.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Werîşe Muradî dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kir
Nûçeya Pişt re Mîtînga Azadiyê: Gel astengiyan nas nake, li ber xwe dide
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Durziyan bang li civaka navneteweyî kirin: Siwêdayê rizgar bikin

Serokatiya Rûhanî ya Civaka Misilmanên Durzî bang li hêzên herêmî û navneteweyî kirin ku Siwêdayê…

Ji aliyê Stêrk TV

KNK’ê ji bo meşa li Lozanê bang kir: Statukoya Lozanê hildiweşe

Konseya Rêveber a KNK’ê destnîşan kir ku statukoya Sykes-Picot û Lozanê êdî hildiweşe, nexşeya Rojhilata…

Ji aliyê Stêrk TV

Peyama bingehîn a Newroza Amedê: Azadî ji Rêber Apo re

Komîteya Amadekar a Newroza Amedê diyar kir ku peyama bingehîn a pîrozbahiyê wê azadiya fîzîkî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şêniyên Mexmûrê ji bo Rojava her şev li ser piyan in

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Silêmaniyê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kelarê ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê hate destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Binarê Qendîlê berxwedana Rojava silav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?