Dema karûbarên emniyetê yên kesên di protestoyên desteserkirina şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Êlih û Xelfetiyê hatin binçavkirin dewam dike, 4 kes sewqî edliyeyê hatin kirin.
Dozgeriyê derbarê Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Huseyîn Aydin de girtin, ji bo Gunay Şîmdî, Mehmet Durdu û Ferhan Şahîn jî kontrola edlî xwest.
3 ciwanên ku sewqî dadgeriyê hatin kirin, hatin berdan. Huseyîn Aydin jî hate girtin û ew şandin girtîgehê. Bi girtina Aydin re hejmara ciwanên ku di çalakiyên protestoyî yên li Mêrdînê de hatin girtin derket 3’an.