Hêzên parastinê yên kantona Efrîn – Şehbayê bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên meha Cotmeh (2024) aşker kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dagirkeran di Cotmehê de bi 1667 guleyên obîsan, 714 guleyên hawnan, 826 guleyên bombetar, 1 guleya SPG, 3 guleyên fûzeyan, 49 guleyên tankan, 21 keşfên bi çek û 25 keşfên xwekujî êrişî gund, bajar û bajarokên kantona Efrîn-Şehbayê kirin.
Li gorî daxuyaniyê deverên hatine hedefkirin ev in: Şêx Îs, Bêlûniyê, Til Cîcan, Semûqa, Xerebçe, Medyûnê, Dêr Qad, Eyn Diqnê, Til Medîq, Zîwan, Til Enêb, Hirbil, Minix, Kefer Neye, Mişrêfê, Şeale, Nêrebiyê, Radar, Ril Rifet, Xirbêt Şealê, Kefer Anton, Im Hoş ên girêdayî Şehbayê. Gundên Merenaz, Tirindê, Şewarxe, Tat Mereş, Tinib ên bajarê Şerayê, her wiha gundên Meyasa, Birc Qasê,Kilûtê, Gundê Mezin, Aqîbe, Dêr Çimêl, Soxanekê, Aqîbê, Benê û Hişrsa Soxanekê (Daristan) yên bajarokê Şêrawayê.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 8ˈê Cotmehê balafirên bê mirov ên bi çek gundên Merenaz û Sewarxa û Kulûtê de bombebaran kirin. Di encama bombebaran de li gundê Kulûtê de 2 sivîl birîndar bûn û treksek hat îmhakirin.
Hate diyarkirin ku di piraniya êrişan de zerarên madîn çêbûne.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrişeke roja 22ˈê Cotmehê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn. Her wiha hat bibîrxistin ku di topbarana 23ˈyê Cotmehê ya li ser bajarê Til Rifetê de 5 sivîl şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.
Navên şehîdan ev in : Îbrahîm Mihemed Kolîn Şêxo (55), Melek Şiyar Hembaşo (5), Cemîle Xelîl Waqas (32) Mihemed Weqfî Mihemed (47) û Mihemed Ebdulkerîm Sîdo (43).
Navên birîndaran jî ev in: Ehmed Şiyar Hembaşo (10), Elî Şiyar Hembaşo (3), Lava Îbrahîm Şêxo (19), Mihemed Beyrem (25), hmed Rifayî (15), Sakine Mihemed Îsmaîl (55), Ehmed Omer Ehmed (63).