Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyurt a Stenbolê ku Ahmet Ozer bi rêbaza Lihevkirina Bajar re ji Partiya Gel a Komarê (CHP) weke şaredar hatibû hilbijartin, daxuyaniyên nivîskî dan.
Di daxuyaniya DBP’ê de hate gotin ku tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyurtê, encama polîtîkaya tayînkirina qeyûman a li şaredariyên gelê kurd e ku li bajarên Tirkiyeyê jî belav dibe. DBP’ê diyar kir ku AKP’ê ji polîtîkayên xespkirina îradeyê û qeyûman encam negirt. DBP’ê da zanîn ku îktîdara AKP-MHP’ê vîna gel tune dihesibîne û tu rewabûna wan nema ye.
DBP’ê bal kişand ser siyaseta Rêya Sêyemîn û got ya ku dê siyaseta demokratîk li ser pêyan bihêle û îradeya gel biparêz e Rêya Sêyemîn e.
TJA’yê jî di daxuyaniya xwe de girtina Ozer weke “Hiqûqa dijminatiyê” pênase kir û wiha got: “Rejîma qeyûm; encama polîtîkayên dijminatiya li jinê û kurdan e. Îcar jî li Stenbolê kete meriyetê. Dosyaya têkildarî Ahmet Ozer ku bi rêya Lihevkirina Bajar bi îradeya gelan hate hilbijartin, taktîka FETO ye. Yên ku aktîvîstên jin, hêzên demokrasiyê û şoreşgerên azadîxwaz bi kompasan digirin, xuyaye ku ji dîrokê ders negirtine. Gelê me bersiva pêwîst dabû qeyûm berê hatine tayînkirin. Di hilbijartinê de nîşan da ku îktîdara heyî qebûl nake. Yên dixwazin dîrokê dubare bikin, divê ji vê xeletya xwe vegerin. Tekane rêya aştiya civakî ya vî welatî, demokrasî û edalet e. Bila dijminên jinan û demokrasiyê bizanin ku em ê serî li ber xespa we û dîktaya yekzilamî netewînin. Dê jin, gelê kurd û gelên Tirkiyeyê bibin yek û bi ser kevin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî vê derhiqûqtiyê li her derê nerazîbûna xwe nîşan bidin.”