Hunermendên TEV ÇAND Ewropa di çerçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û ji bo meşa ku wê di 16 Mijdarê de li Koln ê pêk bê straneke nû ya bi navê “Li qadan e” çêkir.
TEV ÇAND Ewropa daxuyand ku bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê hunera azad” straneke nû amade kirine û got: “Heya niha bi gelek çalakiyên hunerî-çandî yên cuda em beşdarî pêngava azadiyê ya cîhanî bûn. Stran di naveroka xwe de bahsa girêdana gelê Kurd bi Rêber Apo re dike. Her wiha bahsa fedekarî û çalakbûna wî û bi taybetî di van hefteyên dawî de ku li hemberî siyaseta qirkirinê rojane li qadan e, dike.”
Li qadan e
Zanibin em şiyar in
Her derê dibînin
Daf û xapê we
Nikarin me bixapînin
Em ê çerxa bêbextî û derewên we bişkînin
Ya rastî û azadiyê bi destê xwe bigerînin
Apocî li qadan e
Her dem li ser piyan e
Li çiyan li zindanan
Li her derê berxwedan e
Em lehiyek ji agir in
Kes nikare me vemrîne
Me soz daye te Rêber Apo
Veger nîne
Şiyar û hayedar in
Her derê dixwînin
Rê nadin bêbextiyê
Em bêdeng namînin
Şev be, roj be, sar be, germ be
Em ê bê rawestan bin
Azadiyê bixwazin û
Em ê li meydanan bin.
Meşa me li qadan e
Berê me li çiyan e
Dilê me li zindanê
Dibên berxwedan jiyan e
Em lehiyek ji agir in
Kes nikare me vemrîne
Me soz daye te Rêber Apo
Veger nîne