Şemî, 28 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 28’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtin û binçavkirina piştî Newrozê hate şermezarkirin: Zerarê dide pêvajoyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derbarê polîsê ku Efe kuşt îdîaname hat amadekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê serdegirtina malan: 26 binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Uşakê hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan bi ser Şaredariya Marmarîs de girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Veysî Aktaş: Lêgerîna xweseriyê mijara man û nemanê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê 6’emîn Kongreya MXDŞ’ê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê: Hefteya Qehremaniya Neteweyî pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kavêz Mela Perwêz: Pêşeroja herêmê di berjewendiya gelê Kurd de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bedlîsê ji ber lêpirsîna Newrozê kesek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Bi awayek veşartî destwerdanê pêvajoya Kongreya Azadiya îranê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 3 jinên din jî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Girtiyên jin ên li Evînê rû bi rûyê xeteriya jiyanî ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Vejîna Kurd de vê hefteyê: Qada Rêbertî û Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Pisûlaya me ya esasî Rêber Apo ye
Jin

KJK: Pisûlaya me ya esasî Rêber Apo ye

Koordînasyona KJK'ê diyar kir ku pêkhatina hevdîtina bi Rêber Apo re nayê wateya bidawîbûna tecrîdê û bang kir ku dawî li dîlgirtina li Îmraliyê bê anîn. KJK'ê got, "Pisûlaya me ya esasî Rêber Apo ye, gotinên wî ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku hevdîtina 23’ê Cotmehê bi Rêber Apo re hate kirin gelekî girîng û bi wate ye, lê belê nayê wateya bidawîbûna tecrîdê.

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye: “Hevrê Şehîd Bêrîtan ku heta fîşeka wê biqede li dijî mêtingerî, teslîmiyet û xiyanetê bi tilîliyan şer kir û piştre xwe ji zinar avêt û şehîd bû, di salvegera 32’yemîn de bi minet, hurmet û hezkirinê bi bîr tînin. Şehîd Bêrîtan ku pîvana ‘Berxwedan Jiyan e’ ya bi Mazlûm Doganan destpê kir bi fedaîtî xist meriyetê û têkoşîna me ya bi rûmet tacîdark ir, bû xeta pêşeng a tevgera me ya giştî, tevgera jinê û artêşbûna jinê, bi vî rengî tevlî karwanê nemiran bû. Ev xeta ku ispat kir berxwedan jiyan û serketin e, ji bo milîtaniya PKK û PAJK’ê û gerîlayên HPG û YJA Starê her tim bû xeta esasî. Vî ruhî xiyanet, teslîmiyet û têkçûn têk bir, kuşt, weke ruhê berxwedan û serketinê di her kêliya têkoşîna me de jiya û dijî.

ŞEHÎDÊN MEHA COTMEHÊ

Meha Cotmehê di heman demê de meha şehadetê ya şehîdên me yên pêşeng ên jinê Şehîd Azîme, Şehîd Meryem, Şehîd Hêlîn Çerkes, Şehîd Gûrbetellî Ersoz, Şehîd Ronahî Alman, Şehîd Mizgîn Turk, Şehîd Canda Turk, Şehîd Rojîn Gevda, Şehîd Gulnaz Ege, Şehîd Çîçek Kûrtalan, Şehîd Çîçek Kiçî, Şehîd Rûken Bîngol û şehîdên Geliyê Teyarê, şehîd Arîn Mîrkan, şehîdên me yên fedaî hevrê Rojhat û Erdal, hevrêyên me yên fedaî yên mezin ên çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ ku li dijî komploya 9’ê Cotmehê çalakî kirin û şehîd bûn. Di vê demê de jî li Bakur, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Zap, Metîna û Xakurkê şerekî giran tê kirin, di vî şerê awarte de gerîlayên me bi îradeyeke awarte şer dikin û şehîd dikevin. Bi vê wesîleyên şehîdên me yên meha Cotmehê û di şexsê wan de hemû şehîdên têkoşîna me bi minet û hurmet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wan mezin bikin û bi ser bixînin.

AGAHÎWERGIRTINA JI RÊBER APO BÛYEREKE GELEKÎ GIRÎNG E

Meha Cotmehê ji aliyekî ve dema komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ye, li aliyê din jî dema têkbirina vê komployê ye. Berxwedana Rêber Apo ya li dijî sîstema tecrîda qirker a li Îmraliyê, berxwedana mezin a gerîlayên me ku li ser şopa vê berxwedanê ne û çalakiyên bêdawî yên gelê me yên li hemû qadan, di qebûlnekirina komployê û lawazkirina wê de bi rola esasî rabûn. Bi taybetî bi destpêkirian sala duyemîn a pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Apo de, vê pêngavê bûyerên gelekî girîng bi xwe re anî. Herî dawî hevdîtina Rêber Apo ya 23’ê Cotmehê bi Omer Ocalan re pêk anî, agahîwergirtina piştî 44 mehan bûyereke gelekî girîng û bi wate ye. Gelê me ku li ser xeta berxwedanê ya Rêber Apo dimeşe û ji bo kêliyekê jî teredût nekiriye, têkoşîna xwe nasekinîne. Em vê encama ku berxwedana gelê me, gerîlayên me û dostên me ye pîroz dikin. Wergirtina silava Rêber Apo, bihîstina dengê wî û hînbûna başbûna tenduristiya wî kêfa berxwedêran hemûyan anî, moral da. Careke din ispat bû ku berxwedana di nava her şert û mercî de, mezinkirina berxwedanê tê wateya jiyan û serketinê.

PÊKHATINA HEVDÎTINÊ NAYÊ WATEYA RABÛNA TECRÎDÊ

Rêber Apo di vê hevdîtinê de bi taybetî destnîşan kir ku tecrîd hîn jî dewam dike. Pêkhatina hevdîtinê bêguman nayê wateya rabûna tecrîdê. Ji 1’ê Cotmehê û vir ve ji eniya Tifaqa Cûmhûr li dora Rêberê me li ser çareseriya pirsgirêka Kurd hin gotin têne kirin, nîqaş têne meşandin. Hikumeta AKP-MHP di dema ku tengav dibe, ji aliyê desthilatdariyê ve zehmetiyê dikişîne, serî li taktîkên bi vî rengî dide, ji pêvajoyên berê ve her kes bi vê yekê baş zane.

PISÛLAYA ME YA ESASÎ RÊBER APO YE

Ji bo pêkhatina çareseriyeke rasteqîn û demokratîk, ji destpêka salên 1990’î û vir ve Rêber Apo kete nava hewldanên bi wate, wêrek û gav avêt. Rêberê me û tevgera me nêzîkatiya xwe ya li ser vê mijarê her tim bi şênberî raxist pêş çavan. Di vir de pîvana esasî ew e ku Rêber Apo muxatab bê dîtin, polîtîkayên samîmî bêne meşandin û gav bêne avêtin. Navê xwe çi dibe bila bibe eger ev pîvan nebe esas, wê tenê bê wateya komployeke nû, lîstikeke nû. Di demekê de ku her agahî, gotin tevlîhev bûne, serî tevlîhev bûne, gelekî girîng e ku gelê me, jin û dostên me bala xwe bidin ser Rêber Apo ku navnîşana esasî û navenda çareseriyê ye û şaşitî û rastiyê ji hev derxîne, li gorî vê yekê têkoşînê mezin bike. Pisûlaya me ya esasî Rêber Apo ye, gotinên wî yên hatine gotin û yên bêne gotine.

DIVÊ EM DAWÎ LI DÎLGIRTINA ÎMRALIYÊ BÎNIN

Li gel ku hevdîtinek hatiye kirin jî tecrîda li ser Rêber Apo hîn neqediya ye. Heta ku ev tecrîd biqede û Rêberê me ji aliyê tenduristî û ewlekariyê ve karibe siyaseta azad bimeşîne, şert û mercên vê yekê bêne afirandin, gelekî girîng e ku em têkoşîna xwe mezin bikin. Li ser vê bingehê divê pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê mezinkirin, hîn bêhtir bê berfirehkirin, her kes di asta seferberiyê de bimeşînin. Ji heft heta heftê salî her kes divê ji dil û can tevlî vê pêvajoyê bibin, jin pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin, di sala duyemîn a pêngavê de di asteke hîn bilind de pêngav bê meşandin û dawî li dîlgirtina Îmraliyê bê anîn.

Weke KJK’ê em bang li jinan, gelê me û dostên xwe dikin ku vê têkoşîna pîroz û bi wate mezin bikin, bi ruhê azadiyê yê Şehîd Bêrîtan û şehîdên me yên Cotmehê vê pêngavê bi ser bixînin.

EM ÊRÎŞÊN DAWÎ BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN

Êrîşên dawî yên êvara 23’ê Cotmehê ji aliyê dewleta Tirk ve li Til Rifetê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengalê û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin kirin, bi tundî şermezar dikin. Di van êrîşan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hin jê jin û zarok bi giştî 13 mirovên me şehîd bûn, bi dehan saziyên xizmet û tenduristiyê hilweşiyan. Her wiha li Şengalê jî şehadetek û du birîndar hene. Em sersaxiyê ji malbatên mirovên me yên şehîd bûne, ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji xelkê me yê Êzidî re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin. Di van êrîşên li derveyî mriovahiyê de dewleta Tirk a dagirker ti carî encam bi dest nexist, wê ji niha û pê ve jî encamê bi dest nexe.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJAR’ê bang li Werîşe Mûradî kir ku grevê bi dawî bike
Nûçeya Pişt re Êrîşên dagirkeriyê dewam dikin: Sivîl dibin hedef
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Karasû: Dewleta Tirk tengav bûye û em ê hîn tengavtir bikin!

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku dewleta Tirk li ser tecrîdê…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên KBDH’ê qemyoneke ‘faşîstan’ şewitandin

Milîsên Sevda Serînyel ên KBDH'ê ragihandin ku li dijî tundiya li jinê wan li Ataşehîrê…

Ji aliyê Stêrk TV

Bozan: Em ê bi serketinê bersivê bidin fen û fûtan

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan got, bi serketinê, bi qezençkirina şaredariyan ew ê bersivê bidin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Bedlîsê ji ber lêpirsîna Newrozê kesek hat girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Çeteyan li Siqêlbiyê yê Hemayê êrîşê gel kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK: Bi awayek veşartî destwerdanê pêvajoya Kongreya Azadiya îranê hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Rojnamevanên Erfîn: Êrîşên Newrozê di medyayê de hat paşguhkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?