Li navçeya Xelfetî ya Rihayê berxwedana li dijî desteserkirina îradeyê kete rojan 9’an. Gelê Xelfetiyê sibê zû li pêşiya avahiya şaredariyê ya ku hatî dorpêçkirin, kom bû û pankarta bi nivîsa ‘’Ne qeyûm, demokrasî’’ hate daliqandin. Emîna Şenyaşar a ku du kurên wê û hevjînê wê di 14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûs a Rihayê ji aliyê Îbrahîm Halîl Yildiz ê Akp’yî û xizmên wî ve hatin qetilkirin jî beşdarî çalakiyê bû.
‘EM Ê TÊKOŞÎNÊ BERDEWAM BIKIN’
Şenyaşar, di serdanê de axivî û ev yek anîn ziman: “Me ji bo edaletê 7 salan li ber xwe da û gelek zilm li me hate kirin. 7 sal piştre kurê min bi şertê hefsa malê hate berdan. Niha jî ji bo şaredariya me ya hatiye desteserkirina rûdinim. Sûcekî me tune ye. Sûcekî kurdan tune ye. Bila şaredariyên me li me vegerînin. Em ê dev ji vê bernedin. Bila vê zilmê êdî bi dawî bikin. Bes e êdî bila dayik negirîn. Girtîgeh tije bûne, bila girtîgehan vala bikin. Bila aştiyê çêbikin. Me ev şaredarî bi heqê xwe bi dest xistin. Me zulm li tu kesekî nekiriye. Heta şaredariyên me dîsa didin em ê nobetê bidomînin. Ez jî ji bo piştgiriyê hatim.”
Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram jî spasiyên xwe li Şenyaşar kirin û soza xwedîderketina têkoşînê da.
Nobeda gelê Xelfetiyê li pêşiya avahiya şaredariyê berdewam dike.