Bêrîtan (Gulnaz Karataş) beriya 32 salan li dijî xiyanetkar û nokeran xeteke nû afirand. Îro jî şervanên azadiyê li çar parçeyên Kurdistanê li ser vê bingehê bênavber têdikoşin. Gerîlayê HPG’ê Cîlo Botan, sekn û çalakiya şehîd Bêrîtan nirxand.
Gerîlayê HPG’ê Cîlo Botan anî ziman ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li tunelên şer li dijî dijmin têkoşîneke bêeman dimeşînin û got, “Bi sedan ehvalên me niha li Başûrê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker şer dikin. Ev şer ne hêsan e. Berdêl hatin dayin û hîn jî tê dayin. Eger îro em dikarin li hemberî dijmin şerekî xurt bikin, eger em dikarin berxwedaneke mezin bikin ev yek bi saya mîrateya têkoşînê ye ku hevala Bêrîtan û hemû hevrêyên me yên şehîd ji me re hiştin. Hevrê Bêrîtan beriya 32 salan li qada Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê li dijî dijmin û xayinên noker sekneke fedaî nîşan da. Hevala Bêrîtan ku teslîmiyet û xiyanet qebûl nekir, ji bo teslîmî dijmin nebe heta dawiyê têkoşiya. Bi vê wesîleyê hevrê Bêrîtan di şesavegera şehadeta wê de fermandara me û hemû hevrêyên me yên ku di têkoşîna azadiyê de canê xwe feda kirin bi hurmet û minet bi bîr tînim.
Eger hevala Bêrîtan sekneke bi vî rengî nîşan nedabûya, li dijî xeta xiyanetê tênekoşiyabûya îro weke gelê Kurd em nikarîbûn bigihiştabûna vê astê. Di sala 1992’an de li dijî tevgera me û Rêberê me planên qirêj ên NATO’yê ketibûn dewrê. Dixwestin tevgera me, Rêberê me û gelê Kurd bê nefes bihêlin, destketiyên gelê Kurd hemûyan tine bikin. Wê demê şerê Başûr destpê kir. Li gel dewleta Tirk a dagirker xayinên mîna malbata Barzanî jî li gel dijmin li dijî tevgera me şer kirin. Xayinên noker ên beriya 32 salan bi dijmin re tevdigeriyan, îro jî li Başûr bi heman rengî li dijî gerîla şer dikin. Em jî li ser şopa hevala Bêrîtan li dijî nokeran têdikoşin.
Divê ev rastî ji aliyê her kesî ve bê zanîn; eger îro dewleta Tirk hatibe nava xaka Başûrê Kurdistanê û li dijî me şer dike, di vir de rola nokerên xayin heye. Naxwe dewleta Tirk nikarîbû gavê biavêje nava xaka Başûr û nekarî zilmê bike. Dijmin û hêzên noker timî PKK’ê dikin hincet, lê belê gelê me bi rastiyê zane. Em xaka xwe û gelê xwe diparêzin. Sekna hevrê Bêrîtan a li hemberî nokeran diyar bû. Bersiva wê ya herî mezin jî çalakiya wê ya fedaî bû. Bi sekna xwe û şehadeta xwe xeteke nû ya berxwedanê afirand. Her hevrêyên me yên têdikoşin divê sekn û çalakiya hevala Bêrîtan rast fêhm bikin.”