Bagera Kong-rey serê sibehê li giravê xist û di encamê de kesek mir û 73 kes jî birîndar bûn. Kong-rey yek ji bagerên herî dijwar ên salên dawî tê dîtin.
Rêxistina agirkujiyê ya navneteweyî da zanîn ku beriya bager rabe, pêlên bi qasî 10 metreyan bilind dibin hatine dîtin.
Xurtbûna bagera Kong-rey û Gaemî ku di meha Tîrmehê de li Tayvanê xist, xwedî heman hêzê ne. Û tê diyar kirin ku di nava 8 salên dawiyê de bagerên herî xurt û dijwar li Tayvanê xistine, bagera Kong-rey û Gaemî ye.
Li Tayvanê gel xwe ji bo bagerê amade dike. Roja Pêncşemê li seranserî Tayvanê dibistan û cihên xebatê hatin rawestandin. Kolanên Taîpeî ji ber baya dijwar û baranê hat valakirin. Li herêmên ku gelek ji bagerê bandor bûne, tê texmînkirin ku heta roja Înê dora metreyek baran li wir bibare.
Li gorî zanyaran, guherîna avûhewayê her ku diçe dijwariya bager û bahozan zêdetir dike.