Îro li Kelarê berbijarên partiyên Komelî Dadwerî, Tevgera Goran, Rewta Helwest, Berey Gel û Serbixweyan ji ber sextekarî û binpêkirinê encamên hilbijartina serdema şeşem a parlamentoya Herêma Kurdistanê red kirin.
Berbijarê Berey Gel Huner Ebas daxuyaniya hevpar xwend ku wiha bû: “Em destnîşan dikina ku encamên vê hilbijartinê ne cihê baweriyê ne û em wan red dikin. Belgeyên me gelek binpêkirinên cidî nîşan didin, wekî kirîna dengan û tehdîdkirina dengderan û zextdanîna li ser dengderan.
Em daxwazê ji Desteya Serbixwe ya Hilbijartinan û aliyên têkildar dikin ku lêkolîneke zelal û bêalî li ser van binpêkirinan bikin û hemû belge û agahî bi raya giştî re bên parvekirin û ji bo parastina dengê welatiyan gavên pêwîst ên hiqûqî bên avêtin.”
Huner Ebas di dawiya daxuyaniyê de diyar ku ew pabendî hiqûq û demokrasiyê ne û wiha domand: “Em diyar dikin ku em pabendî parastina mafê dengderan û berjewendiya giştî, prensîpên demokrasî û edaletê ne. Em daxwazê ji raya giştî û çapemeniyê dikin ku helwesteke berpirsiyar bigirin û piştgiriya mafê rewa yê dengderan bikin.”
Piştre Serdar Tilekoyî li ser binpêkirina hin belge û agahî pêşkêş kirin û got: “Xizmên min dengê xwe dane min, lê tenê 9 deng ji min re derketine. Li navendekê sê hezar deng hatine dayîn û gelek kesan deng dane min, lê deng nehatine hejmartin.”