Pêkhateyên Netzwerk Gegen Femînîzîde (Tora Li Dijî Qirkirina Jinan) ji bo jinên hatine qetilkirin li paytexta Elmanya Berlînê çalakiya bîranînê li dar xistin.
Çalakî saet 15:00’an de li Nettenbeckplatzê destpê kir. Jinan bi çalakiya “Xwîna Xwîna Min” a ji aliyê Kolektîfa Hilos a li Meksikayê ve têkildarî jinên hatin qetilkirin pêk hat û ji bo hemû jinên cîhanê têkiliyên xwe bi hev re xurt bikin çalakiya rêsandina ta ya ku tê wateya xurtkirina berxwedanê dest pê kir.
Meclîsa Jinan a Dest Dan, Buroya Aştiyê ya Jinê ya Cenî, Gemeinsam Kampfen, Woman Defend Rojava yên ku di nava tora Netzwerk Gegen Femînîzîde de cih digirin, beşdarî çalakiyê bûn.
Çalakî piştî deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna jinên hatine qetilkirin dest pê kir. Komên beşdarî çalakiyê bûn, bertekên xwe yên li hemberî qetlîamên jinan anîn ziman û peyamên li ser girîngiya rêxistinbûna jinê dan.
Piştî axaftinan li ser navê Meclîsa Jinê ya Dest Dan, daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê TJK-E ya li dijî qetlîamên jinan hat xwendin.
Piştre ji bo jinên hatine qetilkirin bi hev re stran hatin gotin.
Çalakiya bîranînê piştî peyamên hevgirtinê yên jinan bi dawî bû.