Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) roja sêşemê li kampa Holê operasyoneke ewlekariyê li dijî şaneyên çeteyên DAÎŞ’ê pêk anî.
Navendê diyar kir ku piştî hêzan cihê endamên şaneyê û çalakiyên wan bi cih kirin û şopandin, cihê veşartinên wan dorpêç kir û ew girtin. Hêzan terorê bi navê Xalid Mehmûd Elî yê ji bajarê Hedîse yê Enbar ê Iraqê û terorê bi navê Ebdullah Cemal Xelef ê ji bajarê Remadî yê Enbar ê Iraqê girtin.
Navendê eşkere kir ku her du çete li Iraqê tevlî DAÎŞ’ê bûn û ji bo sûcên terorane bikin derbasî xaka Sûriyeyê bûn, li kêlek domandina çalakiyên xwe li kampa Holê weke şêweya şaneya terorîst a veşartî, gelek sûcên terorane pêk anîn. Şaneyê hewldana revandina malbatên DAÎŞʹê dikir, pere didin wan û têkiliyên wan bi derve re hebûn û li ser belavkirina fikrên tundraw çavdêrî dikir.