Îro di danê sibehê de polîsan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Kolik a Semsûrê de li navçeyê bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de Hevserokê DEM Partiyê yê Kolikê Saît Dîlek û kesên bi navên Sînan Sut, Nûrî Karli û Hasan Şahîn hatin binçavkirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Kolikê.
Tê payîn ku kesên bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin, piştî karûbarên li emniyetê sewqî edliyeyê bên kirin.