Sêşem, 23 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Wezîrê Edaletê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hamdiye Kirici ya DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Serokê Meclîsê re hevdîtin kir: Xwedîderketina parlamentê li pêvajoyê girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Kûrtûlmûş bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta Îmraliyê-Wezîrê Edaletê: Amadekariyên hiqûqî û rewşa girtîgehan hate nirxandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona meclîsê ji bo dema kar dirêj bike wê li hev bicive

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kampanyaya ji Darvekirinê re Na di hefteya 100’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Berfîn Nûrheq li Şengalê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana piştevaniyê ya rêxistinên Elewiyan ji bo malbatên Roboskiyê: ‘Êşa me yek e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê dayikan li ser gora zarokên xwe daxwaza edaletê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên şehîd Egîd Sîncar û Cernas Şemerî li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di êrişa Îranê de kolberekî Kurd birîndar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJAD: Komkujiya Parîsê berhemê polîtîkayên bêcezatiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê daxuyaniya têkildarî salvegera komkujiya Parîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên Jin: Ji bo parastina xelkên me em her tim amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Leyla Zana rûmeta gelê Kurd e, ne bi tenê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan qetilkirina Şêrîn Oso şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiyên Parîsê: TJK-E’yê banga tevlîbûna çalakiyên bîranînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li gelek navendan Meşa ‘Azadiyê’ hate silavkirin
Rojane

Li gelek navendan Meşa ‘Azadiyê’ hate silavkirin

Li gelek navendan “Mitînga Azadiyê” ya Amedê bi daxuyaniyan hate silavkirin û hate gotin: “Tevî her tiştekî jî gelê me li dijî tecrîdê dimeşe. Em ê tecrîdê bi têkoşîneke hevpar ji holê rakin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li Amedê bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên gel hev”, “Mitînga Azadiyê” hat lidarxistin. Li bajarên ku tevlîbûna wan a mitîngê hate astengkirin, çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

ENQERE

Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê têkildarî astengkirinê li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Ji rêveberên partiyê Fahrettîn Durmaz diyar kir ku mitînga bi roja berê ji hêla polîsan û walîtiyan ve hatiye astengkirin û wiha got: “Otobûsên me yên ji vir û ji bajarên din bi rê ketin, bi saetan hatin sekinandin û mafê geştê yê welatiyan hate binpêkirin. Em vê helwesta dijminane ya li hemberî mitînga ‘azadiyê’ qebûl nakin.”

Bi domdarî Durmaz ev tişt anî ziman: “Kesên bi daxwaza azadî û aştiyê hatin gel hev hatin astengkirin. Gelo ev qala pêvajoyeke aştî û asayîbûnê ya çawa dikin? Em dizanin ku ev lîstikên qirêjî yên desthilatê nû nînin. Ne xwedî wê hêzê ne ku bi gel bidin bawerkirin. Heqîqeta li Kurdistanê aştî ye. Navnîşana aştiyê jî Îmrali ye, muxatab Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Divê tecrîd tavilê bê rakirin. Tecrîd, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tevî hemû astengkirinan jî gelê me li dijî tecrîd û asîmîlasyonê dimeşe. Kes nikare pêşî lê bigire. Em ê her tim bibêjin ‘na ji şer re, aştî a niha.’ Divê dewlet rêya aştiyê veke û rêya şer jî asteng bike.”

Daxuyanî, bi dirûşma “Na ji tecrîdê er, aştî a niha” bi dawî bû.

ÎZMÎR

Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcu Gul Çubuk, nûnerên saziyan û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Hevseroka Bajar Vezan Karabulut têkildarî astengkirinên li bajar agahî da. Karabulut, meşa “Azadiyê” ya li Amedê silav kir.

Hevserokê Bajar Duzgun Kuçuk jî diyar kir ku bi komploya navneteweyî re aştî, edalet û daxwaza azadiyê hedef hatiye girtin. Kuçuk, wiha domand: “Divê ev yek baş bê zanîn ku; tu zext dê nekarin berxwedana rewa û demokratîk têk bibin. Dê ji vir û şûnde jî gelên me serî netewînin û polîtîkayên tecrîd û şer bêhtir teşhîr bikin. Dê têkoşîna me bidome. Dê têkoşîna gelên me û hêzên demokrasiyê derhiqûqtiya li Îmraliyê ji holê rake.”

EDENE

Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê jî xwest li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyê bide lê ji hêla polîsan ve hate astengkirin. Polîsên ku avahî dorpêç kirin, ketin û derketina avahî asteng kirin. Li ser vê yekê li avahiya partiyê daxuyanî hate dayin. Çalakvanên di avahiya partiyê de bi dirûşmên “Her der Amed her der berxwedan”, “Ji tecrîdê re na, aştî a niha”,  “Zext nikarin me bêzar bikin”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin xwarê û astengkirina polîsan şermezar kirin. Partiyiyan piştre jî di nava dorpêça polîsan de li derve daxuyanî dan.

Hevserokê Bajar Seyfettîn Aydemîr got ku Walîtiya Amedê ji “hêza rêxistinkirî ya gel tirsiya” lewma mitîng qedexe kiriye. Aydemîr, wiha domand: “Li dijî tecrîdê xwedîderketina li azadiyê, xwedîderketina li aştî û azadiyê, li çareseriya demokratîk e. Tecrîda li birêz Ocalan tê ferzkirin, di her qadên jiyanê de bandorê li me dike. Pergala li Îmraliyê veguheriye tecrîdeke civakî û heta bi dawî nebe jî dê her tim li ser demokrasî û nirxên azadiyê gef hebin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.

MÊRSÎN

Rêxistina DEM Partiyê ya Akdenîzê jî li pêşiya avahiya xwe daxuyanî da. Hevseroka Navçeyê Bedriye Kuş berxwedana li Amedê silav kir. Hevserokê Bajar Reşat Aşan jî bertek nîşanî astengkirinan da.

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

STENBOL

 

Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li ber avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kadikoyê daxuyanî da. Parlamenterê Stenbolê Celal Firat, Hevserokê Bajêr Mûrat Kalmaz, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên navend û navçeyan û gelek welatî beşdar bûn. Hevserokê Bajêr Mûrat Kalmaz ê di daxuyaniya ku dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Her der Amed, her der berxwedan” hate berzkirin de axivî, bi silavkirina bi hezaran welatiyên li Amedê hatin bahev dest bi gotinên xwe kir. Kalmaz ê bal kişand astengkirinê û wiha got: “Tevî ewqas astengkirinan gelek hevalên me gihiştin Amedê.” Kalmaz ê ji bo çareseriyê îşaret bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got: “Bi salan e hewl tê dayîn ku Tirkiye bi zext, girtin û faşîzmê were birêvebirin. Gelê Kurd ji aliyê aştî û demokrasiyê ve helwesta xwe danî holê. Bi van rêbazên qedexeker, hûn ê biçin sergoyê dîrokê. We duh qala aştî û çareseriyê dikir lê îro mîtînga çareseriyê qedexe dikin. Polîtîkayên tecrîdê bi dawî bikin. Me îro vîna li Amedê danîn holê dît. Em ji vir wê vînê silav dikin.”

Piştî axaftina Kalmaz polîsan êrîşî girseyê kir. Girseyê bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Zext nikarin me têk bibin” bertek nîşanî êrîşî dan. Di êrîşê de gelek kes hatin binçavkirin. 

Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne: “Hevserokê DEM Partiya Stenbolê Mûrat Kalmaz, endama Meclîsa DEM Partiyê Selvî Kalir, Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan, Fînce Akman, Nûrten Varlik, Songul Şahîn, Mehmet Onal, Luftu Aktaş, Îrfan Kaya, Sînan Ozyolcû, Resîme Karabaş, Remzî Yildiz, Resûl Aslan, Raîf Guzel, Unal Yûsûfoglû, Besra Îşsever, Sûat Yildiz, Nîhat Bûzkûş, Îlhan Çelîk, Salîh Tûnali, Metîn Tîlkî, Mehmet Aydemîr, Selamî Karagoz û Cemîl Hanoglû.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Wezîrê Karên Derve yê Îranê seredana Bexdayê kir
Nûçeya Pişt re Bakirhan: Navnîşana aştiya civakî, Îmrali ye
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cûreyekî nû yê mirovan ê beriya 500 hezar salî hate kifşkirin

Cûreyekî nû yê mirovan ê beriya 500 hezar salî hate kifşkirin. Tê texmînkirin ku ev…

Ji aliyê Stêrk TV

Kearney: Divê Tirkiye vê derfeta ku Kurdan pêşkêş kiriye bibîne

Siyasetmedar Declan Kearney di konferansa navneteweyî ya li Stenbolê de axivî. Kearney qala pêvajoya Îrlandayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinan 4’ê Nîsanê bi pêxistina 76 meşaleyan pîroz kirin

Aktîvîstên TJA'yê bi wesîleya 76'emîn rojbûna Rêber Apo li qada festîvalê 76 meşale pêxistin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

100 şervan tevlî nava refên QSD’ê bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kampanyaya ji Darvekirinê re Na di hefteya 100’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Wezîrê Edaletê Tûnç: Em bi heyetê re gavên ku divê bêne avêtin axivîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hamdiye Kirici ya DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?