Çalakiyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Navneteweyî de dewam dikin.
AMED
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li taxa ya Çaroxî ya navçeya Sûra Amedê atolyeya bi sernavê “Tecrîd û Şerê Taybet” hate lidarxistin.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Sultan Yaray, aktivîtên TJA, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên navçeyê, Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn.
Sultan Yaray destnîşan kir ku heta jin azad nebe civak azad nabe.
EDENE
Platforma Jinan a Edeneyê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li pêşiya Cumhurtiyet PTT daxuyanî da. Piştre endamên platformê qert ji jinên girtî re şandin. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Edeneyê Helîn Kaya û gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Li ser navê Platforma Jinan a Edenyê Parêzer Sevîl Araci axivî. Araci ji bo meşa ku şeva 25’ê Mijdarê di saet 19:00’an de ji Qada Ugur Mumcu destpê bike û heta parka Ataturk berdewam bike, banga tevlîbûnê kir.
Piştî daxuyaniiyê ji bo piştevaniyê qert ji jinên girtî re hatin şandin.
STENBOL
Jinan bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li pêşiya avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya navçeya Kartalê li hev civyan û ji bo jinên girtî qert amade kirin.
Qert ji bo şandina girtîgehê radestî Şaxa PTT’ê ya Kartalê hate kirin. Di çarçoveya çalakiyê de qert ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kandira, Gebze û Bakirkoy ên Herêma Marmarayê re hatin şandin.
Hevseroka Giştî ya MATUHAYDER’ê Dîlek Sonmez Demîr li pêşiya PTT’ê daxuyanî da.
WAN
Şarediya Şaxê Mala Jinan a Bêhnvekirinê ya Meryemxanê vekir. Di vekirina Mala Jinan a Bêhnvekirinê de hevserokên bajarê mezin û navçeyê, hevserokên BDP û DEM Partî yên bajar, TJA û gelek jin amade bûn. Hevseroka DBP’ê Gonul Uzunay beriya vekirinê axivî û wiha got: “Mala bêhnvekirinê ji bo hemû jinan pîroz be.”
Hevşaredara Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal jî wiha got: “Bi hezaran sal in jin li her qadê jiyanê têne qetilkirin. Ev polîtîkaya qirkirina jinê ye. Em ê li dijî vê qirkirina jinê bi hebûna xwe têbikoşin. Ji ber ku felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku em esas digirin, nîşanî me dike ku bêyî azadiya jinê azadiya civakê pêkan nîne.”
Jinan bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî’ mala bêhnvekirinê vekirin. Vekirin bi govend û tilîliyan bi dawî bû.