Moskova û Pyongyangê ji Sibata 2022’yan heya niha ku ev dîrok destpêka şerê Ûkraynayê ye, hevkariya xwe zêde kirine. Lê belê îdîayên ku wê yekîtiyên Koreya Bakur tevlî şer bibin, rewşeke nû derdixîne holê.
Alîkara Berdevkê Pentagonê Sabrina Singh navê fermî ê Koreya Bakur bilêv kir û got: ‘’Em di wê baweriyê de ne ku Komara Gel a Demokratîk a Koreyê ji bo perwerdekirinê nêzîkî 10 leşker şandine rojhilatê Rûsyayê.’’
Sabrina Singh anî ziman ku Rûsya wê bi ihtîmaleke mezin li nêzî Ûkraynayê hêza xwe ya leşkerî zêde bike û got ku ‘’beşeke’’ van yekîtiyan ji niha ve li nêzî Ûkraynayê bûye.
Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol piştî daxuyaniya Pentagonê ya roja Duşemê ‘’hevkariya neqanûnî ya di navbera Rûsya û Koreya Bakur de şermezar kir û hevkariya navborî ji bo ewlehiya gerdûnî weke ‘’gefeke mezin’’ pênase kir.
Endamekî parlamentoyê yê Koreya Başûr roja Sêşemê bal kişand ser îstîxbarata Koreya Başûr û anî ziman ku ihtîmal heye genarelên Koreya Bakur tevlî şerê Ûkraynayê bibin.
Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelenski jî bal kişand ser serwîsên îstixbaratê û got ku ew li bendê ne ku di demeke nêz de hejmara leşkerên Koreya Bakur ên li Rûsyayê hatine bicihkirin, bibe 12 hezar û diyar kir ku ew bi fikar in ku wê piştre hêzên navborî li qadên şerê Ûkraynayê de werin bicihkirin. Serokê DYE’yê Joe Biden jî bicihkirina leşkeran weke rewşeke ‘’zêde bitalûke’’ pênase kir.
Li gorî daneyên Enstitûya Lêkolînên Şer a DYE’yê, artêşa Rûsyayê ji destpêka meha Cotmehê heya niha li ser xaka Ûkraynayê 478 km²’yan pêşde çûye.
Çend saetan beriya daxuyaniya Pentagonê Sekreterê Giştî yê nû yê NATO’yê Mark Rutte jî ji navenda Tifaqê ya li Brûkselê hişyariyek da.
Rutte di hişyariya xwe de got: ‘’Ez dikarim îspat bikim ku ji Rûsayayê re yekîtiyên Koreya Bakûr hatine şandin û hêzên leşkerî yên Koreya Bakur li herêma Kurskê hatine bicihkirin.’’
Li gorî Rutte, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bêyî piştevaniya dewletên din nikare êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Ûkraynayê berdewam bike û diyar kir ku heya niha zêdetirî 600 hezar leşkerên Rûsyayê yan hatine kuştin yan jî birîndar bûne.