Daxuyanî ji aliya endama Desteya Şaredariyan a Kantona Firatê Rewan Hemî ve hat xwendin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Ev ne cara ewilî ye ku hikumeta Tirkiyeyê qeyûm datîne ser şaredariyan. Di sala 2016’an de, di heman dîrokê de dîsa ev tişt hate kirin.
Di vê demê de, her kes dibîne ku hikumeta Tirkiyeyê hewil dide bi awayekî ne demokratîk û ne adil, raya gel tûne bike. Derbarê zihniyetên tek-zilamî yên ku di bin serokatiya AKP-MHP’ê de têne pêşxistin, em divê wekî gelê Kurd û hemû kesên ku li Bakurê Kurdistanê dijîn, bi hev re bi yek dengî û bi yek helwestê li hemberî kiryarên qirêj û ne demokratîk derkevin.
Wekî ku tê zanîn, di 2’yê Adara 2024’an de, careke din qeyûm avêt li ser şaredariya Wanê, lê îradeya gelê Wanê hişt ku hikumeta AKP gav paşde bavêje.
Em weke desteya şaredariyên Kantona Firatê, vê qeyûmê şermezar dikin
Em bang li tevahî gelê Kurd, gelê Bakurê Kurdistanê dikin ku li hemberî van kiryaran serî rakin û divê saziyên mafên mirovan kiryarên li Bakurê Kurdistanê diqewimin, ber çav re derbas bikin.”