Yekşem, 18 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    HBDH: Altûn û Kaytan şehîdên tevgera me ya şoreşê ya yekbûyî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cejna Zimanê Kurdî li Baselê bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Altûn û Kaytan li Londonê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranînên ji bo Kaytan û Altûn dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Ji bo hevrê Fûat fikrê hevpar girîng bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kamaç: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwaneke

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya DEM Partiyê bi waliyê Silêmanî Heval Ebûbekir re dicive

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA bi panelan dewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyê kongreya NADA tê lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmarên nû yên kovarên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Welatparêz derketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > YBŞ: Di êrîşên dewleta Tirk de 5 hevalên me şehîd bûn
Kurdistan

YBŞ: Di êrîşên dewleta Tirk de 5 hevalên me şehîd bûn

Fermandariya YBŞ'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşên şeva 25'ê Cotmehê de yên li seranserê Şengalê hate kirin, 5 şervanên wan şehîd bûne.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên hewayî ku şeva 25’ê Cotmehê li Şengalê kir, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di van 3 rojên dawiyê de dewleta Tirk a dagirker û qirker hem bi balafirên şer hem jî bi balafirên bê mirov yê SÎHA êrîşên berfireh li ser Şengalê pêk anîn. Bi giştî 16 cih bombebaran kirin. Piraniya van cihên hatine bombebarankirin cihên ku medenî bûn. Me beriya niha jî dabû diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst bêyî ku ferq û cûdahiyê têxe nava medenî û leşkerî bi şêwazekî seransere – çawalêhato ve êrîş dike. Di encama van êrîşa de jî gelek caran medenî birîndar bûne yan ji şehîd bûne. Di êrîşa dewleta Tirk a faşîst ku şeva 25’ê Cotmehê ku bi balafirên şer pêk aniye de 11 cih bombebaran kiriye û careke din nava gund û bajaran ji hedef girtiye. Di heman demê de di encama vê êrîşê de ku şêva 25’ê Cotmehê pêk hatiye 5 hevrêyên me gihîştine şehadetê, hevrêyêkî me jî birîndar bûye. 

Nasnameya 5 hevrêyên me yên şehîd wiha ye;

Nasnav: Nemir Helîqî
Nav paşnav: Nemir Qasim Elî
Navê Dayîk- Bihar 
Navê Bav- Qaisim Elî
 

Nasnav: Orhan Şengal
Nav paşnav: Ûmran Ehmed Qasim Qolo
Navê Dayîk- Nofa
Navê Bav- Ehmed
 

Nasnav: Dilbirîn Şengal
Nav paşnav: Ezîz Xeyro Cirdo
Navê Dayîk- Gulê
Navê Bav- Xeyro
 

Nasnsav: Azad Şingalî
Nav paşnav: Raîd Xalid Husên
Navê Dayîk- Xezal
Navê Bav- Xalid
 

Nasnav: Dilgeş Şengalî
Nav paşnav: Selah Hesen Emer

 

Di dewama daxuyaniyê de li ser jiyan û têkoşîna şervanên ku şehîd bûn ev agahî hatin dayin:

“Hevrêyên me Nemir, Azad, Ezîz, Orhan û Dilgeş ku her yek ji wan di dîrokê cûda de beşdarî nava refên têkoşînê bûne, bûn xwedî jiyanekê bedew û birûmet. Van hevrêyên me bi sekin, jiyan, fedekarî, kedkarî, cesaret û îradeya xwe ve jibona me nirxekê pir mezin ya têkoşînê hiştin. Xwedî li çanda berxwedêr a civaka xwe derketin. Bi teybetî malbatên me yên ji eşîrên civaka me ê eşîra Hebabî, eşîra Helqî û eşîra Feqîr di dîroka têkoşîna civaka me de xwedî cihekê bi nirx û watene. Di her serdema dîrokê de bûne xwediyê têkoşîna welatparêzî û xwe ji bedel dayînê nedane paş. Ev hevrêyên me jî bi heman ferasetê mezin bûne, rastiya civaka xwe jiyankirine, xwedî li nirx, bawerî, pîrozî, ol, çand û zimanê xwe derketine. Van hevrêyên me ev çanda resen di kesayetên xwe de bi jînkirine û bûne berdewamiya vê dîroka qehremaniyê. Di nava refên têkoşînê de ev zanist û feraseta xwe kirin bingehê hêza tolgirtin û ji dagirkeran hesap xwastinê. Tû caran teslîmiyet û jiyanekê ji rêzê jiyankirin, jibo xwe ne pejirandin û tenezûlê pergalê nekirin. Di her kêliya jiyana xwe a têkoşînê de xwe tû carî ji ked dayînê, xizmet kirin û bedel dayînê nedan paş. Kîjan erk dibe bila bibe, li kûderê xizmet pêwîst dikir bila bike û kijan şert û mercan de be bila bibe hertim bi xwastek û bi keyfxweşiyekê jibo pêkanîna erkên xwe amadebûn. Jibo wê jî hevrêyên me Nemir, Azad, Ezîz, Orhan û Dilgeş wê jibo me bibin mînakên herî bedew ê rast jiyankirin û beşdarbûyînê. Çawa ku di dîrokê de ji dagirkeran hesabên mezin hatine xwastin û tola dîrokê hatiye girtin helbet di şexsê van hevrêyên me de wê tola hemû şehîdên me ji dijminê civaka me werine xwastin. Em weke hevrêyên wan soza vê yekê carekedinê dûbaredikin. Ev êrîşên bêbext û tirsonek wê me tûcarî ji têkoşîna me durnexe, berovajiya wê wê me zêdetir xûrt bike. Dijminên me îro vê yekê jî baş dizanin. Ne tenê îro di dîrokê de ev hatiye şênberkirin ku dijmin wê nikare me tûne bike û axa me dagir bike.

Dewleta Tirk ya dagirker û qirker bi van êrîşên xwe ve careke dinê rastî û rûyê xwe ê dijminatiya civaka me da diyarkirin. Dewleta Tirk di dîrokê de dijminê me Êzidiya ye. Dijminê bav û qalên me ye. Di 70 fermanên ku li ser civaka me pêkhatinê de destê dewleta Tirk tê de heye. Lê belê lazime dewleta Tirk a qirker jî bizanibe çawa ku bav û qalên me li hemberî wê şerkirine em neviyên wan jî em ê bi heman rengî bi mezintirîn şer bikin. Bi teybetî em hêza parastina civaka xwe YBŞ-YJŞ ji herdemî zêdetir xwedî wê hêzêne ku civaka xwe li hemberî hemû cûre êrîşan biparêzîn û şerbikîn. Nimûneya vê yekê jî şerê ku me li hemberî çeteyên DAİŞ’ê daye raberkirin şênberiya vê yekê ye. Em li hemberî DAİŞ’ê bi serkeftî serkeftin. Em ê ji îro û şûnde jî bi heman rih û baweriyê ve serkeftî bibin. Heyanî niha me di fermanan de şehîd û berdêl didan. Lê ji îro û şûnde em ê jibo azadiya civaka xwe şehîdan bidin, bedelan bidin û têbikoşin. Ji xwe dewleta Tirk a dagirker ji vê yekê ditirse, eger dewleta Tirk a faşîst ji me YBŞ û civaka me ditirse tê wê watêyê ku em berbi serkeftinê ve dimeşin.

Ji bo wê jî çendî bi êrîşên xwe berdewam bike em jî bi tûndî li hemberî êrîşên wî bersivên pêwîst bidin. Eger êrîşê me û civaka me bike divê gelek hesaban ji bike. Em dizanin ku dewleta Tirk ne bi tena serê xwe van êrîşan pêktîne. Bi teybetî yê ku bingehê van êrîşan jibo dewleta Tirk çêdike PDK bi xwe ye. Em viya baş dizanin. Ev şênbere. Di aliyê dinê de jî hêzên ku berpirsiyarin û di heman demî de çavên xwe ji êrîşên dewleta Tirk re digirin lazime êdî li ber berpirsiyariyên xwe rabin. Bi teybetî hikûmeta Iraqê û hêzên koalîsyona Navnetewî divê dimildest li ber berpirsiyarên xwe rabin, çavên xwe ji êrîşên pêktêne negirin û berpirsiyartiyên xwe bizanibin. 

Her wûha divê civaka me jî bi rihê têkoşerî û berxwedêriya şehîdan ve tevbigere. Lazime baş bê zanîn ku ji derveyî berxwedaniyê tû rê li pêşiya me nîne. Em ketibin vê riyê, em jibo serkeftinê ketine vê riyê. Em jibo keramet û şerefê ketine vê rêyê. Em jibo armancekê ketine vê rêyê. Em weke hêza parastina civaka xwe YBŞ-YJŞ çî dikeve ser milê me pêkanîn û çî bedel pêwîst bike em amadene bidin. Jibo wê jî ji her demê zêdetir derfet û destkeftiyên ku berxwedanî mezin bibe hatine bidestxistin. Rih, bawerî, îrade, zanistî, fedekarî û cesaretekê mezin hatiye afirandin. Helbet ev yek di encama ked û qehremaniyên mezin de hatiye bidestxistin. Yên ku ev yek jibo me afirandine bêgûman hevrêyên me yên şehîdin. Em bi saya wan şehîdan îro têkoşînekê mezin didin. Eger îro di Şengalê de em bibin hêza herî xurt ev bi saya bedel û keda hatiye dayîn ve çêbûye. Ev me di şerê li hemberî DAÎŞ’ê de ji raberkir. Kesên xwedî cek û hêzên mezinbûn li hemberî DAİŞ’ê berxwe nedan, reviyan û bûn navê îxanetê. Lê me weke gel û hêza parastinê mezin têkoşînkir û me rêya jiyanekê bi wate û bi şeref esasgirt. Çawa ku me ev şer biserxist em ê li hemberî dewleta Tirk a dagirker jî vî şerî serbêxîn. Bila tû gûmanên kesekê çênebin. 

Ji ber ku YBŞ – YJŞ li ser esasê armancekê hatiye avakirin û rêxistinkirin. Ji bo wê jî cihê berxwedaniyê ye, cihê ji dagirkeriyê hesap xwastinê ye, cîhê tolgirtinê ye, cihê şeref û kerematê ye, cihê serfiraziyê ye, cihê mezin jiyankirin û têkoşînkirinê ye. Cihê xwe zanîn û naskirinê ye. Weke hêza parastina civaka xwe em bûne xwedî ezmûn û daneheviyekê mezin a li ser feraseta netewa demokratîk têkoşîn dike. Li ser esasê hişmendiya civakek demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê têdikoşeye. 

Di heman demê de bêdengiya hikumeyita Iraqê cihê şermezariyê. Ax û serweriya wê tê binpêkirin. Hemwelatiyên wê tê hedef girtin. Lê mixabin tu helwestî cidî raber nake. Ev bêdengiya hikumeta Iraqê di mede wek civaka Êzidî gumanan bipêşdixe. Divêhikumeta Iraqê li erk û berpirsiyarên xwe yên hember serwriya ax, hemwelatî û ezmanê xwe xwedî derkeve. 

Her wisa hêzên navdewletî û kewalisyon jî divê xwedî helwestbin. Ji ber ev êrîş ji derveyî hemû peyman û qanûn navnetewî ye.

Ji bo wê jî divê civaka me jî ji herdemî zêdetir ji bo xweserî û azadiya xwe bi cesaret, berpirsiyar û bi zanistî tevbigere. Me di vê oxirê de gelek bedelên giran dan, me gelek şehadet dan. Divê em di rêya van şehîdan de bimeşîn û van şehîdan jibo xwe esas bigirîn. Em encex div ê rêyê de dikarin bigîhîjin serkeftinê. Jiber ku ev nirx û destkeftiyên hatine avakirin bi keda şehîdan a 10 salan ve hatiye afirandin. Erka me jî ew e divê em teqez xwedî lê derbikevin. 

Ev şehîdên me ku di van 3 rojên dawiyê de me dane, wan jî bi heman rengî xeta şehîdan a Mam Zekî, Zerdeşt, Seîd Hesen Seîd, Îsa, Dijwar, Pîr Çeko, Nujîn, Berîvan, Nujiyanan esas girtin, bi rihê van şehîdan jiyankirin, YBŞ û têkoşîn xurtkirin û mezinkirin. Helbet wê ji bo me jî bibin çavkaniya hêza têkoşîn û berxwedanê. Bi vî rihî ve li her cihî li hemberî dagirkerî û êrîşan têkoşîn kirin û bûn xwediyê kedekê mezin û bedew. Ev rihê şehîdan, berxwedaniya wan, bawerî, cesaret û fedekariya wan wê hertim li pêşiya me bibin ronahiya rêya zaferê. 

Ser vî esasî em carekedinê ser saxiyê ji malbatên şehîdên xwe Nemir, Azad, Orhan, Ezîz, Dilgeş û di şexsê van malbatê xwe de jî ji tevahiya malbatên şehîdan û civaka xwe re dixwazin. Em soza xwe ya di xeta şehîdan de jiyankirin û têkoşînkirinê; xeyal û armancên şehîdan pêkanînê carekedinê di şexsê van hevrêyên xwe de dûbare dikin. Em dibêjîn di xeta şehîdan de an jiyaneke azad, bi rûmet û serbilindî em ê jiyan bikin an jî em ê tû jiyanekê dinê jibo xwe nepejirînin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji gerîla çalakiyên bîranînê: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Nûçeya Pişt re Xelkê Şengalê meşiya: Bi dehan jî ji me şehîd bixin, em ê dest ji berxwedanê bernedin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Îzmîrê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin

Li Îzmîrê di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî de, avêtin ser Mala Hunerê ya Jîn Artê.…

Ji aliyê Stêrk TV

Aldar Xelîl ji bo Newrozê bang kir

Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Serokkomarê Iraqê qanûna ‘Helebece’yê îmze kir

Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd qanûna ku Helebceyê dike wîlayeta 19'emîn îmze kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bayik: Ez ê timî hevalê Riza ji xwe re bikim esas

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kaytan, Altûn û Şehîdên meha Gulanê li Şengalê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Karayilan: Her tim rêber û pêşengek bû

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kamaç: Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk sîwaneke

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?