Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya kampanya ‘Gotina me xelas nebûye: Em ê bi hev re tundiyê bisekinînin’ dest bi çalakiyan kir.
Jin bi vê armancê li Qada Kent 2 Park li hev kom bûn û ji bo jinên hatin qetilkirin şitil çandin.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak li qadê axivî û diyar kir ku ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinê weke şaredarî wê li her qadê bixebitin.
Piştre jinan 80 şitil çandin.