Şemî, 27 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayikên Şemiyê ji bo Kartay hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Bayram Balci li Enqereyê merasîma cenaze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên siyasî dest bi grava birçîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendekî ji vîna hevjiyana azad a gelan re bû kaniya jiyanê: Kadîr Înanir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Karwanê Dayikan Tanja: Divê em ne li şer, li ser aştiyê hûr bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Serhedo hat binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan ji bo Yuce û Tokçu hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Fermandara fedayî Zozan Denîz şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Kadîr Înanir peyama sersaxiyê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê: Divê li hember Kerbelayên îro helwesta Huseynî bê raberkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Navenda Hevgirtina Jinê ya Binevş li Geverê hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Li Qamişloyê 3 şehîd
Rojava

Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê: Li Qamişloyê 3 şehîd

Dewleta Tirk a dagirker piştî êrîşa li Til Rifetê ku 4 sivîl qetil kir, êrîş bir ser hemû herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê. Li Qamişloyê 3 kes hatin qetilkirin, bi dehan kes birîndar bûn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

KANTONA KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker li navenda bajarê Kobanê bi 7 balafirên bê mirov ên bombebarkirî êrîş kir. Di êrîşan de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser avahiyên xizmetê yên li herêmê. Ji ber êrîşa li ser santrala elektrîkê ya li Kobanê bajar bê elektrîk ma.

Piştre jî bi çekên giran, bi obusan bombe li gundên El Seyada, Ewn El Dadat, El Toxar û El Diricê yên Minbicê barand.

Çavkaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker gundên li rojavayê Girê Spî Gazî Elî, Bîr Kanno, Serûce, Hasadat û Naît, li rojhilatê Eyn Îsayê gundê Ummal-Berameel_El-Muxhelat bi çekên giran bombe kiriye.

KANTONA EFRÎN Û ŞEHBAYÊ

Dewleta Tirk ku li Til Rifetê 1 jê zarok 4 kes qetil kir û 10 kes birîndar kir, bombe li navenda bajêr barand. Di heman demê de balafirên şer û keşfê li ser Kantona Efrîn-Şehbayê geriyan.

Artêşa Tirk a dagirker ku êrîşên dagirkeriyê belav dike gundên Birciqasê, Kilotê, Meyasê, Zirneîtî, Soxanekê, Qinêtrê, Aqîbê, Bênê yên Şêrawayê, gundên Tinib, Merenazê, Malikiyê Elqamiyê, Şêwarqa yên Şerayê, navçeya Til Rifetê, gundên Eyndeqnê, Miniq, Belûniyê, Şêx Îsa, Hirbili Simuqa, Til Medîq, Til Cîcan, Nêyrebiyê, Radarê, Şealê, Xirbêt Şealê yên Kantona Şehbayê bi çekên giran bombe kir.

KANTONA QAMIŞLOYÊ

Li aliyê din, bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî êrîş li gundê Mêrga Mîra yê Dêrikê hate kirin. Hate ragihandin ku mala êrîş lê hate kirin vala bû, lewma tiştek bi kesî nehat.

Gundên Tepkê û Girê Wira yên Dêrikê jî bû hedefa dewleta Tirk a dagirker.

Gundê Um El-Kêf ê navçeya Til Temirê jî bi obusan hate bombekirin.

Dewleta Tirk a dagirker taxên Enteriyê û Hilko yên Qamişloyê bombe li navendên asayîşê û Navenda Tenduristiyê ya Xelîcê barand. Di encama êrîşa bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî de 3 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Dewleta Tirk bi balafirên bê mirov ên bombebarkirî êrîş bir ser depoyeke genim a li taxa Enteriyê. Li gorî agahiyan, di encama êrîşê de zerara madî bû.

Dewleta Tirk ku êrîşê dibe ser binesazî û qadên sivîl, li bajarê Amûdê bombe li stasyoneke elektrîkê û derdora wê barand. Agahiyên berfireh ên êrîşê nehate hînbûn.

Yek ji qadên xizmetê yên Dêrikê ku êrîş lê hate kirin, Stasyona Benzînê ya Tiflê ya li gundê Siwêdiyê yê herêma Koçeratê bû. Stasyon 3 caran bi balafirên bê mirov ên bombebarkirî hate bombekirin û gelek karker birîndar bûn. Dewleta Tirk a dagirker piştre careke din bombe li vê deverê barand. Ji ber liv û tevgera balafirên bê mirov ên bombebarkirî ambûlans û gel nekarî biçe cihê bûyerê.

Li Dêrikê stasyoneke gazê jî hate bombekirin. Li gundê Banê Şikeftê yê bajêr jî stasyoneke gazê zerar dît.

Li gorî dema herêmî ber bi saet 03:00 jî taxa Qenatsiwês a Qamişloyê hate bombekirin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Seîde yê li bakurê bajarê Tirbespiyê yê Kantona Cizîrê bombe li Stasyona Petrolê ya Ûda barand. Li ser encama êrîşê agahî bi dest neket. Stasyona navborî dawiya sala 2023’an û destpêka sala 2024’an ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bombekirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Şengalê êrîşên bi balafirên bê mirov ên bombebarkirî
Nûçeya Pişt re Li zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerdeya alternatîf tê dayin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 26’Ê KANÛNA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Komîsyon wê li saziyên fikrî guhdarî bike

'Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî' wê vê hefteyê li saziyên fikrî guhdarî bike.

Ji aliyê Stêrk TV

Malbatên girtiyan bi Midûra Nivîsgeha Taybet a Wezîr Tunc re hevdîtin kirin

Malbatên girtiyan ên bi dirûşma “Edaletê û hiqûqê pêk bîne” dan destpêkirin, bi Midûra Nivîsgeha…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Serhedî ji bo ‘Mîtînga Azadiyê’ bi rê ketin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan ji bo Yuce û Tokçu hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê şehîdên komkujiya Serdeştê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?